TJA çû serdana gundên şewat lê derketî: Encama polîtîkayên şerê taybet e

  • rojane
  • 14:44 23 Hezîran 2024
  • |

AMED - TJA çû serdana karesata şewatê lê derketî. Harîka Peker li ser navê TJA’yê axivî û got ku tiştên diqewimin encama polîtîkaya şerê taybet ê li Kurdistanê ye. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar jî diyar kir ku dê birînên xwe bi hev re derman bikin. 

 
Şandeya Tevgera Jinên Azad (TJA) çû serdana gundên Tobinî û Herberê yên navçeya Xana Axpar a Amedê û çoltarê gundê Kelekê yê navçeya Şemrex a Mêrdînê ku şewat lê derketibû. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, siyasetmedar Gultan Kişanak û Sebahat Tuncel jî di şandeyê de cih girtin. Şande ji ewil çû Herberê û bi jinan re civiya. Piştre jî derbasî gundê Tobiniyê bû. Şande li vir bi welatiyan re hate gel hev, sersaxî ji malbatan re xwest û peyamên piştevaniyê da. 
 
Şande piştre jî derbasî gundê Kelekê bû. Şandeya TJA’yê piştre çû sedana mala şînê û piştre daxuyaniyeke kin da. Harîka Peker di daxuyaniyê de li ser navê TJA’yê axivî û wiha got: “Sê roj berê li vir şewat derket û hem li Şemrexê hem jî li Xana Axparê gelek welatiyên me jiyana xwe ji dest dan û gelek kes birîndar bûn. Weke TJA’yê em ji bo malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane sersaxiyê û ji bo birîndaran jî şîfaya xêrê dixwazin.” 
 
‘POLÎTÎKAYA ŞERÊ TAYBET’
 
Peker, destnîşan kir ku şewata derketî weke rewşekî asayî tê nîşandan û wiha pê de çû: “Weke bûyerekî xwezayî nîşan didin lê ev ne wisa ye. Ji ber bêtevdîriyê hat jiyîn. Îro li Kurdistanê şerekî taybet tê meşandin. Tiştên li vir qewimîn jî parçeyekê wê ye. Gelek mirovên me ji ber van polîtîkayan tên mexdûrkirin. Bi polîtîkayên şer û ewlehiyê Kurdistanê talan dikin. Lewma em nikarin tiştên li vir qewimîn weke tiştên ji rêzê bibînin. Divê hesaba wê were pirsîn. Di dema xwe de mudaxile nehat kirin lewma ewqas kes mirin. Dema li Kurdistanê bûyerek diqewime, her kes xwe bêdeng dike. Bi meha ye bi navê DEDAŞ’ê li vir zilm tê kirin. Polîtîkayek tê meşandin. Berpisyarên vê bûyerê walî û rayedarên DEDAŞ’ê ne û divê îstîfa bikin. Weke TJA’yê heta berpirsyar tên darizandin em ê bûyerê bişopînin.” 
 
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar jî got ku şewat veguheriye cînayetê û ev tişt anî ziman: “Li vî welatî tişta ku mafê we yê jiyanê diyar dike, xaka we û nasnameya we ye. Heke ev şewat li cihekî derketa dê ewqas kes jiyana xwe ji dest nedabûna. Ji kêliya ewil a şewatê ve şaredariyên me seferberî ragihand. Hewl dan xwe bigihînin walî û qeymeqam. Waliyê ku wê rojê telefonên me ranekirî îro tevî parêzvanên xwe hatiye vê derê. Tenê helîkopteran dikariyan vî agirî vemirînin. Lê gotin yên bi şev dibînin tune ne. Baş e dema şewat bi şev derdikeve dê çi bikin? Helîkoptera ku digotin tune ye, di heman şevê de ji bo kişandina kesên li vir bi hewa bû. Me êşa xwe jiya û dê têkoşîna xwe bidomînin.” 
 
‘EM Ê ERDNÎGARÎ Û JIYANA XWE AVA BIKIN’ 
 
Uçar, bal kişand ser lansmana ji hêla Wezareta Çandinî û Daristanan ve hatiye amadekirin û axaftina xwe wiha qedand: “Li Aybaşiyê fîloya vemirandina şewatên daristanan dan nasîn. Navê ‘nefes’ li vê fîloyê kirin. Tişta ku dewletê jê re digot ‘nefes’,  li Kurdistanê gelê me bênefes hişt. Me ev polîtîkaye gelek caran dîtine. Dixwazin Kurdistanê vala bikin. Lê em ê xaka xwe bernedin. Em ê b hev re birînên xwe derman bikin. Bi herêma karesatê re bila tevahiya welatiyên me gilî bikin. Ji ber stûnên nehatine guherandin û helîkopterên nehatin şandin serlêdana sûc bikin. Em ê erdnîgarî û jiyana xwe bi hev re ava bikin.” 
 
