Trîbûnala Navneteweyî, Tirkiye mehkûm kir

  • cîhan
  • 15:47 24 Gulan 2018
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Dadgeha Gelan a Daîmî (Trîbûnal a Navneteweyî) ji ber sûcên Tirkiyeyê yên li dijî Kurdan kirin, dadgeh kir û biryar eşkere kir. Trîbûnala Navneteweyî, Tirkiye bi sûcê şer û sûcê dewletê mehkûm kir. Erdogan û hikûmeta wî berpirsê şer û sûcan dît. 

Dadgeha Gelan a Daîmî ku di 15-16'ê Adarê de li Parîsê pêk hat, encam li Parlamenta Ewropayê bi konferansekê eşkere kir. Di rûniştina du rojan de, sûcên dema nêz hatin darizandin. Li dadgehê bi taybetî li şahidên sûcên ku li Cizîr, Sûr, Şirnex û Nisêbînê hatine kirin, hatin guhdarîkirin. Şahidên salên 1990'î yên kuştinên kiryar nediyar, êrîşên bombeyî, êşkence û windakirina bi zorê vegotin. Dadgeh ji heft dadgeran pêk hat û serokê wê jî dadger Philippe Texier bû. Dadgerên ji neteweyên cuda, wijdanê cemaweriyê temsîl kirin.
 
Delîlên li ser şerê di navbera dewleta Tirk û gelê Kurd de a Tîrmeha 2017'an pêşkêşî Dadgeha Gelan a Daîmî hatibûn kirin. Dadgehê di biryara xwe de bi taybetî li ser bûyerên dema nêz sekinî û ragihand ku wan paşxaneya dîrokî û jeopolîtîk jî nirxandine.
 
DEWLETA TIRK BI KÎJAN SÛCAN HAT TAWANBARKIRIN?
 
Dozger Jan Fermon û Sara Montinaro delîl pêşkêşî dadgehê kirin û ji heyeta dadgehê xwestin ku li ser van rawestin.
 
* Sûcên şer ên ji 1'ê Hezîrana 2015'an heta 31'ê Kanûna 2017'an li bajarên Kurdan hatin kirin. (Mebest ji vê yekê, sûcên ku di dema berxwedanên xwerêveberiyê de li Cizîr, Sûr, Şirnex, Nisêbîn û herêmên din hatine kirin)
 
* Ji sala 2003'an û vir ve êrîşên bombeyî, cînayet an jî revandina nûnerên tevgera Kurdan, organên çapemeniyê û saziyên Kurdan ên li Tirkiye, yan jî li derveyî welat.
 
Dozdaran xwestin, Komara Tirkiyeyê li nava hiqûqa cemaweriyê ya navneteweyî bê nirxandin û weke berpirsyarê sereke yê sûcên tên îdîakirin bê dîtin. Li gorî sûcên ku hatin destnîşankirin, organên dewleta Tirk bi hemahengî demeke dirêj li dijî Kurdan sûcên giran kirine. Hate ragihandin ku rayedarên heyî jî demeke dirêj ev polîtîka dewam kirine.
 
DU BERSÛCÊN SEREKE: ERDOGAN Û HÛDÛTÎ
 
Yek ji kesên sereke yên hatin sûcdarkirin Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan e, ku bi meşandina şerê li dijî Kurdan, sorkirina hestên neteweperestî û nîjadperestiya Tirk û tewanbarkirina Kurdan bi 'terorîstiyê' hate sûcdarkirin. Dozdaran destnîşan kirin ku amûra ewlekariyê ya dewletê di vê çarçoveyê de li dijî Kurdan şîdet û hêzeke dijwar bi kar aniye.
 
Bersûcê din ê sereke general Adem Hûdûtî ye, ku dema sûc hatin kirin Fermandarê Artêşa Duyemîn bû. Hûdûtî weke berpirsyarê sereke yê operasyonên leşkerî yên li ser sînorê Iraq û Sûriyeyê hate nirxandin û hate sûcdarkirin ku di navbera 1'ê Çileya 2015'an û 15'ê Tîrmeha 2016'an de li bajarên Kurdan li dijî Kurdan operasyonên leşkerî meşand. Ji ber van operasyonan gelek sivîl hatin kuştin, avahiyên sivîlan hatin hilweşandin, bi taybetî tax, avahiyên dîrokî û berhemên açandî yên sekuler bi temamî ji holê hatin rakirin.
 
