STENBOL - Nûçegihanê dihaber’ê ya bi KHK’ê hat girtin Erdogan Alayumat, diyar kir ku dema di girtîgehê de bû herî zêde bêriya wênekêş û kameraya xwe kiriye û got: “Ser rastiyan çiqasî digirin bila bigirin, êdî rastî ketine hundurê malên wan. Em ê tim û tim rastiyê binivîsîn in.”
Nûçegihanê dihaber’ê ya bi KHK’ê hat girtin Erdogan Alayumat ku di 13’ê Tîrmeha 2017’an de li navçeya Îslahiye ya Dîlokê hat binçavkirin û hat girtin, danişîna sêyemîn a doza wî di 23'ê Gulanê de li Dadgeha Cezayê Giran a 2’yemîn a Hatayê pêk hat. Di danişîna sêyemîn de Alayumat piştî 11 mehan hat berdan. Alayumat, destnîşan kir ku îdianameya der barê wî de bi temamî li ser tiştên xeyalî hatine amadekirin.
‘SEDEMA SEREKE YA GIRTINÊ EFRÎN E’
Alayumat, diyar kir ku tenê wî desteka ku dewletê dida dijminê mirovahiyê DAIŞ û El Nûsrayê kiriye nûçe û ji van nûçeyan hin jê nûçeyên ku wî beriya operasyona Efrînê çêkirine. Alayumat destnîşan kir ku, ew ji ber nûçeyan hatiye girtin û ev nûçe hemû wekî “razên dewletê” hatine nîşandan. Alayumat got: “Niha em vî tiştî dibînin. Dewlet hemû destekên ku ji bo dijminên mirovahiyê dikir, wekî razên dewletê veşartiye. Heta kuderê veşart? Heta êrîşa li ser Efrînê. Piştî êrîşa li ser Efrînê ew nûçeyên ku me wekî îdia çêdikirin hemû hatin piştrastkirin. Û yên ev piştrast kirin Serkomar bi xwe ye. Lê çeteyeke ku dijminahiya mirovahiyê dike pîroz kir û rewa kir. Yanî wan bi xwe ew tişta jê re digotin raza dewletê rakirin û vê rewşê teşhîr kirin.”
Alayumat, diyar kir ku dema hat binçavkirin 14 rojan di nav DAIŞ’iyan de hatiye girtin û ji roja hatiye binçavkirin heta wî şandine girtîgehê tim bi çewisandinên derûnî re rû bi rû maye. Alayumat diyar kir ku li Girtîgeha Hatayê lêgerîna tazî lê hatiye ferzkirin û ji ber ku wî ev yek qebûl nekiriye leşkeran êrîşî wî kiriye û wî şilfî tazî kirine. Alayumat, got: “Paşê 11 rojan di hucreyê de hatim girtin. Min xwest biçim qawîşê, lê nehiştin û gotin ‘tu rojnamevan î, tu girtiyekî talûke yî. Loma em te nabin qawîşê.’ Li Girtîgeha Hatayê tiştên ecêb hebûn. Mesela nêzî 400 heb DAIŞ’î girtî bûn. Paşê diyar bû ku ev hemû formalite ne. Wan dixin girtîgehê, lê paşê hîn bûm wan dibin herêmên li derdorê û wan perwerde dikin. Min xwest wekî name van tiştan binivîsim. Dem amin şandin dest danîn ser wan. Der barê min de lêpirsîna dîsîplînê hat destpêkirin û cezayê hevdîtinê li min birin û dest danîn ser nîşeyên min.”
‘GIRTÎGEHA TARSÛSÊ WEKÎ KAMPA TEMERKÛZÊ YA HÎTLER E’
Alayumat, diyar kir ku piştî 14 rojan şûnde wî ji Girtîgeha Hatayê sewqî Girtîgeha Tarsûsê kirine û got: “Girtîgeha Tarsûsê girtîgeheke nû ye. Kampên temerküze yên Hîtler çawa bin, Girtîgeha Tarsûsê jî wiha ye. Tenê firin û odeyên gazê yên mirovan dişewitînin tune ne. Liv ir girtiyên siyasî zêde tên çewisandin. Liv ir îşkenceya herî sivik lêgerîna tazî ye. Îşkenceya fizîkî û derûnî zêde hebû. Hevalên me yên dihatin sewqkirin bi awayekî kêfî dibirin hcureyan an jî odeyên bisînger. Her wiha jimariya li ser lingan jî hebû. Tu navgîneke me ya pêwendiyê tune bû. Rojname û pirtûk nedidan me. Me bertek nîşanî van tiştan hemûyan da. Li ser vê êrîşî me kirin. Dû re min xistin odeya bi sînger. Liv ir îşkenceyeke zêde li min kirin. Ji ber ku rojnamevan bûm, li wir henekên xwe bi min dikirin û digotin ‘tu yê van tiştan jî binivîsînî.’ Lê tiştek heye. Her ku ev tişt rû didan, min didît ku ka dewlet û pergal çiqasî biçûk dibe. Jixwe derdê me nivîsndine. Tu îşkenceyê dikî, helbet em ê binivîsînin.”
Alayumat diyar kir ku paşê ew sewqî Girtîgeha Bafrayê hatiye kirin û li wir jî bi heman pêkanînan re rû bi rû maye.
‘MIN BÊRIYA WÊNEKÊŞ Û KAMERAYA XWE KIR’
Alayumat, anî ziman ku di girtîgehê de wî herî zêde bêriya nivîsandina nûçeyan kiriye û got: “Ez demeke dirêj li herêmên nêzî sînor xebitîm. Min herî zêde li wê herêmê nûçe çêkirin. Dema ketim hundur operasyona Efrînê dest pê kir. Ji ber ku min ev neşopandin, xemgîn bûm. Yanî min bêriya wênekêş û kameraya xwe dikir.”
‘TENÊ SER RASTIYAN NAYÊ GIRTIN’
Alayumat bal kişand ser çapemeniya azad û got: “Dema em li kelepûra çapemeniya azad dinerin, ji Apê Mûsa heta roja îro bi rihetî tişt çênebûne. Gelek heval şehîd ketin. Gelek heval hatin girtin. Çi qas hevalên me digirin bila bigirin, lê dê nikaribin ser rastiyan bigirin. Belê niha bi dehan hevalên me girtş ne, lê dengê hevalên me netepisandine. Jixwe ya ku li çapemeniya azad tê jî liberxwdayîn e. Girtin û domandina pênûsa Apê Mûsa ye.” Alayumat diyar kir ku ew ê ji niha û pêve jî tim rastiyan binivîsîne û got: “Ser rastiyan çiqasî digirin bila bigirin, êdî rastî ketine hundurê malên wan. Em ê tim û tim rastiyê binivîsînin.”
‘KOÇER OZDAL LI BER MIRINÊ YE’
Alayumat, bal kişand ser rewşa Koçer Ozdalê 70 salî yê di Girtîgeha Bafrayê de ue û got: “Cezayê muebeta giran li vî hevalê me hatiye birîn. Gurçikên wî îflas kirine, gastrit pê re heye û divê emeliyat bibe. Ji ber vê nikaribû destava xwe bike. Du salan du hucreya yekkesî de dihat girtin. Yanî nikaribû pêdiviyên xwe bi cih bîne. Hevalan bi israr dixwest wî bînin qawîşê. Lê ev nebes bû. Çimkî rewşa wî ya tenduristiya wî ji bo şertên girtîgehê ne gunacn bû. Yanî Koçer Ozdal li ber mirinê ye. Her diçe rewşa wî girantir dibe.”
MA / Sadiye Eser - Ferhat Çelik