COLEMÊRG – Namzeta HDP’ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven diyar kir ku ew ê bibe layiqî helwesta bi rûmet a Colemêrgê.
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven di 22’ê çile de bi îdiaya “rêxistin ava kiriye û birêve biriye” hat binçavkirin û piştî 9 rojan hatibû girtin. Guven li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dimîne. Guven têkildarî namzetiya xwe ya ji bo Colemêrgê nameyek ji Ajansa Mezopotamya (MA) re şand û hestên xwe anî zimên.
Guven silavê xwe ji gelê Colemêrgê re şand û wiha got:
“Ez ji Zîndana Amedê bi dil û can, hezkirin û silavên germ ji we re rêdikim. Di binê her şert û mercî de hêz û morala me ji têkoşîn û gelê xwe girtiye, ji bo em vê têkoşîna gelê me emanetî me kiriye birêve bibin em li zîndanan berxwedanek mezin û biryardariyê nîşan didin.
'JI BO NEFEST SITENDINÊ 24’Ê HEZÎRANÊ FIRSENDEK MEZIN E’
Bi salan e li dijî gelê me û vîna wan ên siyasetmedar operasyonên qirkirinê pêk tên. Em dibînin li pêşiya me riya siyaeta demokratîk çawa digirin. Me bi têkoşîna xwe ya mafdar re her dem siyaseta demokratîk û aştiyek birûmet helwesta danî holê. Desthilata AKP’ê ya 16 salan e li ser kar e, di serî de li dijî gelê me û hemû gelên Tirkiyeyê xwîn dirijîne. Ji bo em vê saltanata bêhiqûq hilweşînin û em nefese bidin gelê xwe, hilbijartinên 24’ê Hezîranê ji bo me firsendek dîrokî ye. Em wek gelên Kurdistan û Tirkiyeyê cudakarî, dualî û yên tune tên hesibandin datînin aliyekî, em ê li ser navê gelên xwe yekîtiyek rêgezî ava bikin û bi kurd, tirk, laz, çerkez, elewî, jin ciwan û kedkaran re bi rihê 7’ê Hezîranê êdî dema avakirina jiyanek nû û siberojek ronî ye.
'EZ BIBIM LAYIZÎ HELWESTA WE YA RÛMET’
Li Colemêrgê namzet nîşandana min ji bo min rûmet e. Partiya me min wek namzet peywîrdar kir. Ez ê hewl bidin ku layiqî helwesta birûmet a gelê Colemêrgê bibim. Bi vê wesîleyê ez bang li hemû hevrên jin û ciwanên me yên serî netewandin e dikim. Em ji têkoşîna xwe ya mafdar û rêgezên xwe tawîzan nedin. Em li hemû Kurdistanê pêşengiya xebatên hilbijartinê bikin. Em ê bi gel, jin û ciwanên xwe re di vê hilbijartinê de li Kurdistanê serkeftinê bi dest bixin. Bi van bîr û baweriyan ez web i dil û can hembêz dikim.”