ENQERE - Doger, di doz têkildarê windakirina 11 gundiyên li Parsûrê di sala 1993’an de hatin windakirin, der barê bersûc Fermandarê Tugaya Qomanda ya Çiya ya Bolu Yavuz Erturk de beraet xwest û xwest doz betal bibe.
Li navçeya Pasûrê ya Amedê, leşkeran 11 gundî di navbera 8 û 25’ê Cotemeha 1993’an de binçav kirin û winda kirin. 17’emîn danişîna “Doza Pasûrê” li Dadgeha Cezayê Giran a 7’emîn a Enqerê hat ditîn. Bersûc fermandarê Tugaya Qomandaya Çiya ya Bolu Yavuz Erturk ê ji dozê tê darizandin, malbatên windayan û parêzerên wan di danişînê de amade bûn. Piştî danasîna nasnameyan dirûşmeyê dest pê kir û Erturk parastin kir. Erturk di parastinê de got: “Di 19’ê Tebaxa 1995’an de ez ji Fermandariya Tugaya Qomando ya 2’yemîn a Bolu, tayînê Fermendariya Akademiya Çekdar a Stenbolê kirim û di sala 2002’yan de jî emekdar bûm."
Dozger Şaban Yavuz jî piştî parastina Erturk, mutala xwed û beraeta Erturk xwest. Dozger xwest doz bi dawî bibe. Şandeya dadgehê, piştî daxwazên parêzeran girtin, biryar da ku girtina Erturk berdewam bike û ji bo parêzer li dijî mutalayê parastin bikin, dem da.
Şandeyê pişt re danişîna dozê taloqî 19’ê Îlona 2018’an kir.