ENQERE - Îtîraza redkirina daxwaza berdana namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ê girtiye jî, ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 20’emîn a Enqerê ve hat redkirin.
Komîsyona Hiqûqî ya HDP’ê, ji bo redkirina daxwaza berdana namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ê li Girtîtgeha Tîpa F a Ederniyê di 22’yê Gulanê de îtîraz kirin.
Parêzerê Demîrtaş Mahsûnî Karaman, li ser hesabê Twîtterê, diyar kir ku îtîraza redkirina daxwaza berdana Demîrtaş jî hat redkirin.
Parvekirinên Karaman wihan: “Îtîraza redkirina daxwaza berdana Birêz Demîrtaş, ji li aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 20’emîn a Enqerê ve hat redkirin. Li pêş me tekane alternatîf ewe ku em bi daxwaza tedbîr û berî her tiştî bi dest girtinê serî li AYM’ê bidin.”