ÎNKAR ÇAVKANIYA PIRSGIRÊKÊ YE
 
Dozdaran destnîşan kirin ku redkirina mafê diyarkirina çarenûsa xwe ya gelê Kurd, çavkaniya bûyerên bi vî rengî ye. Di gilînameyê de hate ragihandin ku Kurd bi rêk û pêk li derveyî pêvajoyên biryarê yên aborî û siyasî hatine hiştin, li wan hatiye qedexekirin ku çand û nasnameya xwe li qada cemaweriyê bi kar bînin û êrîş li partiyên siyasî, medya, rojnamevan û aktîvîstên Kurd hatine kirin. Di gilînameyê de hate gotin, înkara bi rêk û pêk a li ser hebûna Kurdan bûye sedem ku di navbera dewleta Tirk û Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) de şerekî çekdarî rû bide.
 
Dozdaran ji Dadgeha Gelan a Daîmî xwestin ku tespît bike; sedema sereke ya sûcên şer û sûcên dewletê ji ber astengkirina mafê gelê Kurd ê diyarkirina çarenûsa xwe ye.
 
BILA DEWLETA TIRK BÊ MEHKÛMKIRIN
 
Kuştinên bê daraz û windakirina bi zorê li nava hiqûqa navneteweyî dikarin bibin mijara darizandinê, lê belê di asta şexsî de dimînin. Ji ber vê yekê dozdaran xwestin ku ji berpirsyariya şexsî wêdetir, dewleta Tirk bi xwe bê mehkûmkirin. Ji ber ku dadgeriyeke neteweyî û navneteweyî ya ku dewleta Tirk mehkeme bike nîne, Dadgeha Gelan a Daîmî kete dewrê. Di rûniştina dadgehê de ku 15-16'ê Adarê li Parîsê pêk hat, li gelek şahidan hate guhdarîkirin û gelek delîl hatin pêşkêşkirin. Aliyên dîrokî, çandî, aborî û siyasî yên pirsgirêkê ji aliyê pisporan ve hatin nirxandin.
 
BIRYAR: ÎNKARA BI RÊK Û PÊK SEDEMA ŞER E
 
Di biryara dadgehê de ya bi sedem, ev hikum hate dayin: "Xala bingehîn a şerê navbera gelê Kurd û Komara Tirkiyeyê û sedemên bingehîn ên binpêkirina hiqûqa navneteweyî ji aliyê hêzên leşkerî yên Tirk ve, înkarkirina bi rêk û pêk a mafê gelê Kurd ê diyarkirina çarenûsa xwe ye." Heyeta dadgehê, ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve li ser mafê diyarkirina çarenûsa xwe rawestiya û destnîşan kir ku di nava hemû dewletan de Kurd jî xwedî vî mafê kolektîf e.
 
PKK TÊKOŞÎNEKE ÇEKDARÎ DIKE
 
Dadgehê karakterê şerê navbera dewleta Tirk û PKK'ê jî lêkolîn kir û gihîşt vê encamê: "Polîtîkayên zordar ên dewleta Tirk ên li ser nifûsa Kurdan, kir ku gelê Kurd di nav rêveberiya PKK'ê ya ku têkoşîna çekdarî dike, xwe bi rêxistin bike. Ji bilî vê yekê ti alternatîf ji Kurdan re nehate hiştin. Divê PKK weke şerekî çekdarî yê ne navneteweyî neyê analîzkirin. Li gorî rêveberên vê rêxistinê, çalakiyên çekdarî yên PKK'ê di çarçoveya hiqûqa navneteweyî ya li ser şerê çekdarî yê ne navneteweyî bên dîtin. Lewma, tiştekî gelekî girîng e ku pênaseyeke hiqûqî ya li ser şerê çekdarî yê navbera Tirkiye û PKK'ê were lêkolîn. Ji ber ku hiqûqa li karên leşkerî yên vê rêxistinê tê bicihanîn, ji vê pênaseyê dest pê dike."
 
