Encama DNA’yê ji malbatê re nehate ragihandin: 4 sal in cenazeyê kurê xwe dixwaze

  • rojane
  • 09:01 17 Hezîran 2024
  • |
MÊRDÎN - Tevî ku encama testa DNA’yê ya ji bo endamê HPG’ê Seyîthan Acay ê di şer de jiyana xwe ji dest da hatiye dayîn di sala 2021’an de derketiye jî ji malbatê re nehatiye ragihandin. Dayik Rûkiye Acay, cenazeyê lawê xwe yê li goristana bêkesan hatiye veşartin dixwaze. 
 
Her roja ku diçe li dijî cenaze û gorên endamên HPG’ê binpêkirineke din a dewleta tirk zêde dibe. Cenazeyê Seyîthan Acay (Brûsk Reşît) ê di êrişa hewayî ya piştî şerekî li Çiyayê Gabarê yê Şirnexê derketî de jiyana xwe ji dest da, tevî ku encama DNA’ya wî derketiye jî cenazeyê wî 4 sal in nadin malbata wî. 
 
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin; Acay di 30’ê tîrmeha 2020’an de ligel du hevalên xwe yên HPG’î di êrişa hewayî de jiyana xwe ji dest da. Malbata Acay li ser daxuyaniya Wezareta Karên Hundir a piştî êrişê ji bo teşhîsê çû Şirnexê. Lê dayik Rûkiye Acay, di nav cenazeyên ku anîne asta nenaskirinê de lawê xwe teşhîs nekir. Malbatê li ser vê yekê ji bo DNA’yê mînaka xwînê da. Bêyî ku encam diyar bibe cenaze li Goristana Bêkesan a li Taxa Bahçelîevler a li navenda Şirnexê hate definkirin. 
 
ENCAMA KU DERKET JI MALBATÊ RE NEHATE RAGIHANDIN 
 
Di dema derbasbûyî de hem ji malbat hem jî ji parêzerên ku encama DNA’yê pirsîn re an gotin “encam derneket” an jî gotin “dozger di betlanê de ye”. Parêzerên ku biryar dan ji Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê bipirsin ka tahlîla DNA'yê hatiye kirin an na, hînbûn ku encama di Sibata 2021’an de hatiye diyarkirin, ji Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê re hatiye şandin. ATK’ê encama DNA’yê ji parêzeran re neragihand. Ji serlêdana li dozgeriyê hatiye kirin jî hêj bersivek nehatiye dayîn. 
 
NEKARÎ CENAZEYÊ HATIYE PARÇEKIRIN TEŞHÎS BIKE
 
Dayik Rûkiye Acay diyar kir ku lawê wê di sala 2020’an de di Cejna Qurbanê de jiyana xwe ji dest daye û wiha got: “Dema em ji bo teşhîskirinê çûn ji me re gotin 4 cenaze hene, pişt re em hîn bûn ku 3 cenaze hene. Gotin yek hatiye parçekirin. Min jî jê re got ez ê ji lingên wî nas bikim. Dema ji min re pirsa dê çawa nas bikî kirin, min jî ji wan re got dema zarok bû pez biribû çerandinê û di vê demê de kevir ketibû ser ez ê ji şopa lingê wî nas bikim. Dozger ne amade bû. Em bi saetan li benda dozger man. Piştî ku bi telefonê lê geriyan dozger hat û min bi keça xwe re li cenazeyî nêrî. Her du cenazeyên ewil ne yê me bû. Serê wan nîşanî me dan. Laşê yê din parçe bibû û serê wî nebû. Lingên wî dişibiyan lawê min lê ew bû ew nebû min nezanî. Ji ber wê yekê gotin ku dê testa DNA’yê bikin û encama wê jî dê di navbera 15 rojan de derkeve. Lê bû 15 roj, bû 3 sal ne cenaze dan ne jî tiştekî din.”
 
‘BILA CENAZEYÊ MI BIDIN MIN’ 
 
Dayik Acay, anî ziman ku di meha tîrmehê de dê 4 sal xelas bibin û wiha domand: “Dozger çima dosyayê îmze nake? Çima cenazeyi nade nizanim. Du hestî jî bin ez ê bigirim û bînim bajarê xwe, ez fethekê bixwînim dê biçekê dilê min rehet be.” Dayik Acay, diyar kir ku cenazeyê wê hêj li Goristana Bêkesan a li Şirnexê ye û ev tişt gotin: “Bêhna min teng dibe. Tenê çend hestî jî bin bila cenazeyê min bidin. Ez ê bînim vir cem malbata wî defin bikim. Ez ê êvara înê biçim ser fethekê bixwînim. Cejn hat em ê weke malbat û xwişk û birayên wî biçin ser gora wî. Dozger çima wiha dike? We kuşt, pişt re we aşkere kir û got ‘me kuşt’. We navê wî û her tiştê wî got. Cejn tê mirov diçin ser gora zarokên xwe. Ez nikarim biçim.”
 
