Namzetên HDP’ê dest bi xebatên xwe kirin

  • rojane
  • 14:59 24 Gulan 2018
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – Namzetên HDP’ê ji bo dest bi xebatên xwe bikin berê xwe dan herêmên xwe. Li Mêrsîn û Amedê namzet bi hezkirin û kelecanek mezin hatin pêşwazîkirin. Pêşwazîkirin û danasîn veguherî mitîngan. Li Hatayê jî namzet ewil çûn serdana gora kesên di çalakiyên Geziyê de jiyana xwe dest dane û bi vî awayî dest bi xebatên xwe kirin. 
 
Piştî ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) namzetên xwe da nasîn, namzetên parlamenteriyê vedigerin herêmên xwe. Namzetên HDP’ê ji aliyê girseyên qelebalix ve tên pêşwazîkirin. Namzetan bi karwanê wesayîtan li nav bajar geriyan û balkêş bû ku ji aliyê gel ve bi germahî tên pêşwazîkirin û dîmenên provaya 24’ê Hezîranê derketin holê. Coş û hezkirinek mezin li hember namzetan serdest e. Merasîmên pêşwazîkirinê vediguhere atmosfera mitîngan. 
 
Namzetên HDP’ê li Mêrsînê bi girseyî li navçeya Akdenîzê hatin pêşwazîkirin. Şahiya danasîna namzetan li Parka Ozgur Çocuk a navçeya Akdenîzê pêk hat. Namzet bi def û zirnê û lîlandinê hatin pêşwazîkirin. Namzet li gel stranên kurdî danasîn û namzet yek bi yek derketin ser dikê û gel silav kirin. 
 
Hevserokê HDP’a Mêrsînê Murat Baykan destnîşan kir ku zêde dema wan nîne û got: “Di pêvajoya pêşiya me de hilbijartinên girîng hene. Em ê bi serkeftina van hilbijartinan aştî û demokrasiyê bînin welêt.” 
 
‘EM Ê BI ER BIKEVIN’ 
 
Namzetê HDP’ê yê Mêrsînê Atîlla Guney jî got: “Em ê tenê ne xebata hilbijartinan, di heman demê de em têkoşîna demokratîkbûna Tirkiyeyê birêve dibin. Em ê bi ser bikevin. Ji niha ve li gelê me pîroz be.” 
 
‘SILAV JI KARKERÊN SODA’YÊ RE’ 
 
Pişt re namzetê HDP’ê yê Mêrsînê Ridvan Turan jî axivî û wî jî wiha got: “Em çalakiya greva karkerên SODA yên li Edene û Mêrsînê li ber xwe didin silav dikin. Li gel ku em di bin siya OHAL’ê de diçin hilbijartinan jî dê gel û kedkar bi ser bikevin û dê di rêveberiya welêt de bibin xwedî gotin.”
 
Namzeta HDP’ê ya Mêrsînê Fatma Kurtulan jî da zanîn ku ew ê bi jin û ciwanan re mil bidin milê hev û dê dê têkoşîna serkeftinê birêve bibin û got: “Yên ku welat ji pêvajoya antî demokratîk rizgar bikin em in.” 
 
Piştî axaftinan şahî bi çepik û berzkirina sloganan bi dawî bû. 
 
HATAY 
 
Namzetên HDP’ê yên Hatayê Bariş Atay, Hulya Kavuk, Kerem Nalbant, Fatma Ozdemîr, Servet Kavukoglu, Kadriye Turhan, Yilmaz Bayram, Guluzar Işik Çay, Mîthat Mîrîoglu, Naîm Ozbek û Paraşîn Gumuş li herêma xwe dest bi xebatan kirin. Namzet li navenda Antakyayê ji aliyê rêveberên partiyê û gel ve hatin pêşwazîkirin. Pişt re Bariş Atay û namzetên din, xebatkarên hilbijartinan bi ziyaretkirina gora Abdullah Comert, Alî Îsmaîl Korkmaz û Ahmet Atakan yên di çalakiyên Parka Geziyê de jiyana xwe ji dest dan starta xebatan dan. 
 
Di serdana goran de malbatan jî li gel namzetên HDP’ê hebûn û piştevaniya wan kirin. 
 
