Tevî astengkirinan jî li pêşiya Wezareta Dadê bang kirin

  • rojane
  • 14:36 26 Hezîran 2024
  • |

ENQERE - Xizmên girtiyan tevî astengkirinan jî li pêşiya Wezareta Dadê çalakiya xwe li dar xistin û peyama “Heta Ocalan azad nebe tu kes azad nabe” dan. 

 
Xizmên girtiyan duh bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re hevdîtin kirin. Xizmên girtiyan çalakiya xwe ya “Edaletê pêk bîne li gorî hiqûqê tevbigerin” vê hefteyê jî domandin. Xizmên girtiyan xwestin biçin pêşiya avahiya Wezareta Dadê. Lê belê ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. Xizmên girtiyan û parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Newroz Uysal Aslan û Perîhan Koca, li ser vê yekê çûn Deriyê A yê Wezareta Dadê. Polîsan nehiştin xizmên girtiyan ji wesayîtên xwe paya bibin û muameleyeke xerab kirin. Xizmên girtiyan jî bi tililî û dirûşman helwesta polîsan protesto kirin. 
 
Her wiha polîsan nehiştin rojnameger jî dîmenan bikişînin û hinek rojnameger derb kirin. Polîsekî ji parlamenteran re got: “Tu wekîl nînî, tu ne wekîla minî.” Çalakiya xizmên girtiyan bi dirûşma “Zext nikarin me têk bibin” domiya. Tevî hemû êriş û astengkirinên polîsan jî xizmên girtiyan paşvegav neavêtin û il pêşiya Wezareta Dadê daxuyanî dan. 
 
‘EM Ê BIDOMÎNIN’
 
Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan bi bîr xist ku li gelek girtîgehê bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê çalakiyên girtiyên siyasî didomin û ev tişt anî ziman: “Dayik jî dixwazin hem bi wezaretê re hevdîtinê bikin hem jî dengê xwe bidin bihîstin. Lewma ji her devera Tirkiyeyê tên ber deriyê Wezareta Dadê. Vê hefteyê dayikên ji Edeneyê hatin û me bi hev re daxuyanî da. Li dijî binpêkirinên li girtîgehan û tecrîda li Îmraliyê, xwestin li pêşiya wezaretê dengê xwe bidin bihîstin.” 
 
‘HETA OCALAN AZAD NEBE TU KES AZAD NABE’ 
 
Piştre jî ji xizmên girtiyan Şemse Bagdu axivî û got ku divê tecrîd bi dawî bibe. Bagdu, wiha domand: “Divê tecrîda li ser birêz Ocalan êdî bi dawî bibe. Heta ku Ocalan azad nebe tu kes nikare azad bibe. Nifteya aştiyê, li Îmraliyê ye. Heta ku ew ji Îmraliyê dernekeve dê aştî neyê vê xakê. Em xwişk-bira ne, êdî bes e. Em dayikên aştiyê ne. Dilê me dişewite. Bêguman em ê bangî wezîr û serokkomar bikin û daxwaza aştiyê bikin. Hûn leşkeran dişînin operasyonan û piştre jî cenazeyan nadin malbatên wan. Em naxwazin darbestên leşker, polîs û gerîlayan bên. Bila her kes destê xwe deyne ser wijdana xwe û vî şerî bide sekinandin. Zarokên me di girtîgehan de tî û birçî ne. Bila dengê min bigihije Wezîrê Dadê û Erdogan. Ciwanên dimirin zarokên Erdogan û Wezîrê Dadê nînin.” 
 
Bi domdarî Bagdu anî ziman ku Abdullah Ocalan îradeya milyonan kesa ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Birêz Ocalan daxwaza aştiyê dike, daxwaza edaletê dike û dixwaze şerê li Rojhilata Navîn bi dawî bibe. Şerê li Rojhilata Navîn li ser dijminatiya kurdan tê pêşxistin. Îro li rexekî Amerîka û li rexa din Rûsya ketiye Rojhilata Navîn. Ne Tirkiye ne jî tu kesên din dengê xwe ji wan re dikin. Sedema ku em niha di vê rewşê de ew e ku li Ocalan nayê guhdarîkirin.” 
 
‘EM TECRÎDÊ ŞERMEZAR DIKIN’
 
Ji xizmên girtiyan Ayşe Elegaş jî da zanîn ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatine pêşiya wezaretê û axaftina xwe wiha qedand: “Em ji bo rakirina tecrîda ku bandorê li tevahiya gelê kurd dike û ji bo rakirina tecrîda li girtîgehan hatine vê derê. Em tecrîda li ser Ocalan şermezar dikin. Zêdetirî 40 meh in em tu agahiyan jê nagirin. Em edalet û aramiyê dixwazin û naxwazin xwîn were rijandin. Em naxwazin tu kesek bimre. Zarokên me tiştek nekirine û vala vala di girtîgehan de tên ragirtin. Em polîtîkaya tecrîdê şermezar dikin.”
 

