Guneş: Leşkeran rêya diçû herêma şewatê girtibûn hawar negihîşt wir

  • rojane
  • 10:32 22 Hezîran 2024
  • |
MÊRDÎN - Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş ku ji destpêkê ve li herêma şewatê bû, anî ziman ku leşker û polîsan rê girtibûn û welatî nekarîbûn biçin herêma şewatê. 
 
Di şeva 20'ê hezîranê de agir bi zevî û çandiniyên 17 gundên navçeya Xana Axpar (Çınar) û Şemrexa Mêrdînê ket. Di şewatê de 13 kesan jiyana xwe ji dest dan û 78 kes jî birîndar bûn. Di şewatê de herî zêde gundên Tobinî û Herberê yên Xana Axpêr û  gundên Kelekê û Dirînê yên navçeya Şemrexê zerar dîtin. Şahidan anîn ziman ku agir ji têlên ceyranê bi zeviyan ket. Lê ji ber ku dereng mudaxaleyî şewatê kirin, şewat zû belav bû. Têkildarî şewata li herêmê Parlamentera Partiya Wekhevî û  Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş, anî ziman ku çawa agahî ji wan re hat, ew çûn nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê û wiha got: "Di serî de kaosek hebû. Hem kesên jiyana xwe ji dest dabûn û hem jî kesên birîndar li pey hev dianîn nexweşxaneyê." 
 
‘POLÎS Û LEŞKERAN RÊ GIRTIBÛN' 
 
Guneş da zanîn demek dirêj şewat nehat vemirandin û ev agahî dan: "Cihê şewat lê derket herêmek çiyayî bû. Ji ber vê yekê ambulans û agirkuj nekaribû bi hêsanî bicin wir. Ji ber vê yekê me xwest bi lez helîkopter avê bîne û şewatê vemirîne. Me bi Wezîrê Tenduristiyê re ketin têkiliyê. Leşker û polîsan rê girtibûn. Welatî nikaribûn biçin cihê şewatê. welatiyên xwestin biçin mudaxaleyî şewatê bikin nekaribûn biçin. Ji ber ku welatiyan nekarîbûn mudaxale bikin, gelek kes mirin." 
 
'PIRSGIRÊKA DEDAŞ'Ê YE'
 
Bêrîtan Guneş, destnîşan kir ku ji bo sedema şewatê divê rastiya DEDAŞ'ê lêkolîn bikin û wiha berdewam kier: "Ji bo rastiya DEDAŞ'ê bê zanîn, divê 40 salên dawî bê lêkolînkirin. Ji ber ku 40 sal in DEDAŞ li herêmê bi pirsgirêk e. Her demsala havînê DEDAŞ ceyranê qut dike û ji bo wê av jî qut dibe. Hûn ji kê bipirsin, dê heman bersîvê bide we. Pergala ceyranê xerabe ye." 
 
'GUNDIYAN 3 ROJ BERÊ DAXWAZNAME DABÛN DEDAŞ'Ê 
 
Guneş, da zanîn ku 3 roj berê li nêzî herêmê dîsa şewat derket û ji ber vê yekê welatiyan daxwazname dabûn DEDAŞ'ê. Gundiyan gelek caran ji bo pirsgirêka ceyranê daxwazname dabûn DEDAŞ'ê. Dîrek û têlên ceyranê yên 40 sal berê ne. Pir kevn û riziya ne. Welatiyan gelek caran xwestiye ku pirsgirêk çareser bibe, lê daxwazên gundiyan nehatiye bersivandin. Piştî agir bi zeviyan ket, şewat ji ber ba zû belav bû. Welatiyan xwest zewayên xwe û çandiniyên xwe biparêzin. lê pêtên agir pir geş bûn û welatî di nava agir de man. ji ber vê yekê 13 gundî di nava agir de şewitîn." 
 
Guneş anî ziman ku piştî agahî ji wan re hat, bi lez koordinasyonek ava kirin û wiha bi dawî kir: "Piştî şewat derket û agahî ji mere hat, Şaredariyên me yên Amed, Mêrdîn, Wan, Şirnex û wekilan bi hevre li gel welatiyan alîkarî dan hev. Xebatek hevpar hat kirin. Divê em şêwirmendiyê bêtir xurt bikin. Ji ber ku îro dewlet û îktîdar xizmetê nake. Xizmeta heyî jî asteng dike. Em bi hemû hêza xwe li vir in û li cem gelê xwe cih digirin."
 
