MÊRSÎN - Karkerên ku bi KHK’an ji Şaredariya Akdenîzê ya qeyûm tayînî wê hat kirin hatin avêtin, diyar kirin ku di 24’ê Hezîranê de ew ê li ser sindoqan bersiva AKP’ê bidin.
Piştî ku qeyûm tayînî şaredariya DBP’î ya Akdenîza Mêrsînê hat kirin, heta niha bi KHK’an nêzî 250 karker ji kar hatin avêtin. Karkerên bi KHK’an ji kar hatin avêtin diyar kirin ku ew ê di 24’ê Hezîranê de li ser sindoqan bersiva AKP’ê bidin.
Mehmet Emîn Aydinê ku ji kar hat avêtin, diyar kir ku rewşa welat ya niha ber bi felaketekê ve diçe û ji ber krîza aborî mirov di pêvajoyeke êşbar re derbas dibin û got: “Em ê bi van hestan biçin ser sindoqan. Hikûmeta AKP’ê bi polîtîkayên xwe karkeran birçî dihêle û muhtacî nan dike û ji bo gel serî bitewîne her tiştî dike. Lê eger vê zilmê li gel bike, dê gel jî bersivê bide. Ew roj jî 24’ê Hezîranê ye.” Aydin diyar kir ku ew ê di 24’ê Hezîranê de piştevaniyê bidin HDP’ê, lewra HDP partiyeke ku li gel kedkar û bindesta ye û rastiyê dibêje.
‘ME GOTIBÛ EM Ê LI SER SINDOQAN BERSIVÊ BIDIN’
Karker Îbrahîm Ozer jî ku ji sala 2010’an ve li şaredariyê dixebitî û ji kar hat avêtin, diyar kir ku di 16 salên îktîdara AKP’ê de gelek derhiqûqî rû dan. Ozer, bilêv kir ku ji roha ku ew ji kar hatin avêtin ve wan gotiye ew kedkar in û ked negirêdayî tu partiyeke siyasî ye, lê belê AKP’ya ku dijminê karkeran e. Ozer anî ziman ku ew ê li ser sindoqan kesên ku wan tunedihesibînin bidin.
‘HESABÊ ME BI KESÊN KU VÎNA ME TUNE DIHESIBÎNIN RE HEYE’
Karker Îbrahîm Ayhan jî, diyar kir ku wekî karkerên hatine îxrackirin, di 24’ê Hezîranê de çi bikeve ser milê wan ew ê bikin. Ayhan ew dixwazin bi aştî, edlaet û pêvajoyeke hiqûqê sibeha 25’ê Hezîranê şiyar bibin. Ayhan got ew kedkar ew ê HDP’ê destek bikin û ji kedkar hemû sibê poşman nebin divê li cem HDP’ê cih bigirin.