Dadgehê şerê ji sala 1984'an û vir ve diqewime lêkola û gihîşt vê encamê: "Dema ku dijwariya şer, dem û wesfê aliyên vî şerî bê nirxandin, wê were dîtin ku şerê navbera dewleta Tirk û PKK'ê, şerekî çekdarî yê ne navneteweyî ye."
 
PKK RÊXISTINEKE SIYASÎ-LEŞKERÎ YE
 
Li ser PKK'ê ev tespît hate kirin: "PKK bersivê dide hemû krîterên rêxistineke siyasî û leşkerî ku ji bo mafê gelê Kurd ê diyarkirina çarenûsa xwe li dijî hêzên ewlekariyê, artêş û meqamên Tirk têkoşîna çekdarî dike. Di vî warî de şik û guman nîne." Dadgehê piştî ku rêxistinbûn û çalakiyên PKK'ê lêkolîn kir, gihîşt vê encamê: "PKK organîzasyoneke ku li qada neteweyî, herêmî û xwecihî xwedî berpirsyariyan e. Ev hiyerarşiya PKK'ê polîtîkayê diyar dike û endamên rêxistinê û piraniya gelê Kurd li gorî telîmatên wê tevdigerin." Dadgehê bal kişand ser biryarên agirbestê yên navenda biryardanê ya PKK'ê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku piraniya milîtanên PKK'ê û gelê Kurd li gorî van biryaran tevgeriyane.
 
KURD LI DERVEYÎ PÊVAJOYÊN SIYASÎ Û ABORÎ HATIN HIŞTIN
 
Dadgehê bûyerên ku di dema sûcên şer û sûcên dewletê de qewimîn lêkolîn kir, li şahidan guhdarî kir, belge lêkolîn kir û gihîşt vê tespîtê: "Welatiyên Kurd bi rengekî rêk û pêk li derveyî pêvajoyên biryardanê yên siyasî yan jî aborî hatin hiştin."
 
Çend ji hukmên ku dadgehê biryar li ser wan daye:
 
"Bi qedexekirina zimanê Kurd li qada cemaweriyê, bi qedexekirina partiyên siyasî yên Kurdan û girtina rêveberên van partiyan re dewletê hewl da çanda Kurd tine bike. Bi heman rengî medya Kurd qedexe kir û gelek rojnamevan girt.
 
Di navbera 6-8'ê Cotmeha 2014'an de, li dijî helwesta hikumetê ya li ser dorpêçkirina Kobanê bi çalakiyan nerazîbûn hate nîşandan. Di dema van çalakiyan de 42 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan. 5'ê Hezîrana 2015'an di bombekirina mîtînga HDP'ê de li Amedê 5 kes mirin. 20'ê Tîrmeha 2015'an li Pirsûsê di êrîşa bombeyî de 33 kes mirin. 10'ê Cotmeha 2015'an li Enqereyê di mîtînga aştiyê de êrîşa bombeyî hate kirin û 100 kes mirin.
 
Di navbera Tebaxa 2015 û Çileya 2018'an de (bi rengekî fermî hate piştrastkirin ku herî kêm 289 kes in hatin kuştin) di dema qedexeya derketina derve de, li 11 bajar û 49 navçeyên Tirkiyeyê 1.800.000 kes ji mafên xwe yên bingehîn bêpar hatin hiştin.
 
Tevî ku hikumeta Tirk îdîa dike ku li dijî karên terorîstî operasyon hatin kirin jî, ya hate kirin operasyonên şer ên li dijî şêniyên bajaran bû. Qanûnên bi cih hatin anîn, qanûnên şer in. Sûcên ku hatin kirin, sûcên şer in...
 