 

Sernavên din

22/06/2024
16:20 DEDAŞ’ê giliyê wî welatiyê ku wê berpirsiyar nîşan dabû kir
16:05 Jinan li Baselê 1300 name ji CPT’ê re şandin
16:02 Li dijî cezayê darvekirina lawê xwe banga xwedî derketinê kir
15:30 Cezayê darvekirinê yê repbêj Tumac Salihî hat betalkirin
15:29 Xwestin girtiyên nexweş Ozbay û Taşar bên berdan
15:08 Şewata ku li Bismilê derket hat kontrolkirin
14:49 Ji 3 bajaran bang kirin: Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin
13:54 Hevşaredarê Şemrexê ku 10 xizmên wî di şewatê de mirin: DEDAŞ li vir pirsgirêkek mezin e
13:18 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mehmet Zekî Dogan pirsîn
13:13 DBP û DEM Parti li herêma şewatê ye: Berpirsiyar DEDAŞ e, bila ev der wek ‘herêma afetê’ bê ragihandin
13:11 Dîrekên ku DEDAŞ’ê digot ‘tune’ ne hemû li cihê şewatê ne
12:24 Şahidê ku meta wî şewitî ye: Bila derewan nekin sedema şewatê ceyran e
12:13 Hêzên Îranê kolberek kurd qetil kirin
11:40 Baroya Amedê giliyê parvekirinên nijadperest kir
11:16 Wezareta Karên Navxweyî: Me sedema şewatê tespît nekir
11:10 Li Hîlwanê du malbatan li hev xist: 3 mirî 4 birîndar
10:47 Hejmara miriyên şewatê gihîşt 14 kesan
10:36 Cenazeyê Erdemcî di dorpêça polîsan de hat veşartin
10:32 Guneş: Leşkeran rêya diçû herêma şewatê girtibûn hawar negihîşt wir
09:18 Ji CHP'ê banga mitînga 'em ê rê nedin qeyûm': Em dikarin bi têkoşîna hevpar ji heq wê derên
09:05 Çalakiya girtiyan a 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' didome
09:04 'Heya tecrîd ranebe em ê têbikoşin'
09:02 Li nexweşxaneya bajêr îdiaya 'destavêtinê'
09:00 ROJEVA 22'YÊ HEZÎRANA 2024'AN
08:44 Zeynep Ozkan a li Mawayê jiyana xwe ji dest dabû hat veşartin
08:16 Şewata li herêma Omeriyan hat vemirandin
08:03 Hejmara miriyên şewata Çinarê û Şemrexê gihîşt 13 kesan
21/06/2024
23:59 Navê kesên di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
23:59 Hejmara qurbaniyên şewatê bû 12
23:11 Nobetên li ber şaredariyan didomin
20:24 Cenazeyên kesên ku li Mawayê jiyana xwe ji dest dan ji nexweşxaneyê hatin girtin
20:15 4 welatiyên ku di şewatê de jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin
20:06 Çalakiyên 'Deng bide azadiyê': Heya tecrîd ranebe wê têkoşîn bidome
18:22 Rêveberê DEM Partiyê yê Gimgimê jiyana xwe ji dest da
18:17 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Em ê birînên xwe bi hev re bicebirînin
16:09 Hejmara qurbaniyên şewatê bû 11 kes
15:50 Hasan Demîr ê di şewatê de birîndar bûbû wefat kir
15:47 Şewata li Artûklû û Şemrexê hat kontrolkirin
15:39 Berdana girtiyê 30 salî 9 meh hat taloqkirin
15:18 Ji girtiyên 1’ê Gulanê 6 kes hatin berdan
14:34 Şeniyên gundê Tobiniya şewitî: Sedema şewatê DEDAŞ û qereqol in
14:29 Têkildarî şewatê lêpirsîn hat destpêkirin
14:23 Li Erxeniyê zeviyên çandiniyê şewitîn
13:53 Ji bo tedawiya sewalên birîndar bang li beytaran hat kirin
13:49 Li Çiyayê Mawa operasyon û şer berdewam dike
13:19 Şewat li qada 66 kîlometre belav bûye
13:18 Şahidê şewatê: Heke zû mudaxile bihata kirin wê ewqas mirov nemirina
12:29 DEM Partî: Carek din desthilatdarî û dewlet ne li cem gel bû
11:48 Baroya Amedê têkildarî şewatê gilî kir