Namzet li avahiya HDP’ê ya bajêr bi gel re hatin gel hev û danasîna wan kirin. Namzet pişt re xwe berdan kolanan û esnaf û gel ziyaret kirin.
 
AMED
 
Namzetên parlamenteriyê yên HDP’a Amedê jî dest bi xebatên hilbijartinê kirin. Namzet li Balafirgeha Amedê ji aliya bi hezaran kes ve hatin pêşwazîkirin û dûre bi konvoya wesayîtan li nava bajêr tur avêtin. Alîgirên Amedsporê bi alên xwe beşdarî konvoyê bûn, hemû welatiyên li kêleka rêyan nîşaneyên serkeftinê ji bo konvoyê nîşan dan. Pişt re namezet li ber avahiya Rêxistina HDP’a Amedê kom bûn û girseya gel û endam û rêveberên partiyê ku wan li ber avahiya HDP'ê bi berzkirina dirûşmeya “Amed bi we serbilind e” pêşwazî kirin. Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Feleknas Uca, Sîbel Yigîtalp û Ziya Pîr bi namzetan re gel silav kirin. 
 
‘NAMZETÊN AMEDÊ DÊ BIBIN HEWARA DAYÎKAN’
 
Hevserokê HDP’a Amedê Mehmet Şerîf Camci, destpêkê axivî û wiha got: “Namzetên Amedê dê bibin hewara dayîkan. Heya 24’ê Hezîranê têkoşîn têkoşîn û têkoşîn.”
 
PÎR: EM Ê TIM BIXEBITIN
 
Wekîlê HDP’ê yê Amedê Ziya Pîr jî anî ziman ku ew ê tim bixebitin û dê desthilatdariyê di sindoqande veşêrin. 
 
UCA: GELÊ AMEDÊ DÊ DI 24’Ê HEZÎRANÊ DE DÎROKÊ BINIVÎSÎNE 
 
Uca jî, da dest nîşan kir ku berxwedana gelê kurd wan li ser piyan digire û wiha bilêv kir: “Serê me bi gelê Amedê bilinde. Em deyndarê gelê xwene. Ji bo azadiya  gelê xwe em ê bi hevre têbikoşin.”
 
Piştre namzetên parlamenteriya HDP’ê yên Amedê Adnan Selçuk Mizrakli, Salîha Aydenîz, Îmam Taşçier, Remziye Tosun, Hişyar Ozsoy,  Semra Guzel, Garo Paylan, Dersim Dag, Musa Farîsogullari,  Abdurrahman Durmuş, Mehmet Temîzyuz û Ferda Fahrîoglu jî yek bi yek derketin ser otobusê, gel silav kirin û axivîn. Namzetan peyamên hevpar dan û gotin: “Di 24’ê Hezîranê de em ê rastiya gelê kurd bi wan bidin nîşandan. Em 12 wekîl dê biçin Meclîsê. Jin jiyan azad.”
 
Piştî danasînê namzet bi gerseya gel re li ber stranan govend gerandin.
 
 
 

