ENQERE – Hevseroka HDP’a Aksarayê Muhitîn Yilmaz tev li civîna ewlehiya hilbijartinê ya li Walîtiyê li dar xist bû. Yilmaz got: "Di civînê de Alîkarê Midurê Şaxa Ewlehiyê ya Aksarayê ji min re got 'Ez alîgirim. Heta ku hûn navberê nexin navbera xwe û Abdullah Ocalan, ez ê nehêlim hûn tabeleya HDP’ê daliqînin.' Nexwe ev jî dide xuyakirin ku hemû êrîş bi destê wan pêk tên.”
Walîtiya Aksarayê civîna ewlehiya hilbijartinê li dar xist. Hevserokê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Aksarayê Muhitîn Yilmaz jî tev li civînê bû. Yilmaz der barê zext û êrîşên li ser partiya xwe agahî da Waliyê Aksarayê. Yilmaz li civînê rastî êrîşên devkî yê Alîkarê Midurê Şaxa Ewlehiya Aksarayê hat.
'TABELAYA PARTIYA ME LI ŞANEŞÎNÊ YE’
Yilmaz tiştên qewimîn wiha vegot: “Du roj berê Waliyê Aksarayê têkildarî ewlehiya hilbijartinê civîn li dar xist. Min jî vexwendin û ez çûm Walîtiyê. Nûnerên partiyên din, Fermandarê Cendermeyan, Midurê Şaxa Ewlehiyê ya Polîsan jî beşdar bûn. Piştî walî der barê mijarê de axivî, nêrînê me jî xwest. Ez jî li ser rabûm û min behsa êrîşên berê yên li dijî HDP’ê kirin. Min got ku ji ber êrîşan em nikarin tabelaya partiya xwe daliqînin. Beriya niha li Aksarayê 3 caran êrîşî partiya me kirin. Niha jî tabelaya me li şaneşîna avahiya partiya me ye. Min van ji Walî re ragihand. Bi yekcarê min dît ku Alîkarê Midurê Şaxa Ewlehiyê ya Aksarayê gotinên min girî û got ‘Ez alîgirim. Heta ku hûn dûriyê nexin navbera xwe û Abdullah Ocalan, ez ê nehêlim hûn tabeleya HDP’ê daliqînin.’ Wisa got û qêrînî min ser û çavê min kir.”
'WÊ DEMÊ EW JÎ ŞÎRÎKÊ ÊRÎŞAN IN’
Yilmaz da zanîn ku alîkarê midurê ewlehiyê walî jî neda axaftin û wiha got: “Walî jî li hember van êrîşên alîkarê midur bêdeng ma. Midurek ji ewlehiya vî bajarî berpirsyar be nikare bibe alîgir. Wê demê tiliya wan jî di van êrîşên li ser partiya me de heye. Ez ê li dijî vê rewşê ji Walîtiyê re daxwazname binivîsînim.”
MA / Selman Guzelyuz