MÛŞ - Li Mûşê zarokê 10 salî Veysel Toplu, dema li ber mala xwe dilist, guleya ji maşîneya zirxî ya polîsan hat berdan, li dilê wî het û bi giranî birîndar bû.
Li Kolana Îstasyonê ya Mûşê zarokê 10 salî Veysel Toplu yê duh êvarî li ber mala xwe dilîst guleya ji maşineya zirxî ya polîsan hat berdan li dilê wî ket û bi giranî birîndar bû. Toplu yê gule li jora dilê wî ket bi giranî birîndar bû û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê. Toplu ku rakirin beşa lênerîna giran, hêj talûkeya mirinê ji ser xwe neavêtiye. Gel piştî bûyerê li kolanê kom bûn û bertek nîşanî polîsan dan. Polîsên ku bertekên gel tehamul nekir bombeyên gazê avêt ser girsê û mudaxaleyî gel kir. Piştî bûyerê heta niha Walî û rayedarên dewletê yên Mûşê tu daxuyanî nedan.