COLEMÊRG – Li gundê Peyanîs ê Colemêrgê di teqîna sala 2010’an de 9 kes miribûn. Cahît Erol ku di teqînê de 9 xizmên wî mirin, 8 salin li benda edaletê ye. Erol, anî ziman ku kiryar nehatine zevtkirin, ji bo 9 kesan 25 hezar TL tazminat hatiye dayîn û ji bo wesayîtê jî 30 hezar lîre hatiye diyarkirin.
Li gundê Peyanîs ê Colemêrgê, di 16’ê Îlona 2010’an de mayinek teqiya û di mayînê de Enes Erol, Semiha Dayan, Şirin Kurt, Raife Çiftçi, Cane Dayan, Eşref Gur, Abuzeyit İdem û Ûmût Çîftçî jiyana xwe ji dest dabûn. Di ser teqînê de 8 sal derbas bûn, lê belê hîn jî kiryar nehatine dîtin. Cahît Erol ku di teqînê de tevî keç û kurên wî 9 xizmên mirin, anî ziman ku bi salan e ew li benda edaletê ne, lê belê hîn jî pêk nehatiye.
‘TU PÊŞKETIN RÛ NEDANE’
Erol, bi bîr xist ji roja ewil ve hatiye xwestin ku ser bûyerê bê nixumandin û doz ji Colemêrgê neqlî Wanê hatiye kirin. Erol, destnîşan kir ku heta niha ne darazê û ne jî hikûmetê tu gav neavêtine û got: “8 sal çêbûn, lê hîn jî bûyer aşkere nebûye. Ji roja ku bûyer qewimî heta niha tê xwestin ku bê jirbîkirin. Heta niha kes ne li min û ne jî li malbata min geriyaye. Ev hikûmet dema li Stenbolê bûyerek çêbibe, bi awayekî hûrgilayane li ser radiweste û di nav çend saetan de çareser dike. Lê dema mesele dibin em, 8 salin bûyer çareser nekirine. 8 salin em diêşin. Em her roj dimirin.”
‘FÊDEYA VÊ HIKÛMETÊ LI TU KESÎ TUNE YE’
Erol, polîtîkayên hikûmetê jî nirxandin û got: “Ev hikûmet ji bom in tu tişt nekir. Ji bo tu kesî jî tiştek nekir. Ka rojekê jî em kêfxweş dibin? Ka rojekê jî rondikên dayikan, mirin sekinin? Gelê me evqasî mexdûr û perîşan kirin. Ev hikûmet bi ser bikeve dê çi bike, bi ser nekeve dê ç ibik? Dê tiştên kirine dewam bikin.”
'MIN PERÇEYÊN EREBEYÊ JÎ LI CEM KURÊ XWE VEŞARTIN’
Erol, diyar kir ku dewletê ji bo 9 kesên mirin 25 hezar lîre tazminat daye, lê belê ji bo wesayîtên jî 30 hezar lîre. Eger qîmeta kurê min û xizmên ji ya wesayîtekê jî kêmtir be, ez jî soz dikim ku ez ê vî pereyî negirim. Min li cem gora kurê xwe koncalek veekir û min perçeyên erebeyê xistin wir. Zarokên min û xizmên min ji bom in ji wesayîtê biqîmetir in. Em her sal wan li ser gorên wan bi bîr tînin. Ji bilî vê tiştek ji destê me nayê.”
MA / Hamza Gunduz