Şandeya TJA’yê piştî daxuyaniyê ji gund derket. 
 
 

Sernavên din

01/07/2025
16:15 Li Îranê di şeş mehan de 424 kes hatin darvekirin
15:46 Komîsyona Ciwanan a ÎHD'a Enqereyê hate damezirandin
15:42 Hûrgiliyên gelaleya DEM Partî dê pêşkeşî komîsyonê bike diyar bûn
15:24 Komeke paşverû li Beyoglûyê kom bû
15:15 Danişîna Nîmet Tanrikûlû hate taloqkirin
15:00 Malpera înternetê ya Lemanê hate astengkirin
14:55 Îfadeyên xebatkarên Kovara Lemanê yên li emniyetê temam bûn
14:52 Tulay Hatîmogûllari çû serdana TESK’ê
14:51 Der barê girtiyên li Girtîgeha Dûmlûyê de lêpirsîn hate destpêkirin
14:48 Şandeya ji Ewropayê çû serdana DEM Partiyê
13:58 Li Erxeniyê mirina bi guman
13:57 DAD’ê têkildarî Madimakê daxuyanî da: Bila Komîsyona Lêkolînên Heqîqetê bê avakirin
13:48 Gemlîk vêcarê bi pileya 3.0’ê hejiya
13:43 Îran: Heke DYA temînatê nede em ê muzakereyan nekin
13:36 Piştî 31 salan bi sirûda ‘Herne Pêş’ hat pêşwazîkirin
13:30 Li Gemlîkê bi pileya 4.2’yê erdhej çêbû
12:54 Wezîr Yûmakli têkildarî şewatan daxuyanî da
12:50 Bakirhan: Bila komîsyon bê avakirin, gavên demokratîkbûnê bên avêtin
12:45 Şandeya ji Ewropayê hat ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re daxwazname da
12:35 Li Gemlîkê erdhej
12:19 Li Hatayê şewat belav dibe: Ka ew 27 balafir û 105 helîkopter li ku ne?
12:03 DEM Partî: Em li dijî hemû zextên li ser muxalefetê ne
12:02 Ferîde Eralp: Em ji bo aştiyeke jin tê de azad bixebitin
11:36 Bayindir: Geşedanên kurewî kongreya netewî ferz dike
11:35 Serokatiya demê ya YE’yê derbasî Danîmarkayê bû
11:21 DYA’yê mueyîdeyên ser Sûriyeyê rakir
11:21 Li Elkê têketina 3 herêman hate qedexekirin
11:15 Xelata serketiyên pêşbirka wênekêşiyê nehate dayîn
11:14 Çalakî û meşên li Beyoglûyê ji bo rojekê hatin qedexekirin
11:13 Şewata li Antakyayê didome
11:13 Bi hinceta ‘stokê’ dest danîn ser tirşiyê girtiyan
11:12 Li 3 navçeyên Manîsayê şewat derket
11:11 Şewata li Îzmîrê di roja 3’yan de didome
11:11 Jin li Gimgimê ji bo çand, xweza û azadiyê civiyan
10:20 Serokên Baroyan: Divê TBB şandeya çavdêriyê ava bike
10:18 Li Hesandînê xebatên bêyî ÇED’ê: Hişyariya texrîbatên jêneveger hat kirin
09:43 Fatma Bostan Unsalê bangî desthilatê kir: Divê gavên hiqûqî û siyasî bên avêtin
09:42 Li Rihayê dê danişîna tecawizkirina zarok bê lidarxistin
09:41 Seferî Yilmaz: Divê li dijî rantxwirên şer her kes ji bo aştiyê bixebite
09:24 Malbata Rozerîn Çûkûrê bertek nîşanî biryara AYM'ê da: Me edalet nedît
09:00 Nivîskar Taç: Em li pêvajoyê xwedî derkevin
09:00 ROJEVA 1’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:29 Mihrîcana Tetwanê: Em jin ji bo pêvajoyê amade ne
08:28 Li Îzmîrê li dijî CHP’iyan operasyon: Tunç Soyer hate binçavkirin
30/06/2025
17:21 Temellî: Divê zemîna hiqûqî were avakirin
17:07 Encamnameya Meclisa Ekolojiyê ya Amedê: Bi komunan em xwezayê biparêzin
16:19 Jin di ‘Atolyeya Jineolojiyê’ de hatin gel hev
16:06 Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye ji bo 8’ê Tîrmehê bang kir
15:23 Şirîn Ebadî: Îşkenceyên li Girtîgeha Evînê zêde bûn
