ÊLIH – Peykerê bi fîgûrê jinê li Parka 8’ê Adarê ya Jinan a Êlihê hat jibîrkirin. Li ser peykerê nivîsên zayendperest nivîsandin.
Di serdema Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ku şaredarî dihat birêvebirin li taxa Kultur a Êlihê Parka 8’ê Adarê ya Jinan hatibû çêkirin. Li Parkê peykerê jinê ji aliyê peykertraşê ji Arjantînê Trinidad Caminos ve hatibû çêkirin. Li ser peykerê du fîgurên jinan hene nivîsên zayendperest nivîsandin. Li ser fîgurên jinan jî simbêl xêz kirin. Navê parkê jê hat birin û hat zanîn ku Şaredariya Êlihê ya din bin rêveberiya qeyûm de bi mehan e peyker ji bîr kiriye û guh nadinê.