ŞIRNEX - HDP’ê li Sîlopiyê lez dan xebatên xwe û kesên wesayîta anonsa hilbijartinê dîtin herikîn kolanan. Zarokên wesayît dorpêç kirin, bûn sedema dîmenên pir rengîn û bi coş.
Rêxistina HDP’ê ya Şirnexê, li navçeya Silopiyê lez dan xebatên xwe yên hilbijartinê. Welatiyên taxa Nur a Sîlopiyê ku gelek pevçûn û şerên dijwar di deme qedexeyên derketina derve de lê qewimîn, eleqeyek mezin nîşanî gera endamên partiyê dan. Bi taybetî jin û zarokan bi berzkirina tilîlî, fîtîk û nîşaneyên serkeftinê eleqeyek mezin nîşanî endamên partiyê dan. Zarokên wesayîta hilbijartinê dorpêç kirin, bûn sedem ku dîmenên pir rengîn û bi coş derbikevin holê.
‘HDP JI BO ŞER RAWESTÎNE HEYE’
Yek ji jinên endamên partiyê pêşwazî kirin Emîne Erdem, diyar kir ku ewê ji bo aştî û azadiyê dengên xwe bidin HDP’ê. Zeynep Tokay jî, anî ziman ku HDP ji bo xwîna diherike rawestîne heye.
‘DIVÊ KURD ZEXTÊN LI SER XWE JI BÎR NEKIN’
Emîne Deger jî, da zanîn ku divê kurd êrîş û zextên liser xwe ji bîr nekin û wiha axivî: “HDP vîna me ye û çavê meye. Em dixwazin demildest namzetê serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş bê berdan.”
Hasan Sanir (Mele Hesen) jî, bal kişand ser Taybet Înan (Dayîka Taybet), Pakîze Nayir, Fatma Uyar û Sêvê Demîr û got: “Emê tu carî wan ji bîr nekin.” Hanim Hayal jî, destnîşan kir ku ji bo zilm bi dawî bibe û ciwan neyên kuştin emê dengê xwe bibin HDP’ê.”
Kumru Çîme jî, diyar kir ku HDP vîna wane û dê dengên xwe bidin vîna xwe.