14:57 Li Amedê sulha du malbatan hate kirin
14:46 Mihrîcana jinan di roja duyemîn de didome
14:38 Şîna Bêrîvan Arazê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:29 Ji ber ‘pîrozkirina Newrozê’ ceza dan girtiyên jin
13:55 Kerîm Boran ji girtîgehê derket
13:32 Şewata li Antakyayê gihişt jîngehan
13:10 CHP: Em partiya xwe teslîm nakin
13:00 Di doza lijneyê ya CHP’ê de dê xwe li benda ‘îtîraza li dijî bêpeywiriyê’ bigirin
12:19 Xwebûn bi manşeta ‘Şêx Seîd dengê gel bû’ derket
12:11 Dayikan banga yekitiyê li gelê Kurd kir
11:51 Li Semsûrê jinek hate qetilkirin
11:50 Li gorî TUÎK’ê 2 milyon û 972 hezar kes bêkar in
11:05 Xêro Abbas: Divê hunermend piştgiriyê bidin pêvajoyê
10:15 Kesên dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin tên Tirkiyeyê
09:52 Şewata li 3 bajaran hate kontrolkirin
09:51 De Conca: Çareserî manîfestoya Ocalan e
09:34 Serokkomar biryara tehliyeya girtiyê nexweş Boran da
09:33 Şewatên li Îzmîrê di roja 2’yemîn de ne:10 tax hatin valakirin
09:12 ‘Gel piştgiriyê dide pêvajoyê’
09:11 Piştî îşkenceyê gef xwarin: Ev der Guantanamo ye
09:10 ‘Nabe ku girtiyên nexweş bibin mijara bazarê’
09:00 ROJEVA 30’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:22 Şewata li Omeryayê hate vemirandin
29/06/2025
17:43 Şêx Seîd û hevalên xwe hatin bibîranîn: Cihê gorên wan nîşan bidin
16:44 Şêx Seîd û hevalên xwe li Xarpêtê hatin bibîranîn
15:29 Ji MED TUHAD-FED û OHD’ê rapor: 631 girtiyên nexweş hene
15:02 DEM Partî bi serokên baroyan û hiqûqnasan re civiya
14:50 Li Kerboranê ji bo zarokan şahî hat lidarxistin
14:49 Çîçek: Dema mijar dibe Kur û Ocalan hiqûqê ji holê radikin
14:25 Li Amedê konferansa ‘Di pêvajoyên şer û çareseriyê de zarok’ hat lidarxistin
13:25 Komxebata di Civaka Demokratîk de Ked: Em neşopînin, ava bikin
13:01 DEM Partiyê ji bo Şêx Seîd banga daxwaza ‘îade-î îtîbarê’ kir
12:22 Bayindir: Dê têkoşîna 100 salî ya gelê Kurd bi serkeftinê tacîdar bibe
12:10 Ji Trump daxuyaniyê Xezeyê: Lihev bikin
11:39 Li Gimgimê mihrîcana jinan: Li cihê Ekîn xistin erdê em radibin ser pêyan
10:41 DBP’ê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî
10:35 Bi dikana xwe ya biçûk têdikoşe
10:34 Hejmara 122’yan a kovara Jinê derket
10:29 Di 24 saetan de li Xezeyê 81 kes hatin qetilkirin
10:23 ‘Divê jin tevli pêvajoyê bibin’
10:19 Akademîsyen Mecîd: Duseriya partiyên Kurd li pêşiya yek lîsteyê astengî ye
09:59 Li gorî Dadgeha Destûra Bingehîn, kuştina Rozerîn Çûkûr rewa ye!
09:51 Hevşaredarên Tetwanê: Bi mihrîcanê em xwedî li çanda xwe derdikevin
09:50 'Şer hejmara astengdaran zêde dike’
09:24 Rojnameger: Divê kesên gef li hempîşeya me xwarin bên darizandin
09:14 Li Agiriyê 'Civîna Civaka Demokratîk' hat lidarxistin
09:02 'Li Rojhilata Navîn aştî û dîzaynkirin bi gelan re pêkan e'
09:01 Hiqûqnas Yokuş: Pêvajo dê bi temînata qanûnî bi ser bikeve
09:00 Komkujiyên li dijî jinan li Rihayê hate protestokirin
09:00 ROJEVA 29’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:59 Li Erdîşê coşa ‘Şahiya Biharê’