Sernavên din

13/01/2025
14:25 Leyla Guven: Em amade ne tevkariyê li pêvajoyê bikin
14:12 DEM Parti: Qeyûm înkarkirina vîna gel e
11:57 Karê ewil ê qeyûm: Wêneyê Erdogan daleqand
11:50 Şaredariya Beşîktaşê hat dorpêçkirin
10:58 Li gundên Geverê operasyona leşkerî
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2025'AN
08:46 Xwebûn bi manşeta ‘Êriş û aştî bi hevre nabin’ derket
08:13 Qeyûm tayinî Şaredariya Akdenîzê hat kirin
06:47 Hevşaredarên Akdenîzê hatin girtin: Em biryarê nas nakin
12/01/2025
16:57 Meclisa Jinan a Konseya Bajar a Amedê rêveberiya xwe diyar kir
16:08 Şahidên 14’ê Tîrmehê: Li dijî qeyûm em bi ruhê zindanê li ber xwe bidin
15:54 Li Îzmîrê pîrozbahiya Serê Salê
15:53 Protestoya li pêşiya edliyeyê didome: Îdiayên vala ne
15:12 HSD: 23 çete hatin kuştin, 36 jî birîndar bûn
15:11 Li Pîranê şitil hatin danîn
14:31 Li Bendava Tişrînê pevçûnên dijwar diqewimin
14:30 Yuksekdag: Çi bikeve ser milê me em amade ne bi cih bînin
14:29 DBP dê serdema nû bi heman hevserokên giştî bidomîne
14:05 Dayikên Aştiyê li pêşiya edliyeyê çalakiya rûniştinê li dar dixin
12:42 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê çû serdana Fîgen Yuksekdag
12:32 Eren ê 30 sal girtî ma, hat berdan
12:30 Bi hezaran kes li pêşiya edliyeyê ne: Kelûmelên qirtasiyeyê sûc hesibandine
12:23 Bakirhan: Pirsgirêka ewlehiyê ya esasî, feraseta Kurdan tune dihesibîne ye
11:58 Bayindir: Roj roja berxwedan û xwebirêxistinkirinê ye
Çîgdem Kiliçgun Uçar: Ji bo çareseriyê divê her kes berpirsyariyê li xwe bigire
11:38 Wekîl û malbat negirtin avahiya edliyeyê
11:12 Kurê girtiyê nexweş Elçîçek: Em ji ber xetereya ser jiyana wî ditirsin
11:11 Endamên DEM Partiyê: Ji bo çareseriyê divê gavên samîmî bên avêtin
10:58 Li Amedê ‘Pirtûkxaneya Berhemên Jinan’ tê vekirin
10:44 Li dijî tecrîdê bedena xwe dabû ber agir: Em li Serokê xwe xwedî derkevin
10:40 Li Los Angelesê hejmara miriyan derket 16’an
10:39 Hevşaredarên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
10:33 Dayikên li dijî hewldana qeyûm li ber xwe didin: Ji vê polîtîkayê çareserî nabe
10:27 7’emîn Kongreya Asayî ya DBP’ê dest pê kir
10:13 'Îftirayên' Akbiyik bi beraatê encam dibin
09:55 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:54 Estukyan: Bi gotinên 'terorîstanê' ve diyalog dewam nake
09:52 Saîpnazarova ya Qazaxistanî: Zimanê Kurdî pir dewlemend e
09:36 Pîrozbahiyên Serê Salê dest pê dikin
09:16 Daştan bi belgefîlma ‘73’yê rastiya Şengalê vegot: Dê xeyalên wî nîvco nemînin
09:00 ROJEVA 12’Ê ÇILEYA 2025’AN
11/01/2025
16:43 Li sê bajaran ji bo girtiyên nexweş çalakî
16:12 Dosyeya Pexşan Ezîzî ji daîreya înfazê ya ceza re hat şandin
16:08 Rojnamegerên hatin qetilkirin li Qamişloyê hatin definkirin
15:44 Ji Nêrgiz Mihemedî ji bo Pexşan Ezîzî bang
15:39 Ji QSDˈê têkildarî îdiaya 'wesayîta bombebarkirî' daxuyanî
15:32 Li Amedê daxuyaniya ji bo qeyûm
15:27 Cizîrî li dijî qeyûman meşiyan
14:49 Qereqozaq hat topbarankirin: 2 zarok birîndar bûn
14:32 Li ber Şaredariya Akdenîzê hevdîtina gel
14:20 Dayikên Şemiyê ji bo 'Komkujiya Basanê' edalet xwestin
13:46 Dayikên Aştiyê: Ji bo aştiyê destên xwe bidin destên Abdullah Ocalan
13:43 Derdora Bendava Tişrînê tê bombebarankirin
