ENQERE – Parlamenterê HDP’ê ya Amedê Îdrîs Baluken cezayê lê hatiye birîn nirxand û got: “Ev biryar dê di nav dîrokê de wek lekeyek reş cih bigire. Hemû hewldana me hewldana layiqbûna ji bo xwebawerî û moralê gelê me ku afirandiye ye.”
Dadgeha herêmî 16 sal û 8 meh ceza li Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îdrîs Baluken birîbû. Dadgeha Îstînafê ya Dîlokê 9 sal û 2 meh cezayê Baluken erê kir. Beriya cezayê Baluken bê erêkirin HDP Baluken ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê li Êlihê kiribû namzet. Baluken der barê vî cezayê wî erê kirin daxuyaniya nivîskî da.
Daxuyaniya Baluken ê li Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê wiha y: “Dadgeha Îstînafê ya Dîlokê der barê min de biryarek da. Dema mirov li dem û encama biryarê dinêre, ev biryarek manîdar e. Wek heta roja îro ne li gorî krîterên hiqûqî, krîterên siyasî girtine ber çav û der barê min de vê biryarê girtin e.
Bêyî ku 24 saet di ser de derbas bibe bi awayekî li dijî hiqûq temsîliyet û rûmeta gelê Êlihê di şexsê min de tune hat hesabindin. Ev biryar bi tu gotinan nayê ravekirin. Bi bayê bezê ketin tevgerê û bêyî ku YSK namzetiyê teqez bike dadgehê vê biryarê da. Ev biryar dê wek deqek reş cihê xwe di nav dîrokê de bigire.
Ev biryarek dij hiqûqî ye. Pir aşkere ye ku di şexsê gelê Êlihê de têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê me hedef girtine. Dê li dijî vê biryara bê hiqûq û tasfiyeya siyasî di serî de gelê Êlihê û tevahiya gelê me di 24’ê Hezîranê de bersivek xurt bide. Tu gumanê min ji vê nîne.
Bila gelê viya dazanibe; hemû hewldana me hewldana serbilindiyê ye û serî natewîne. Vîna me xurt e. Em bi morel û xwebaweriyê layiqî nirxên gelê xwe bibin. Me li ser navê demorkasî, aştî û azadiyê xebat kir û em ê bikin. Teqez dê helwesta gelê me ya bi rûmet û xebatên wan bigîhîjin encamê û dê bi ser bikevin.
Di vê çarçoveyê de ez pir bi bawer im dê yên van neheqiya û vê pêvajoya dij hiqûqî birêve dibin dê hesab bidin.”
Partimizin ve halkımızın iradesini tasfiye etmeye çalışan bu anlayışa karşı demokrasi, barış, özgürlük ve halkların kardeşliğinde ısrarcı olan bütün herkesi duyarlılığa ve 24 Haziran seçimlerinde gerekli tavrı ortaya koymaya davet ediyorum.”