STENBOL – Mikaîl Kirbayir ku li Qada Galatasarayê 23 salin li birayê wê Cemîl Kirbayir digere got: “Dewlet kujeran diparêze. Hîn jî feraseta 12’ê Îlonê didome.”
Piştî Dayikên Plaza De Mayo yên Arjantînî ji bo xizmên xwe çalakiya Dayikên Şemiyê dan destpêkirin, xizmên windayan çalakî li Tirkiyeyê jî da destpêkirin û di sala 1996’an de 17-31’ê Gulanê wekî “Hefteya Têkoşîna Navnetewî ya Li Hemberî Windahiyên Di Bin Çavan De” hat qebûlkirin. Dayikên Şemiyê ji bo kiryar bên dîtin û ji bo li aqûbeta xizmên xwe bipirsin ji 27’ê Gulana 1995’an ve her şemî li Qada Galatasarayê çalakiya rûniştinê li dar dixin.
Mikaîl Kirbayir, kekê Cemîl Kirbayir ku di 12’ê Îlona 1980’yî de di bin çavan de hat windakirin, 23 salin li Qada Galatasarayê li aqbûtea birayê xwe dipirse û ji wê rojê heta niha tiştên rû dane vegot.
‘EZ DEWLET IM EZ Ê BIKUJIM’
Kirbayir, diyar kir ku li Tirkiyeyê ji 12’ê Îlonê ve feraseta dewletê bi zilma xwe, binpêkirina mafê jiyanê û înfazên bêdaraz û kêfî bi hezaran kes kuştiye û got: “Bêyî em bêjin berf û baran e, havîn û zivistan e em her hefte saet di 12’an de li Qada Galatasarayê tên gel hev. Çend roj şûnde dê 23 salên me biqedin. Welatekî biramin, ne amûr û pereyên mirovekî, 23 salin li mirovê xwe yê winda digere. Kî daye windakirin? Berpirsiyarên sereke dewlet û kesên ji qaseya wê meaş digirin bi xwe ne.” Kirbayir, destnîşan kir ku hêzên dewletê bi mantiqa “Ez dewlet im ez ê bikujim” bi hezaran mirov kuştine û vê yekê wekî wehşetê bi nav kir.
‘EM LI NÊVIYÊ DIN Ê DILÊ XWE DIGERIN’
Kirbayir, bilêv kir ku dewlet wan ber bi nediyaryekê ve hêl dike û 38 salin ew li pêyî nediyariyekê ne. Kirbayir, anî ziman ku xizmên windayan û mirovên şemiyê tenê li pêyî gorekê ne û got: “23 salin em li qadê diqîrin. Ev qîrîn û feryada me gihaştiye gelek deverên cîhanê. Serokwezîrê wê demê gotibû ‘hin kes van mirovan bi kar tînin.’ Me jî got ‘Kes me bi kar nayîne. Em bi vîna xwe ya azad li xizmên xwe yên ku we ew windakirine digerin.’ Yanî em li nîviyê din ê dilê xwe digerin. Em fermanê ji vîna xwe ya azad û biryara xwe jî ji dilê xwe digirin, heta ku em gorên xizmên xwe bibînin.”
Kirbayir, diyar kir ku ew komek xizmên windayan di sala 2010’an de ji Stenbolê ber bi Enqereyê ve ketin rê û got: “Em ber bi parlementoyê ve meşiyan û me serî li wekîlan da.” Kirbayir anî ziman ku wan di serlêdanên xwe de diyar kiriye ku kujer bên darêzandin û Tirkiye bi xwe re rû bi rû bimîne. Kirbayir got, Serokwezîrê wê demê Tayip Erdogan ku gotibû ‘ev ji aliyê hin kesan ve tên bikaranîn’ li Dolmabahçeyê mecbûr ma hevdîtinê bi Dayikên Şemiyê re çêbike û dosyeya Cemîl Kirbayir şandine Meclîsê. Kirbayir, bilêv kir ku di sala 2011’an de Komîsyona Lêkolînkirina Kiryarên Nediyar hatiye avakirin û taliyê derket holê ku Cemîl Kirbayir di 8’ê Cotmehê de di dema lêpirsînkirinê de ji aliyê hêzên dewletê ve bi awaykî bêdaraz û kêfî hatiye kuştin.
‘DEWLET KUJERAN DIPARÊZE’
Kirbayir diyar kir ku ji aliyê Meclîsê ve hatiye tespîtkitin ku dewletê Kirbayir kuştiye û got: got: “Li vî welatî cara ewil di dosyeya Cemîl Kirbayir de dewlet li xwe mikur hatiye ku dewlet mirov kuştine.” Kirbayir anî ziman ku lê belê hîn jî gora Cemîl nehatiye dîtin û got: “Ev yek tê çi wateyê? Dewlet kujeran diparêze. Hîn jî feraseta 12’ê Îlonê didome.”
‘HÎN JÎ GORA CEMÎL VALA YE’
Kirbayir bi bîr xist ku wesiyeta dawî ya dayika wî Dayika Berfo “Heta hestiyên Cemîl neyên dîtin û wan nexim hemêza xwe min veneşêrin” bû. Kirbayir anî ziman ku Dayika Berfo 33 salan ket şopa kurê xwe û got: “Tevî wî temenê xwe yê zêde jî tev li dozên 12’ê Îlonê bû. Wesiyeta wê ya dawî pir ne pêkan bû. Me dît nabe, me goreke din jî kola. Me got bil agora Cemîl hebe, belkî em bi vî awayî karibin wijdanê xwe rihet bikin. Me gor koland. Lê belê, qeymeqam û walî hatin gotin ‘li holê cenaze tune ye, hûn nikarin gorê bikollin.’ Min jî got, ‘ez ê veşêrim.’ Axirê gor hat kolandin. Lê hîn jî gor vekiriye. Hîn jî Dayika Berfo li bendê ye ku ew gora li kêleka wê bê girtin. Ev îspata zilmê û îşkenceyê ye.” Kirbayir destnîşan kir ku ew dixwazin kiryar bên darizandin.
MA / Sadiye Eser - Ferhat Çelik