13:29 Ji Meclisa Jinan a DEM Partiyê ji bo Pexşan Ezîzî çalakî
12:58 Banga li dijî cezayên darvekirinê: Nebin hevkarê sûcan
11:29 Berxwedana li ber Şaredariya Akdenîzê di roja 2'yan de ye
11:23 Sewqiyata leşkerî ya ber bi Amêdiye ve berdewam dike
10:30 Ji bo protestokirina Komkujiya Parîsê bi hezaran kes bi rê ketin
10:14 Di 10 rojan de 147 kes hatine binçavkirin
09:51 Ji ber Şaredariya Akdenîzê bang kirin: Dest ji vê bêhiqûqîtiyê berdin
09:48 SYKP: Çi dikeve ser milê me em ê pêk bînin
09:33 Hevseroka Giştî ya KESK'ê Koçak: Divê her kes rola xwe bilîze
09:12 Hat îdiakirin ku jina bejna wê 1.76 metre xwe bi destê derî ve daliqandiye: Gumanbar çawîşê pispor e
09:04 Hîle û xurdeyên 'endamtiyê' yên Partiya Sedsala Nû derketin holê
09:01 Hevserokê Giştî yê DAD'ê Kete: Çareserî bi Abdullah Ocalan pêkan e
09:00 ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2025'AN
10/01/2025
19:06 Ji KCK'ê daxuyaniya 'pêvajoyê'
18:59 Ji bo Rojîn Kabaîşê meş
16:19 Temenê wî mezin kiribû ceza lê hatibû birîn: Piştî 30 salan hate berdan
16:09 Rapora girtîgehên Herêma Egeyê ya OHD’ê: Di 2024’an de binpêkirin zêde bûn
15:34 Li pêşiya Şaredariya Akdenîzê civîna meclisê hat lidarxistin
15:26 Bakirhan banga ‘hinek cidî bin ev rê ne tu rê ye’ li îktîdarê kir
15:13 Doza Hrant Dînk taloqî 7’ê Sibatê hate kirin
14:58 Gel ber bi Bendava Tişrînê ve diherike
14:32 Berxwedana li pêşiya şaredariya dorpêçkirî didome
13:53 Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin
13:39 Turkyilmaz: Heta Ocalan azad nebe pêvajo dest pê nake
13:16 14 rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran: Çapemenî azad e, nayê sansûrkirin
12:56 Saeta ziyaretên ji bo Demîrtaş û Yuksekdag diyar bûn
12:45 Bîranîna Komkujiya Garê: Dê têkoşîna edaletê bidome
12:36 Danişîna doza Dayikên Şemiyê hate taloqkrin
11:57 Rojnamegerên jin ên girtî sewqî Girtîgeha Marmarayê hatin kirin
11:50 Polîsan tundî li xebatkarê paqijiyê yê şaredariyê kirin
11:41 Di qezaya li Nisêbînê de 2 ciwanan jiyana xwe ji dest dan
11:34 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:29 Karayilan: Ma li ku hatiye dîtin ku bi şer û gefan aştî tê kirin?
10:59 Gel li pêşiya Şaredariya Akdenîzê kom dibe
10:10 Kurên Agaçhanli yê AKP’î ku gumanbarên cînayetê ne ev 4 meh in winda ne
09:43 Berdevkê KKP'ê: Ji bo pêvajoyê divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:43 Hiqûqnas Kanar: Wekî Mandela divê ji bo Abdullah Ocalan jî şert û mercên wekhev bên pêkanîn
09:32 Gef li girtiyê nexweş hatin xwarin
09:22 DEM Partiyê bang li her kesî kir ku bên pêşiya Şaredariya Akdenîzê
09:12 DEM Partî: Îktîdar dev ji pratîkên xwe yên darbekar bernade
09:01 PSAKD: Elewî rastî qirkirineke 'taybet' tên
09:00 Bertek nîşanî nevekirina tunelên li ser rêya Colemêrgê dan
09:00 ROJEVA 10’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:44 Fransayê ji bo HSD’ê got: Em di ferqa deynê xwe yê ji bo şervanên azadiyê de ne
08:42 Li Hatayê erdhej çêbû
07:52 Hevşaredarên DEM Partiyî hatin binçavkirin, şaredarî di dorpêçê de ye
09/01/2025
16:59 Jinên hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Têkoşîna azadiyê li her derê ye
16:57 Rozerîn Çukur a li Sûrê hatibû qetilkirin hat bibîranîn