ÇALAKIYÊN PROTESTOYÎ YÊN GEL NABE KU BI 'TERORÎSTÎ' BÊN BINAVKIRIN
 
"Çalakiyên protestoyî yên gel, encameke qedandina pêvajoya aştiyê bû û nabe ku bi ti awayî weke çalakiyên terorîstî bên binavkirin. Rayedarên Tirk tevî ku dikarîbûn bi operasyoneke ji rêzê ya polîsan bi pêş ve biçûya, bi hêzên taybet, topxane û çekên giran dest li şerê li bajaran werda û ev yek jî bû sedema hilweşîneke mezin. Encamên vê yekê, sûcê şer e. Êrîşa li dijî sivîlên ku ala spî hildabûn û bi giştî jî mîna li Cizîrê, êrîşa li jêrzemînan (Çileya 2016), cînayet, êşkence, îmhakirina malên mirovan weke sûcê şer divê bên dîtin."
 
Dadgehê di dewama biryara xwe de bal kişand ser hilweşandina avahiyên dîrokî, xanî û mizgeftan û destnîşan kir ku ev yek jî binpêkirina Peymanên Cenevreyê ye.
 
SÛC JI ALIYÊ DEWLETÊ VE HATIN ORGANÎZEKIRIN
 
"Di rûniştinê de her wiha hate tespîtkirin ku dewleta Tirk li dijî şexsan an jî komeleyan sûcê hiqûqa cemaweriyê, ya jî sûcê dewletê kiriye, sûc organîze kiriye ya jî parastiye. Mînaka herî nêz jî, 9'ê Çileya 2013'an li Parîsê kuştina sê milîtanên Kurd Fîdan Dogan, Sakîne Cansiz û Leyla Şaylemez e. Lêpirsînê nîşan da ku karmendê payebilind ên servîsa îstîxbaratê ya Tirk MÎT tevlî vê cînayetê bûne."
 
Dadgehê wekî din işaret bi bi hezaran windahî û înfazên bê daraz kir (kuştinên kiryar nediyar) û diyar kir ku mîna kuştina helbestvan û rewşenbîrê Kurd Mûsa Anter, dewlet bi giranî di asta herî bilind de tevlî van sûcan dibe.
 
BIRYAR: SÛCÊ ŞER Û SÛCÊN DEWLETÊ HATIN KIRIN
 
Li gorî delîlan û şahidan, jûriya Dadgeha Gelan a Daîmî ev biryar dan:
 
1- Dewleta Tirk, hebûn û nasnameya gelê Kurd înkar kir, nasnameya Tirk li ser ferz kir, li dijî otorîteya dewleta Tirk weke gefekê dît, li derveyî jiyana siyasî, aborî û çandî ya welêt hişt. Bi vî rengî ji înkarkirina mafê gelê Kurd ê diyarkirina çarenûsa xwe berpirsyar e.
 
2- Li gorî delîlên berfireh ên li ser bûyeran pêşkêşî dadgehê hatin kirin, dewleta Tirk di navbera 1'ê Çileya 2015-1'ê Çileya 2017'an de ev sûc kirine:
 
a- Li gelek bajarên li başûrê rojhilat ê Anatoliyê di dema şer de komkujî kir, nifûsa Kurdan koçber kir, bi vî rengî nîşan da ku dixwaze gelê Kurd ji aliyê fîzîkî ve tine bike û sûcê şer kir.
 
b- Li Tirkiyeyê û di serî de Fransa li derveyî welat, bi hêzên ewlekariyê û servîsên veşartî cînayet, kuştinên kiryar nediyar û windakirina bi zorê kir. Bi vî rengî sûcê dewletê kir.
 
ERDOGAN Û HÛDÛTÎ YEKSER BERPIRSYAR IN
 
3- Serokkomarê dewleta Tirk Recep Tayyîp Erdogan bi taybetî ji sûcên şer û sûcên dewletê yên li bajarên başûrê rojhilat ê Anatoliyê qewimîne berpirsyar e. Daxuyaniyên Erdogan û helwesta wî ya giştî ku Kurd û rêveberên wan ên li herêmê weke 'terorîst' nîşan da, kir ku hêzên polîs û leşkeran li dijî şervanan û gelê sivîl şîdeteke bê sînor bi kar bînin. Ev şîdet teşwîq û rewa kir. Fermandarê Artêşa 2. a Tirkiyeyê General Adem Hûdûtî, weke rêveberê bingehîn ê operasyonên hêzê leşkerî, polîs û milîsên paramîlîter, ji sûcên hatine gotin yekser berpirsyar e."
 