11:29 Girtiyê ku zor lê hat kirin qenata xwe ya der barê Ocalan de eşkere bike berdana wî hat taloqkirin
10:53 Rewşa dawî: Şewat vemirî, xebatên sarkirinê didomin
10:15 Bîlançoya şewatê: 5 mirî, 10 jê giran 44 kes birîndar bûne
09:41 'Heta azadiya Ocalan em li qadan in'
09:40 Çalakiya girtiyan a 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' berdewam dike
09:03 2 welatiyên di şewatê de mirin hatin veşartin
09:02 Li Cizîrê di nava 4 mehan de 6 jin hatin qetilkirin
09:00 ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:45 Şewatê heta serê sibehê berdewam kir: Rayedar şeveqê hatin cihê bûyerê
07:58 Li Çinarê û Şemrexê herî kêm 6 kesan jiyana xwe ji dest dan
02:32 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rêveberiya krîzê ava kir
00:42 Şewata ku li Şemrexê çêbû gihaşt jîngehan: Mirî û birîndar hene
20/06/2024
22:32 Berxwedan didome: Em ê rê nedin xespê
21:22 Li Wanê çalakiya nobedê hat destpêkirin
20:59 Înîsyatîfa Malbatên Pirûsê: Em dest ji têkoşîna xwe ya ji bo edaletê bernedin
20:24 Wê ji bo Pîroglû şandeyek biçe Sirbistanê
17:22 6 roj in tu agahî ji Emînî nayê girtin
16:31 Li Peravên Kanaryayê cenazeyê 5 koçberan hat dîtin
16:21 Operasyona li Çiyayê Agiriyê didome
16:13 Bi girseyî serdana Ozhanê ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket hat kirin
15:57 Îşkence li 4 ciwanên ku xwestin derbasî Tirkiyeyê bibin hat kirin
15:53 Çiyayê Mensûrê hat bombebarankirin
15:50 Li Geverê jinek hat kuştin
14:11 Dola Qeşûrayê hat qedexekirin
13:51 'Nayê qebûlkirin ku li ser jiyana penaberan bazarî bê kirin'
13:15 Li Amedê trên li wesayîtekê qelibî: 2 kes birîndar bûn
13:10 Li Qabilcewazê mirineke biguman
13:05 Banga ji bo 'Em rê nadin qeyûm': Roj roja bilindkirina têkoşîna yekbûyî ye
12:02 Karkerê sondajê di bin axê de ma û jiyana xwe ji dest da
11:55 Bîlançoya 5 rojên betlaneya cejnê: 36 mirî, 6 hezar birîndar
11:27 'Wezîrê Dadê ji bo çareseriya pirsgirêkên li girtîgehan tu dîrok neda’
09:25 Li dijî qeyûm nobedê digirin: Em ê bêdeng nemînin
09:09 Çalakiya girtiyan a 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' berdewam dike
09:06 Xizaniya jinan a li Sûrê wekî pirtûk hat çapkirin
09:03 Girtiyê nexweş Han jiyana xwe ji dest da
09:00 Rojnameger Zagros:PDK'ê ji Şemzînanê heta Avaşînê leşkerên tirk bicihkirine
09:00 ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2024'AN
19/06/2024
23:05 Çalakiyên nobedê di roja 16'an de ne
22:55 Li Mawayê şer: 2 kesan jiyana xwe ji dest da
22:50 Binarê Qendîl dîsa hat bombekirin
22:28 Li 3 bajarên Swîsreyê bi sedan name ji CPT'yê re hatin şandin
16:49 Welatî û siyasetmedaran li Şaredariya Wanê cejna hev piroz kirin
16:33 Li Stenbolê mitînga li dijî qeyûm dê bê lidarxistin
15:42 Li Çiyayê Araratê operasyona leşkerî hat destpêkirin
15:30 Rûsyayê û Koreya Bakur 'peymana parastinê' îmze kirin
15:18 Dadgerê ku krîza mazbataya Wanê derxist hat terfîkirin
15:00 Li Çiyayê Mawa piştî operasyona leşkerî şer qewimî
14:46 Koçyîgît: Çi dibe bila bibe teqez em ê bi ser bikevin
14:21 Şewata li Çiyayê Metîna berdewam dike
12:37 Prof. Lemkow: Divê Ocalan azad bibe
12:31 Tedawiya Noam Chomsky dê li malê bê domandin