AMED - Nivîskar Dilawer Zeraq û derhêner Metîn Ewr, der barê talan û kambaxiya ku qeyûman li bajarên bakurê Kurdistanê pêk anîne de diyar kirin ku bi qeyûman hebûna kurdan tê armanckirin û bi pêkanîna qeyûman kurd bê behn tên hiştin.
Di 3’yê hezîranê de qeyûm tayînî ser Şaredariya Colemêrgê ya DEM Partiyê hatibû kirin. Hevşaredar Mehmet Siddik Akiş hat binçavkirin û girtin. Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Colamêrgê hat kirin, gel li dijî qeyûman bi taybet li bajarên bakurê Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê li kolanan bertek nîşan dan. Rewşenbîr, nivîskar, hunermend û hemû beşên li ber qeyûm rabûn û çalakiyên cur bi cur li dar xistin.
Nivîskar Dr. Dilawer Zeraq û derhêner Metîn Ewr, kirin û talanên qeyûman ku ji her du serdemên beriya niha ve di warê çand, hûner û zimanê kurdî de pêk anîbûn bi bîr xistin û gotin ku li dijî tayînkirina qeyûm hemû hûnermend û rewşenbîr bi bertekeke xurt rabin ser pêyan.
KIRINÊN QEYÛMAN ÊN LI SER ÇAND Û HUNERA KURDÎ
Derhenêr Metîn Ewr anî ziman ku piştî şaredariyên Kurdistanê ji aliyê kurdan ve hatin rêvebêrin di warê ziman, çand û hunerê de xebatên girîng hatin kirin û got ku dewletê nekarî tehamulî vê rewşê bike. Ewr kirinên ku salên berê ji aliyê qeyûman ve pêk hatibûn jî nirxand û wiha got: “Dewlet ji ber ku Kurdistanê metîngeh dibîne dixwaze her tiştê kurdan ji holê rake. Ji bo vê jî piştî tayînkirina qeyûman li ser şaredariyên Kurdistanê yekemîn êrişî destkeftiyên kurdan dike. Bi polîtîkayên asîmîlasyon û qedexekirinê saziyên di nava şaredariyê de di warê ziman, çand û hunerê de dixebitîn hatin girtin. Navên kuçe û kolanên kurdî wergerandin tirkî. Navên parkan hatin guhertin. Lîstikên şanoyê hatin qedexekirin. Gelek xebatên me hatin astengkirin. Filmên me asteng kirin. Heke fimek hatibû kişandin jî ji bo pêşandana wê salon nedidan me. Bi vî awayî xwestin kurdan bêhilm bihêlin. Her wiha armanca wan guhertina nasnameya bajaran bû. Her bajarek xwedî çandek e. qeyûman bi zîhniyeta kolonyal xwest nasname û çanda bajaran biguherînin.”
'DIVÊ BERTEK HÊ BÊN ZÊDEKIRIN'
Ewr destnîşan kir ku divê rewşenbîr, nivîskar û hunermend li dijî tayînkirina qeyûm li Şaredariya Colemêrg bertekeke tund nîşan bidin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dewlet naxwaze kurd li Kurdistanê bibin xwedî îrade. Dewlet bi feraseta ku Kurdistan mêtinger e qanûnên xwe jî binpê dike. Divê tu kes polîtîkayên qeyûm qebûl neke û li dijî vê bertekeke tund nîşan bide. Pêwîste bertekên civakî bên zêdekirin û li dijî vê yekê dengekî xurt were bilindkirin. Rewşenbîr, hunermend û nivîskar bi xwezaya xwe kesên xwedî helwestin. Ji ber vê yekê jî divê bertekên hem hunermend û rewşenbîrên kurd û hem jî tirk ên li hemberî van pêkanîn û zextan bên zêdekirin. Erê dengek heye lê têr nake. Divê bertek hê bên zêdekirin.”
ZERAQ: HEBÛNA KURDAN DIKIN ARMANCA XWE
Nivîskar Dr. Dilawer Zeraq jî diyar kir ku bi polîtîkayên qeyûm îradeya kurdan tê paşguhkirin û got: “Li Kurdistanê gelê kurd îradeya xwe bi dengê xwe dide partiya ku di hilbijartinên şaredariyan de weke nûnerê xwe dibîne. Bi rastî jî peyamekê dide dewletê. Dibêje ez dixwazim bi hebûn û nasnameya xwe, bixwe bi rê ve bibim. Berevajî vê, tayînkirina qeyûm peyameke ‘ez hebûna we nas nakim e’. Armanc ne tenê desteserkirina şaredariya ku partiyek bi dest xistiye, hebûna kurdan e. Dema ku partiyên din ên muxalefetê şaredariyek bi dest dixin bi heman awayî qeyûm nayê tayînkirin. Ji ber ku tu pirsgirêka hebûna wan nîne. Heya ku pirsgirêka hebûna kurdan li ser esasê wekhevî û demokrasiyê neyê çareserkirin dê ev pêkanîn bidomin."
'HER REAKSÎYON BERTEKEKA LI DIJÎ TAYINKIRINA QEYÛMAN E'
Zeraq di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser kirinên qeyûman ên her du heyamên berê yên di warê ziman, çand û hunerê de pêk hatin û wiha axivî: “Polîtîkayên qeyûm bandorê li hemû beşên civakê dike. Beriya qeyûm tayinî şeredariyan bê kirin di warê ziman, çand û hunera kurdî de pêşketinên mezin çêbûn. Gel jî rasterast beşdarî rêveberiyê dibû. Bi saya van geşedanan di warê wêje û hunerê de xebatên girîng derketin holê. Baweriya mirovan bi xwe zêde bû. Piştî tayînkirina qeyûman ev hemû destkeftî rastî bi êrişan re rû bi rû man û ji holê hatin rakirin. Kiryarên qeyûm bandorê li ser hemû beşên civakê kir. Ji ber vê yekê jî her reaksiyon di heman demê de berteka li dijî tayînkirina qeyûman e."
MA / Mahmut Altintaş