Li Stenbolê serdana goristanan: Em soz didin dê têkoşîna azadiyê serbikeve

  • rojane
  • 13:56 16 Hezîran 2024
  • |
img
STENBOL - Li Stenbolê bi boneya Cejna Qurbanê serdana gorên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hate kirin. Parlamentera DEM Partiyê Çîçek Otlû ya di serdanê de axivî wiha got: “Em careke din soz didin, têkoşîna azadiyê dê serbikeve.”
 
Di pêşengtiya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Kesên Xizmên xwe Windakirine re ya Anatoliyayê (ANYAKAY-DER) bi boneya Cejna Qurbanê li Goristana Gazî ya li navçeya Sûltangazî ya Stenbolê serdana gorên kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane kirin. 
 
Rêveberên Komeleya Piştavanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Marmarayê (MA TUHAY-DER), parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ozgul Sakî û Çîçek Otlû, Hevserokê Giştî yê Partiya Bindestan a Sosyalîst (ESP) Şahîn Tumuklu û gelek welatî beşdarî serdanê bûn. Weqfa Çand û Perwerdeyê ya Gaziyê (MalaCemê) ku kesên tev li serdanê bûn li wir hatin cemhev di saetên serê sibê de ji aliyê polîsan ve hate dorpêkirin. Koma li vir hate cemhev piştî cejn li hev pîrozkirin ber bi Goristana Gaziyê dest bi meşê kirin. Di meşê de ji aliyê girseyê ve dirûşma “Şehîd namirin” hate berzkirin. 
 
Piştî rêzgirtina li qada goristanê ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan hate kirin, Hevseroka ANYAKAY-DER’ê Emîne Arslan axivî. Arslan diyar kir ku kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tîne û peyama ku dê têkoşîna wan bidomînin da. 
 
‘XWEDÎ LI MÎRAYETÎ DERKEVIN’  
 
Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu destnîşan kir ku divê li mîrateya kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane xwedî bê derketin û wiha got: “Em li pêşberî bi dehan şehîdên ku ji Pirsûsê heta Dîlokê, ji Rojava heta Kobanê bi hev re ne, ne. Ev yek ji me re qala siberoja têkoşîna me dike. Ev bang bangewaziyek e ku hîn bêhtir mezin bikin, bibin yek û têkoşînê bi pêş ve bibin e. Em weke şoreşgeran, weke kesên ku vê têkoşînê dimeşînin, divê em vê wezîfeya xwe ji şehîdên xwe zêdetir hîn bibin, em zêdetir xwedî li wan derkevin, ji karker û bindestan re rave bikin û meşandina têkoşîna wan ji xwe re weke peywîrekê qebûl bikin. Em ê ji welat, herêm û cîhanê re azadiyê bînin.”
 
‘QEYÛMAN TAYÎNÎ GORISTANAN JÎ DIKIN’ 
 
Parlamenter Ozgul Sakiyê jî qala girîngiya Goristana Gaziyê kir û anî ziman ku ji aliyê kurd, elewî û sosyalîstan ve xwedî hafizayeke dîrokî ye. Sakî ya bertek nîşanî dorpêça polîsna da diyar kir ku dewlet tenê qeyûm tayînî şaredariyan nake, di heman demê de tayînî goristanan jî dike. Sakî di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Em dizanin ku ev dewlet tenê qeyûm tayînî rêveberiyên me yên herêmî nake, dixwaze qeyûm tayînî hafızaya me têkoşîna me. Ji ber vê yekê berpirsyartiyeke me heye. Ev berpirsyartî ew e ku em têkoşînê zêdetir mezin bikin.”
 
BAL KIŞAND SER TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ  
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Çîçek Otlû bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û 39 meh in agahî jê nayê wergirtin û got: “Tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan hatiye girankirin. AKP’ê û MHP’ê li vî welatî şer da destpêkirin. Em careke din li pêşberî şehîdên xwe soz didin ku têkoşîna azadiyê dê serbikeve. Em ê ji bo çareseriyeke kedkar a di pirsgirêka kurd de têbikoşin. Ne qeyûm, ne girtin, ne jî astengkirina mafên me yên zimanê dayikê nikare li pêş têkoşîna me bibe asteng. Bijî azadî, bijî şoreş. Şehîd namirin.”
 
Piştî axaftinan serdana goran hate kirin û dûa hatin kirin. Piştî kûlîlk danîn ser goran serdana li goristanê bi dawî bû.  
 
 