PÊŞNIYARÊN LI TIRKIYEYÊ HATIN KIRIN
 
Dadgehê herî dawî ev pêşniyar li Tirkiyeyê kir:
 
1- Divê Tirkiye tavilê operasyonên xwe yên li Sûriyeyê biqedîne û yekîneyên xwe vekişîne nava sînorên xwe yên neteweyî,
 
2- Tirkiye neçar e ku berpirsyarê sûcên şer ên ku Dadgeha Gelan a Daîmî tespît kiriye, ceza bike.
 
Ev neçariya konvansiyonel xwe dispêre normê hevpar ê Peymana Cenevreyê ku 12'ê Tebaxa 1949'an hate destnîşankirin.
 
3- Divê Tirkiye mekanîzmayên dewleta hiqûqê ava bike û dadger û rojnamevanên hê girtî ne berde, mamoste û dadgerên (dadger û dozger) ji Tîrmeha 2016'an ve îstifa kirine li wezîfeya wan vegerîne, rê li ber azadiya çapemenî û agahîwergirtinê veke, dawî li rewşa awarte bîne û li gorî Peymana mafên Mirovan a Ewropayê tevbigere.
 
Dadgehê li binê vê xalê bal kişand ser mafê Kurdan ê ji bo diyarkirina çarenûsa xwe û got, "Ancax bi naskirina nasnameya gelê Kurd re dikare êş û şerê demdirêj ê navbera her du aliyan bên qedandin. Bidawîbûna şer, yekane rêya ewlebûna jiyana her kesî ye. Divê ev yek bi taybetî were destnîşankirin; naskirina mafê gelê Kurd ê diyarkirina çarenûsa xwe, bi ti awayî nayê wateya cihêbûnê."
 
4- Divê Tirkiye tavilê dest ji karê xwe yê leşkerî berde, bi niyeteke baş ji nû ve dest bi muzakereyên ji bo çareseriya aştiyane bike û di demeke maqûl de biqedîne.
 
5- Bi qedandina peymana aştiyê re, ji bo sûcên ku aliyan di dema şer de kirine efû dikare bê ragihandin û di rewşeke wiha de hemû girtiyên siyasî yên hê girtî ne bên berdan.

