STENBOL - HDP, heta niha li tevahiya Stenbolê ji sedî 80’ê ji bo ewlehiya sindoqan kes peywirdar kirine. HDP, ji bo sindoqên mayî jî bang li her kesî kir ku bibin peywirdar.
HDP’a Stenbolê li tevahiya bajêr heta niha ji sedî 70-80 ji bo ewlehiya sindoqan kes peywirdar kirine. Rêxistina HDP’ê ya Bajêr bang li herkesî kir ku ji bo ewlehiya sindoqan serî li avahiyên wan ên bajêr û navçeyan bidin.
‘DÊ PLANÊN ME YÊN A, B, C HEBIN’
Rêveberê HDP’a Bajêr Cengîz Ûzûner, destnîşan kir ku ji bo di hilbijartinê de deng neyên dizîn çi destê wan bê ew ê bikin. Ûzûner got: “Dê li Stenbolê li 30 hezar sindoqî deng bên bikaranîn. Dê li ser hemû sindoqan peywirdarên me hebin. Her wiha dê berpirsiyarê me yên dibistanan û muşahîdên me jî hebin. Em ji bo her îhtimalê tevdîrên xwe bigirin. Dê planên me yên A, B û C hebin.” Ûzûner, diyar kir ku wan ji bo peywirdarên sindoqan perwerdehî dabû destpêkirin û ew ê çend roj şûnde dîsa bidin destpêkirin.
JI BO EWLEHIYA SINDOQAN BANG LI HERKESÎ KIR
Ûzûner, bang li hemû endamên xwe û hêzên demokrasiye kir û got: “Li kuderê dibin bila bibin, bila ji bo ewlehiya hilbijartinê serî li avahiyên HDP’ê yên bajêr û navçeyan bidin. Em bang li her welatiyî dikin. Di vî warî de eleqeyeke zêde heye. Gelek kes ji bo li ser sindoqan bibin peywirdar serî lê didin. Divê hîle û xurde bên pûçkirin. Hefteyek me maye. Her wiha dê pêdivî bi muşahidan jî hebe. Serlêdan didomin. Divê em kêmasiyên xwe temam bikin. Em bang li herkesî dikin ku li ser sindoqan bibin peywirdar.”