Sernavên din

25/05/2018
13:50 Şandeya DYA ji bo Minbîcê hat Tirkiyeyê
13:16 YSK'ê namzetê HDP’ê yê rêza yekem ê Şirnexê veto kir
12:25 e-rojname li ser înternetê dest bi weşanê kir
12:20 Dayîka Mîraz: Bi mîlyonan hene ku li şûna min deng bidin
12:18 3 karker di qezayên kar de mirin
12:10 'Ji bo aştî û demokrasiyê dengê me ji HDP û Demîrtaş re ne’
11:58 Leşkeran alên HDP’ê daxist
11:44 Bakkalci: Krîza mirovahiyê li cîhanê bi komkujiya Roboskî hat dîtin
11:32 Namzetên HDP'ê yên Mûşê: AKP dê bi findan li 7’ê Hezîranê bigere
11:29 Malbat ji bo biçin Îmraliyê cara 77’an serî li dozgeriyê dan
11:04 Ji jinên HDP’ê kampanyeya ‘7 hezar jin, 7 hezar sindoq’
10:33 Rojnameya Yenî Yaşam dest bi weşanê kir
10:32 Têkoşîna ji bo tenduristiya gel da, dê vê carê ji bo azadî û demokrasiyê bide
10:31 Dengê Bakurê Sûriyeyê rojnameya Ronahî dest bi weşana rojane dike
10:23 Prof. Dr. Oran: HDP'ê bi namzetên azadîparêz gavek gelek rast avêt
10:14 Girtiyê name ji Demîrtaş re şand rastî 4 meh ceza hat
09:54 Baluken bertek nîşanî erêkirina ceza da: Dê ev ceza wek deqek reş bikeve nav dîrokê
09:20 Weşanên Aryenê 3 pirtûkên nû çap kirin
09:19 Amedî: HDP rizgariya gelan e
09:18 Hewl dide bi laçika spî biçe Meclîsê
09:17 Kirbayir 23 salin li gora birayê xwe digere: Dewlet kujeran diparêze
09:16 'Ji ber îtifaqa jinan esas digire em li cem HDP’ê ne’
09:16 Karkerên bi KHK’an ji kar hatin avêtin: Em ê li ser sindoqan bersivê bidin
09:15 Alayumat: Min bêriya wênekêş û kamareya xwe kiriye
09:14 Jinek karker û cotkar: Ez ê dengê karker û jinan veguhezînim Meclîsê
09:13 Hûnermendên Edeneyê: 24’ê Hezîranê dê bibe roja azadiya hûner
09:00 ROJEVA 25'Ê GULANA 2018'AN
24/05/2018
17:21 Dozger serlêdana parêzeran cara 758’emîn red kir
16:12 Kesên wesayîta anonsa HDP’ê dîtin herikîn kolanan
16:11 Li ser peykerê jinê nivîsên zayendperest nivîsandin
15:59 Piştgiriya HDP’ê mezin dibe: Em dê bi hevre bi ser bikevin
15:47 Trîbûnala Navneteweyî, Tirkiye mehkûm kir
15:17 Îtîraza redkirina daxwaza berdana Demîrtaş jî hat redkirin
15:10 Egîtîm Sen: Endamên me bi ÎHA tên şopandin
14:59 Namzetên HDP’ê dest bi xebatên xwe kirin
14:56 Cerdevanê rastî êrîşê hat jiyana xwe ji dest da
14:21 Midûrê wargeha 12 xwendekar lê şewitîn: Min gundên mehrûm û xizan hilbijartin
13:27 Xebatkarên PTT'ê yên Îzmirê ji bo mafê xwe çalakî pêk anîn
13:13 ÎSÎGM: Di 4 salan de li Gebzeyê 94 karker di cînayetên kar de mirin
13:08 Dozger xwest doza windakirina 11 gundiyên Pasûrê betal bibe
12:17 Ji 150 hezar girtiyan kijan dê karibe dengê xwe bidin?
11:57 Alîkarê Midurê Şaxa Ewlehiyê: Ez ê nehêlim HDP tabelaya xwe daliqîne
11:49 Gelê Colemêrgê: Sindoqan hezar kîlometre dûr bixin jî emê dengê xwe bidin
11:09 Leyla Guven: Ez ê hewl bidim bibim layîqî rûmeta we
11:08 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê cara 758'an serî li dozgeriyê dan
11:04 Li Colemêrgê teqîn: 2 cerdevan mirin
11:03 Yalçindag: Baluken bi destê darazê ji siyasetê dahfdan
10:21 Polîsan li Mûşê zarokek bi giranî birîndar kir
10:18 Buldan: HDP’ê bi hemû gelan re îtîfaq pêk anî
