COLEMÊRG – Waliyê Colemêrgê serî li Lijneya Hilbijartina Bilind (YSK) da û xwest di hilbijartina 24'ê Hezîranê de li tevahiya bajar sindoqên li 134 gundan li 38 navendan kom bikin. Welatiyan bertek nîşanî ve yekê dan û diyar kirin ku sindoqan hezar kîlometre dûr bibin jî dîsa dê biçin dengê xwe bidin.
Walîyê Colemêrgê ji bo hilbijartina 24'ê Hezîranê ji Lijneya Hilbijartina Bilind (YSK) xwest ku di hilbijartinê de li tevahiya Colemêrgê sindoqên li 134 gundan li 38 navendan kom bikin. Welatiyan bertek nîşanî ve yekê dan. Li Colemergê bi giştî 53 tax û 126 gund hene. Walî ji YSK'ê xwest ku sindoqan li 38 navendan kom bike. Welatiyên ku sindoq li gundê wan neyê avakirin bertek nîşanî vê daxwaza walîtiyê dan û diyar kirin ku sindoqan hezar kîlometre dûrî wan bibin jî dîsa dê biçin ser sindoqan û deggê xwe bidin. Keyayê Gundê Kotranisê Necmettîn Yalçin, diyar kir ku piştî vê hewldana Walîtiyê keyayên gundên derdorê ev rewş nirxandin û wiha got: "Li herêma 4 gundan nêzî 400 hilbijêr hene. Ger ku sindoqan ji van gundan rakin, welatiyên van gundan neçar in biçin gundekî din dengê xwe bidin. Gelê me welatparêz e. Bi salan e li herêma Berwarê dijîn. Di her hilbejartinê de me dengê xwe li gundê xwe davêt sindoqan. Di hilbijartina referandumê de jî gundiyên herêma Berwarê li Gundê Şumunisê deng avêtin sindoqan. Lê di vê hilbijartinê de sindoyan 26 kilometre ji me dûr dixin. Dixwazin em 26 kîlometre biçin gundê dûrî xwe dengan bavêjin."
BI VÊ YEKÊ DIXWAZIN GUNDÎ NEÇIN SER SINDOQAN
Keya Yalçin, anî ziman ku dixwazin gundên Kotranis, Şumunis, Sêvin û Guncork û gundikên girêdayî wan bi gundê Geznê ve girê bidin û sindoqan li gundê Geznê ava bikin. Yalçin, destnîşan kir ku ev yek ji bo hilbijêran pir zahmet e û hilbijêr dema biçin dengê xwe bidin dê pir zahmetiyan bijîn û wiha got: "Bi vê yekê dixwazin welatî neçin ser sindoqan û welatî dengê xwe nedin. Rêyên diçin gundên me ji aliyê dewletê ve hatine girtin. Ji bo em biçin gundê xwe bi dehan kîlometre en viz dibin. Li herêma Berwarê 4 gund û gundikên wan bi gundekî din ve girê didin. Nêzî 400 hillbijêrên wan hene. Ez bi keyayên din re jî axivîm. Ew jî li dijî vê pêkanînê derdikevin. Lê em dîsa dibêjin çi bibe bila bibe em dê dîsa biçin ser sindoqan û biçin dengê xwe bidin. Sed kîlometre dûr bibin jî em dê dîsa biçin ser sindoqan em dê dengê xwe bidnin partiya xwe û em dê li dengê xwe xwedî derkevin."
Welatiya gundikê Oritê yê girêdayî Gundê Kotranisê Sidika Kaya jî diyar kir ku piştî walî xwest cihê sindoqan biguhere wê kutuka xwe bir li bajar qeyd kir. Kaya, xwest her kes li sindoqan û dengê xwe xwedi derkevin û teqez biçin dengê xwe bavêjin sindoqê. Kaya, ji her kesî xwest dengê xwe bidin û wiha got: "Em dê dengê xwe bidin xwe. Em dê dengê xwe bidin Birêz Selahattin Demirtaş û partiya xwe HDP’ê."