Dayik Acay, anî ziman ku piştî cenaze teşhîs kir, lawê wê hatiye xewna wê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dem amin di xewna xwe de ew dît, serê xwe dabû ser singa min. Ji min re got ‘Dayê bawer im tu ne li ser hişê xwe bûyî. Ez lawê te me, te çawa lawê xwe nas nekir’. Pişt re êdî careke din nehate xewna min. Dibe ku ji bo min cenazeyê wî ne anî nehate xewna min. Ez dixwazim were xewna min û tiştekê bibêje. Em cenazeyê xwe dixwazin.” 
 
 MA / Ahmet Kanbal 
 
 

Sernavên din

21/06/2024
14:29 Têkildarî şewatê lêpirsîn hat destpêkirin
14:23 Li Erxeniyê zeviyên çandiniyê şewitîn
13:53 Ji bo tedawiya sewalên birîndar bang li beytaran hat kirin
13:49 Li Çiyayê Mawa operasyon û şer berdewam dike
13:19 Şewat li qada 66 kîlometre belav bûye
13:18 Şahidê şewatê: Heke zû mudaxile bihata kirin wê ewqas mirov nemirina
12:29 DEM Partî: Carek din desthilatdarî û dewlet ne li cem gel bû
11:48 Baroya Amedê têkildarî şewatê gilî kir
11:29 Girtiyê ku zor lê hat kirin qenata xwe ya der barê Ocalan de eşkere bike berdana wî hat taloqkirin
10:53 Rewşa dawî: Şewat vemirî, xebatên sarkirinê didomin
10:15 Bîlançoya şewatê: 5 mirî, 10 jê giran 44 kes birîndar bûne
09:41 'Heta azadiya Ocalan em li qadan in'
09:40 Çalakiya girtiyan a 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' berdewam dike
09:03 2 welatiyên di şewatê de mirin hatin veşartin
09:02 Li Cizîrê di nava 4 mehan de 6 jin hatin qetilkirin
09:00 ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:45 Şewatê heta serê sibehê berdewam kir: Rayedar şeveqê hatin cihê bûyerê
07:58 Li Çinarê û Şemrexê herî kêm 6 kesan jiyana xwe ji dest dan
02:32 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rêveberiya krîzê ava kir
00:42 Şewata ku li Şemrexê çêbû gihaşt jîngehan: Mirî û birîndar hene
20/06/2024
22:32 Berxwedan didome: Em ê rê nedin xespê
21:22 Li Wanê çalakiya nobedê hat destpêkirin
20:59 Înîsyatîfa Malbatên Pirûsê: Em dest ji têkoşîna xwe ya ji bo edaletê bernedin
20:24 Wê ji bo Pîroglû şandeyek biçe Sirbistanê
17:22 6 roj in tu agahî ji Emînî nayê girtin
16:31 Li Peravên Kanaryayê cenazeyê 5 koçberan hat dîtin
16:21 Operasyona li Çiyayê Agiriyê didome
16:13 Bi girseyî serdana Ozhanê ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket hat kirin
15:57 Îşkence li 4 ciwanên ku xwestin derbasî Tirkiyeyê bibin hat kirin
15:53 Çiyayê Mensûrê hat bombebarankirin
15:50 Li Geverê jinek hat kuştin
14:11 Dola Qeşûrayê hat qedexekirin
13:51 'Nayê qebûlkirin ku li ser jiyana penaberan bazarî bê kirin'
13:15 Li Amedê trên li wesayîtekê qelibî: 2 kes birîndar bûn
13:10 Li Qabilcewazê mirineke biguman
13:05 Banga ji bo 'Em rê nadin qeyûm': Roj roja bilindkirina têkoşîna yekbûyî ye
12:02 Karkerê sondajê di bin axê de ma û jiyana xwe ji dest da
11:55 Bîlançoya 5 rojên betlaneya cejnê: 36 mirî, 6 hezar birîndar
11:27 'Wezîrê Dadê ji bo çareseriya pirsgirêkên li girtîgehan tu dîrok neda’
09:25 Li dijî qeyûm nobedê digirin: Em ê bêdeng nemînin
09:09 Çalakiya girtiyan a 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' berdewam dike
09:06 Xizaniya jinan a li Sûrê wekî pirtûk hat çapkirin
09:03 Girtiyê nexweş Han jiyana xwe ji dest da
09:00 Rojnameger Zagros:PDK'ê ji Şemzînanê heta Avaşînê leşkerên tirk bicihkirine
09:00 ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2024'AN
19/06/2024