Sernavên din

25/05/2018
13:50 Şandeya DYA ji bo Minbîcê hat Tirkiyeyê
13:16 YSK'ê namzetê HDP’ê yê rêza yekem ê Şirnexê veto kir
12:25 e-rojname li ser înternetê dest bi weşanê kir
12:20 Dayîka Mîraz: Bi mîlyonan hene ku li şûna min deng bidin
12:18 3 karker di qezayên kar de mirin
12:10 'Ji bo aştî û demokrasiyê dengê me ji HDP û Demîrtaş re ne’
11:58 Leşkeran alên HDP’ê daxist
11:44 Bakkalci: Krîza mirovahiyê li cîhanê bi komkujiya Roboskî hat dîtin
11:32 Namzetên HDP'ê yên Mûşê: AKP dê bi findan li 7’ê Hezîranê bigere
11:29 Malbat ji bo biçin Îmraliyê cara 77’an serî li dozgeriyê dan
11:04 Ji jinên HDP’ê kampanyeya ‘7 hezar jin, 7 hezar sindoq’
10:33 Rojnameya Yenî Yaşam dest bi weşanê kir
10:32 Têkoşîna ji bo tenduristiya gel da, dê vê carê ji bo azadî û demokrasiyê bide
10:31 Dengê Bakurê Sûriyeyê rojnameya Ronahî dest bi weşana rojane dike
10:23 Prof. Dr. Oran: HDP'ê bi namzetên azadîparêz gavek gelek rast avêt
10:14 Girtiyê name ji Demîrtaş re şand rastî 4 meh ceza hat
09:54 Baluken bertek nîşanî erêkirina ceza da: Dê ev ceza wek deqek reş bikeve nav dîrokê
09:20 Weşanên Aryenê 3 pirtûkên nû çap kirin
09:19 Amedî: HDP rizgariya gelan e
09:18 Hewl dide bi laçika spî biçe Meclîsê
09:17 Kirbayir 23 salin li gora birayê xwe digere: Dewlet kujeran diparêze
09:16 'Ji ber îtifaqa jinan esas digire em li cem HDP’ê ne’
09:16 Karkerên bi KHK’an ji kar hatin avêtin: Em ê li ser sindoqan bersivê bidin
09:15 Alayumat: Min bêriya wênekêş û kamareya xwe kiriye
09:14 Jinek karker û cotkar: Ez ê dengê karker û jinan veguhezînim Meclîsê
09:13 Hûnermendên Edeneyê: 24’ê Hezîranê dê bibe roja azadiya hûner
09:00 ROJEVA 25'Ê GULANA 2018'AN
24/05/2018
17:21 Dozger serlêdana parêzeran cara 758’emîn red kir
16:12 Kesên wesayîta anonsa HDP’ê dîtin herikîn kolanan
16:11 Li ser peykerê jinê nivîsên zayendperest nivîsandin
15:59 Piştgiriya HDP’ê mezin dibe: Em dê bi hevre bi ser bikevin
15:47 Trîbûnala Navneteweyî, Tirkiye mehkûm kir
15:17 Îtîraza redkirina daxwaza berdana Demîrtaş jî hat redkirin
15:10 Egîtîm Sen: Endamên me bi ÎHA tên şopandin
14:59 Namzetên HDP’ê dest bi xebatên xwe kirin
14:56 Cerdevanê rastî êrîşê hat jiyana xwe ji dest da
14:21 Midûrê wargeha 12 xwendekar lê şewitîn: Min gundên mehrûm û xizan hilbijartin
13:27 Xebatkarên PTT'ê yên Îzmirê ji bo mafê xwe çalakî pêk anîn
13:13 ÎSÎGM: Di 4 salan de li Gebzeyê 94 karker di cînayetên kar de mirin
13:08 Dozger xwest doza windakirina 11 gundiyên Pasûrê betal bibe
12:17 Ji 150 hezar girtiyan kijan dê karibe dengê xwe bidin?
11:57 Alîkarê Midurê Şaxa Ewlehiyê: Ez ê nehêlim HDP tabelaya xwe daliqîne
11:49 Gelê Colemêrgê: Sindoqan hezar kîlometre dûr bixin jî emê dengê xwe bidin
11:09 Leyla Guven: Ez ê hewl bidim bibim layîqî rûmeta we
11:08 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê cara 758'an serî li dozgeriyê dan
11:04 Li Colemêrgê teqîn: 2 cerdevan mirin
11:03 Yalçindag: Baluken bi destê darazê ji siyasetê dahfdan
10:21 Polîsan li Mûşê zarokek bi giranî birîndar kir
10:18 Buldan: HDP’ê bi hemû gelan re îtîfaq pêk anî