10:04 Namzetê Rihayê yê AKP'ê Fakibaba piştî bû wekîl rûyê xwe reş kir
09:20 Şirnexiyên koçber bûn: Em ê tiştên anîn serê me ji bîr nekin û wisa biçin ser sindoqan
09:19 Çawîş û polîsên ku hatin tayînkirin dê du caran deng bi kar bînin!
09:18 Galerîvan: Gel ditirse, gelo dê ev der jî bibe wekî Sûriyeyê
09:17 HDP: Ji bo ewlehiya hilbijartinê xwe qeyd bikin
09:16 Li ser ‘Efrîn’ stranek çêkir
09:15 ‘Jin ji îktîdara AKP’ê re dibêjin êdî bes e’
09:13 Dewletê bedelê wesayitekê ji yê 9 mirovan bi qîmettir dît
09:12 'Em dengê xwe nadin partî û îtîfaqên kuştinên zarokan pîroz dibînin’
09:12 Li Wanê hedefa HDP’ê 8 wekîl e
09:00 ROJEVA 24'Ê GULANA 2018'AN
23/05/2018
19:28 Rojmameger Alayumat ji girtîgehê derket
17:48 Di Gulanê de Birûskê 9 ruh stendin
17:01 Jinan li Nisêbînê bi coş buroya hilbijartinê vekir
17:00 Leşkerên şahid: Dema maşîne li Hazarê qeliband min hîs nekir
16:50 Polîsan ciwanek binçav kir û gopalê daholvan desteser kir
16:42 Xebatkarê kovara Ozgur Toplum Kiliç nehat berdin
16:28 Buldan: Em ê li Amedê 12 wekîlan derxin
16:15 Dadgeha Herêma Dîlokê 16 sal û 8 meh cezayê Baluken erê kir
15:34 200 karkerên mûçeyên wan nehatin dayîn dest ji kar berdan
15:00 Rojnameger Erdogan Alayumat hat berdan
14:46 Amedî amadekariya pêşwazîkirina namzetên HDP'ê dike
14:35 Aborînas: Zengila topavêtinê lê dide
14:16 Danişîna rojnameger Kaya hat dîtin
13:59 DDKD: Em ê di 24’ê Hezîranê de dengên xwe bidin HDP’ê
13:58 Rêxistinên mafên mirovan banga Roboskê li DMME kirin
13:51 HDP dadikeve qadê: Dê biçin çar aliyê Tirkiyeyê
13:25 Namzetên HDP’ê: Ji bo yekîtiya gelan û dengê kolanan HDP
12:33 Namzetên jin ên HDP'ê yên rengîn
12:28 Cenazeyê zarokekê li Cizîrê hat dîtin
12:15 Li Şirnexê, endamê meclîsa şaredariya DBP’ê hat binçavkirin
12:14 Rojnameger Îdrîs Sayilgan dîsan nehat berdan
11:49 HDP'ê ‘Deklarasyona çareseriya pirsgirêka kurd’ eşkere kir: Ocalan û 24’ê Hezîranê ji bo aştiyê hêvî ne
10:40 Di 24’ê Hezîranê de dê beşdarî ezmûnan bûbûya, lê niha hewl dide biçe Meclîsê
10:19 6.Mihrîcana Belgefîlman a FîlmAmed dest pê dike
10:09 Li Rojhilatê Sûriyeyê QSD dawî li DAIŞ’ê tîne
09:19 Gelên elewî, suryanî, ermenî û gurcî li dora HDP'ê dibin glok
09:17 Ji bo cîhanek bê sînor û bê çîn HDP
09:17 Welatiyên ermenî: Kî me temsîl bike em ê dengê xwe bidin wan
09:16 Jinên ciwan: Ji bo pêşerojeke azad em ê dengê xwe bidin HDP'ê
09:15 Beştaş: Em ê Meclîsa Jinan weke pergalek siyasî bi pêş bixin
09:14 Dozger der barê mirina Ayhana 16 salî de biryara neşopandinê da
09:14 Kaya ya ku li hemberî pirsgirêkên jinan ker û gor bû, dîsa bû namzet!
09:02 Tahmaz: Pêkanînên AKP'ê bînin bîra xwe û biçin ser sindoqan
09:01 ‘Em ê li dijî kesên cudaxwaziya zayendî diparêzin têbikoşin'
09:00 Namzetên AKP'ê yên berê wekilên Rihayê bûn tenê qoltixên meclîsê dagir kirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ GULANA 2018'AN
08:43 Dolar dîsa bi rekorê dest bi rojê kir
22/05/2018
18:14 HDP'ê redkirina berdana Demirtaş îtîraz kir
16:44 HDP sibê li Amedê ‘Deklarasyona çareseriya pirsgirêka kurd’ eşkere dike
16:43 TL li hemberî dolar û euro qîmetê winda dike