23:05 Çalakiyên nobedê di roja 16'an de ne
22:55 Li Mawayê şer: 2 kesan jiyana xwe ji dest da
22:50 Binarê Qendîl dîsa hat bombekirin
22:28 Li 3 bajarên Swîsreyê bi sedan name ji CPT'yê re hatin şandin
16:49 Welatî û siyasetmedaran li Şaredariya Wanê cejna hev piroz kirin
16:33 Li Stenbolê mitînga li dijî qeyûm dê bê lidarxistin
15:42 Li Çiyayê Araratê operasyona leşkerî hat destpêkirin
15:30 Rûsyayê û Koreya Bakur 'peymana parastinê' îmze kirin
15:18 Dadgerê ku krîza mazbataya Wanê derxist hat terfîkirin
15:00 Li Çiyayê Mawa piştî operasyona leşkerî şer qewimî
14:46 Koçyîgît: Çi dibe bila bibe teqez em ê bi ser bikevin
14:21 Şewata li Çiyayê Metîna berdewam dike
12:37 Prof. Lemkow: Divê Ocalan azad bibe
12:31 Tedawiya Noam Chomsky dê li malê bê domandin
10:50 Li Mekkeyê herî kêm 577 hecî mirin
10:32 Li Stenbolê pankarta ‘bicehime qeyûm’ bi keştiyê ve daliqandin
10:27 Konseya Ewropayê: Bila Demîrtaş û Kavala bên berdan
10:27 Ji jinan kampanya ‘Derzîkirina HPV’ê ya belaş’
09:25 Çalakiya girtiyan a 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' berdewam dike
09:14 Binpêkirinên mafan ji zarokan re mirin û travmayê tîne
09:08 ‘Kanê ew cejnên berê’
09:02 'Divê em ji bo girtiyan ji xewa giran şiyar bin'
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2024'AN
18/06/2024
23:58 ‘Noam Chomsky jiyana xwe ji dest neda'
22:59 Berxwedana li dijî qeyûm didome
21:45 Li Binarê Qendîlê piştî bombebaranê şewat derket
21:30 Jinên Femînîst texrîbatên qeyûman vegotin
19:53 Hûnermend Erîncîn: Qeyûm darbeya li dijî mafê bijartin û hilbijirînê ye
19:13 Aksakal bi ser gora xwe hate bîranîn
19:01 Bakirhan: Mûş dê xizmeta heq dike bibîne
18:42 Hatîmogûllari: Derewa AKP’ê ya ‘asayîbûnê’ li Colemêrgê eşkere bû
17:30 Di 6 mehan de herî kêm 833 êriş hatin lidarxistin
16:53 Cezayê hefsê li Nêrgis Mûhammedî birîn
16:42 Li mezraya Tunagragê ya Pîranê kamera bi kaniyê ve kirin
16:22 Li Erdexanê barîna gijlokê bandoreke neyînî li trafîkê kir
16:11 Ciwanê ku kete Çemê Êlihê jiyana xwe ji dest da
14:50 Gamze Akar a winda hate dîtin
14:46 Li Tûzlayê agir bi fabrîqeyê ket
14:31 Yekemîn şaredara jin a Bazîdê Kûbîlay hate berdan
13:57 Ji bo turbînên RES’ê dê 36 hezar dar bên birîn
13:43 Girtiyê jê re gotin ‘tiştekî te nîne’ û şandin qawişê jiyana xwe ji dest da
13:42 Ji 115 kesan berteka hevpar: Mafê bijartin û hilbijartinê parastî ye
12:44 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter dest pê kirin
11:21 Li peravên Îtalyayê du keştiyan qeza kir: 11 kes mirin, zêdetirî 60 kesan winda ne
11:05 Li Îranê agir bi nexweşxaneyekê ket: 9 kes mirin
11:04 Altinors ê dîl girtî: Komara Demokratîk fikra hevpar a kurdan û çîna karkeran e
10:22 Li Berlînê xwepêşandana 'Rojên Diyaloga bi Ocalan re'
10:21 Komên paramîlîter li Efrînê welatiyekî din revandin
09:42 Dayik û zarokê wê yê di şewatê de asê man jiyana xwe ji dest dan
09:37 Di 24 saetan de 824 qeza çêbûn: 6 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:06 Hevserokê OHD’a Wanê: Tu bingeheke hiqûqî ya tecrîdê nîne
09:04 Berteka polîtîkayên dubendî yên desthilatê: Hûn nikarin cihêkariyê bikin
09:02 Çalakiya girtiyan a 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' didome
09:01 Serokê Odeya Zîraetê yê Bajarê Nû Îskenderoglû: Divê TMO bihayên zad nû bike
09:00 ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2024'AN