10:04 Namzetê Rihayê yê AKP'ê Fakibaba piştî bû wekîl rûyê xwe reş kir
09:20 Şirnexiyên koçber bûn: Em ê tiştên anîn serê me ji bîr nekin û wisa biçin ser sindoqan
09:19 Çawîş û polîsên ku hatin tayînkirin dê du caran deng bi kar bînin!
09:18 Galerîvan: Gel ditirse, gelo dê ev der jî bibe wekî Sûriyeyê
09:17 HDP: Ji bo ewlehiya hilbijartinê xwe qeyd bikin
09:16 Li ser ‘Efrîn’ stranek çêkir
09:15 ‘Jin ji îktîdara AKP’ê re dibêjin êdî bes e’
09:13 Dewletê bedelê wesayitekê ji yê 9 mirovan bi qîmettir dît
09:12 'Em dengê xwe nadin partî û îtîfaqên kuştinên zarokan pîroz dibînin’
09:12 Li Wanê hedefa HDP’ê 8 wekîl e
09:00 ROJEVA 24'Ê GULANA 2018'AN
23/05/2018
19:28 Rojmameger Alayumat ji girtîgehê derket
17:48 Di Gulanê de Birûskê 9 ruh stendin
17:01 Jinan li Nisêbînê bi coş buroya hilbijartinê vekir
17:00 Leşkerên şahid: Dema maşîne li Hazarê qeliband min hîs nekir
16:50 Polîsan ciwanek binçav kir û gopalê daholvan desteser kir
16:42 Xebatkarê kovara Ozgur Toplum Kiliç nehat berdin
16:28 Buldan: Em ê li Amedê 12 wekîlan derxin
16:15 Dadgeha Herêma Dîlokê 16 sal û 8 meh cezayê Baluken erê kir
15:34 200 karkerên mûçeyên wan nehatin dayîn dest ji kar berdan
15:00 Rojnameger Erdogan Alayumat hat berdan
14:46 Amedî amadekariya pêşwazîkirina namzetên HDP'ê dike
14:35 Aborînas: Zengila topavêtinê lê dide
14:16 Danişîna rojnameger Kaya hat dîtin
13:59 DDKD: Em ê di 24’ê Hezîranê de dengên xwe bidin HDP’ê
13:58 Rêxistinên mafên mirovan banga Roboskê li DMME kirin
13:51 HDP dadikeve qadê: Dê biçin çar aliyê Tirkiyeyê
13:25 Namzetên HDP’ê: Ji bo yekîtiya gelan û dengê kolanan HDP
12:33 Namzetên jin ên HDP'ê yên rengîn
12:28 Cenazeyê zarokekê li Cizîrê hat dîtin
12:15 Li Şirnexê, endamê meclîsa şaredariya DBP’ê hat binçavkirin
12:14 Rojnameger Îdrîs Sayilgan dîsan nehat berdan
11:49 HDP'ê ‘Deklarasyona çareseriya pirsgirêka kurd’ eşkere kir: Ocalan û 24’ê Hezîranê ji bo aştiyê hêvî ne
10:40 Di 24’ê Hezîranê de dê beşdarî ezmûnan bûbûya, lê niha hewl dide biçe Meclîsê
10:19 6.Mihrîcana Belgefîlman a FîlmAmed dest pê dike
10:09 Li Rojhilatê Sûriyeyê QSD dawî li DAIŞ’ê tîne
09:19 Gelên elewî, suryanî, ermenî û gurcî li dora HDP'ê dibin glok
09:17 Ji bo cîhanek bê sînor û bê çîn HDP
09:17 Welatiyên ermenî: Kî me temsîl bike em ê dengê xwe bidin wan
09:16 Jinên ciwan: Ji bo pêşerojeke azad em ê dengê xwe bidin HDP'ê
09:15 Beştaş: Em ê Meclîsa Jinan weke pergalek siyasî bi pêş bixin
09:14 Dozger der barê mirina Ayhana 16 salî de biryara neşopandinê da
09:14 Kaya ya ku li hemberî pirsgirêkên jinan ker û gor bû, dîsa bû namzet!
09:02 Tahmaz: Pêkanînên AKP'ê bînin bîra xwe û biçin ser sindoqan
09:01 ‘Em ê li dijî kesên cudaxwaziya zayendî diparêzin têbikoşin'
09:00 Namzetên AKP'ê yên berê wekilên Rihayê bûn tenê qoltixên meclîsê dagir kirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ GULANA 2018'AN
08:43 Dolar dîsa bi rekorê dest bi rojê kir
22/05/2018
18:14 HDP'ê redkirina berdana Demirtaş îtîraz kir
16:44 HDP sibê li Amedê ‘Deklarasyona çareseriya pirsgirêka kurd’ eşkere dike
16:43 TL li hemberî dolar û euro qîmetê winda dike