Sernavên din

25/06/2024
21:42 Rapor berpêşî Tûnçê ku tecrîdê red kir kirin
21:38 Huda Kaya hat tahliyekirin
19:39 Li Xarpêtê jinek hat qetilkirin
18:12 Li Colemêrgê nobeta li dijî desteserkirina vîna gel
17:31 Ekolojîst li herêma şewatê ne: Têkoşîna ekolojiyê bivênevê ye
17:17 Doza êrişa zayendî: Dozgerê nû ceza xwest
17:05 Kazim Koyûncû hate bîranîn: Xwest em xwedî li jiyana xwişk û biratiyê derkevin
16:54 Di salvegera 'Nobeda Azadiyê' de ji bo Îmraliyê banga navneteweyî hat kirin
16:16 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê: Şewat ji têlên ceyranê derket!
16:14 Şêniyên Kelekê bertaka ‘dewlet tunebû’ nîşanî şandeya AKP’ê dan
16:09 Li Wanê keviyên berfê yên li ser rêyan hatin paqijkirin
15:59 Li Xezeyê zêdetirî 200 xebatkarên alîkariya mirovî hatine kuştin
15:47 DEM Partiyê belavokên mitînga ‘li dijî qeyûm’ belav kirin
15:42 Ozel: Rapor nîşan didin ku şewat ji ber xemsariya DEDAŞ’ê derketiye
15:36 Jinan bertek nîşanî komkujiyan dan: Berpirsyar îktîdara AKP-MHP’ê ye
15:28 Wesayîta karkeran qeza kir: 3 jê bi giranî 8 kes birîndar bûn
15:21 Daxwaza girtina keyayê bi îstîsmarkirina zarokê tê sûcdarkirin hat redkirin
15:20 ÎHD’ê ji bo mafên penaberan pêşniyarên çareseriyê yên lezgîn pêşkeş kirin
15:17 Cenazeyê Dag a li Kercewsê jiyana xwe ji dest dabû li nexweşxaneyê tê sekinandin
14:29 Rojnamevan Sezgîn Kartal beraet kir
14:17 Li Girtîgehên Sûlûca û Alanyayê binpêkirinên mafan
14:05 Di agirkujiya DBB’ê de rewşa seferberiyê: Destûr hatin betalkirin
13:26 Serokê CPT’ê yê berê Palma: Divê ji bo Ocalan bikevin nava hewldanan
13:18 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:52 Bahçelî li Meclisê aciz bû
12:43 Bakirhan: Berpirsiyarê sereke yê felaketa şewatê DEDAŞ e
12:30 Dermankirina sewalên birîndar didome
12:26 Bahçeliyê nedikariya xwe li ser pêyan bigire êrişî Baroya Amedê kir
12:26 Danişîna rojnamevan Kaya hat taloqkirin
12:16 Duyemîn Doza Kobanê dest pê kir: Em bi tenê jî bimînin dê derewan nekin
12:04 DTSO’yê ji waliyê Amedê re got: Em heqê xwe li te helal nakin
12:00 Hevşaredar Bucak: Qeyûm ji bûdçeya agirkujiyê 8 milyon TL şandiye
11:31 Delalê pîrik û dayika xwe: Şêxmûsê mino
10:47 Pankarta ‘qeyûm bicehime’ bi Kuleya Galatayê ve kirin
10:42 Li ‘Biaxive, tu ji ku yî’ doz hate vekirin: Bikaranîna deng hatiya astengkirin!
10:39 Rojnamevan Oremar: Li Îranê kurd dê neçin ser sindoqan
10:12 Hatîmogûllari: AKP’ê ji bo ku nekarî bi kurdan serî bide tewandin ev doz vekir
09:55 Serokê DTSO’yê Kaya: Em ê nehêlin ku aramiya bajarê me were xerakirin
09:35 Limîta kişandina pereyan a ji ATM'ê hate zêdekirin
09:31 Hinceta cezayê ku li rojnamevanan hat birîn: Bi nûçeyan moral geş kirine!
09:25 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:12 Ji nûnerên sendîkayan banga mitînga Kartalê
09:11 Rewşenbîrên kurd: Armanca qeyûman nenaskirina hebûna kurdan e
09:05 Tecrîda mutleq a li Îmraliyê di meha 40'emîn de ye
09:02 ‘Vîna gelê Colemêrgê em in û em li vir in’
09:01 Li Gabarê hewşa malê veguherandin qereqolê!
09:00 ROJEVA 25'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:53 Tirkiye leşkeran sewqî Amediyeyê dike
08:52 Li Manîsayê bi pileya 5.0’ê erdhej çêbû
24/06/2024
23:43 Di nobeta Stenbolê de bal kişandin ser şewatên li Amed û Mêrdînê
22:15 'Wê qeyûm û desthilat tev de biçin'
20:11 Şandeya CHP’ê serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kir
16:42 Li ber girtîgehan bang kirin: Tecrîd yekane astengiya li pêşiya aştiyê ye
16:41 DEM Partiyê ji bo şewata Amed-Mêrdînê pêşniyaza ‘herêma karesatê’ kir
16:32 397 êzidî vegeriyan Şengalê
16:25 Seroka daîreyê ya qeyûm tayînî Midûriyeta Bajar a ÎŞKUR’ê hat kirin
16:12 Di doza êrişa zayendî de tê payîn ku sibê biryar were dayîn
16:09 31’emîn salvegera Komkujiya Madimakê: Me ji bîr nekir dê nedin jibîrkirin
15:29 Li Edeneyê 12 girtî sewqî Girtîgeha Tîpa Y a Sulucayê hatin kirin
14:42 16 kesên êrişî Starbucks û Burger Kingê kiribûn hatin binçavkirin
14:39 Derheqê 3 kesên biryara ‘Operasyona Vegera li Jiyanê’ dabûn serlêdana sûc hat kirin
14:25 Bêyî ku biryara dadgehê hebe ji bo hevşaredaran biryara qedexeya derve
13:55 Cenazeyên HPG’iyan bi roja ye li morgê tên sekinandin
13:53 Şandeya CHP’ê li herêma şewatê ye: Dozger vexwendin peywîrê
13:50 Ji herêma operasyonê 2 cenaze anîn nexweşxaneya Êlihê
13:46 Li Slovenyayê ‘Rojên Diyaloga bi Abdullah Ocalan re’ hat lidarxistin
13:44 Koçyîgîtê ji desthilatê pirsî: Bi DEDAŞ’ê re têkiliyeke we ya çawa heye
13:36 Platforma Bajêr: Bila têkildarî êrişan lêpirsîn bê destpêkirin
13:28 Li Girtîgeha Amedê 32 girtî ji xwarinê jehrî bûne!
13:18 Ciwanê di Gola Wanê de winda bûye hêj nehate dîtin
13:08 Encumenên DEM Partiyê çûn şaredariyê: Me muxatab nedîtin
13:07 Ji bo Abdullah Ocalan dê li ber CPT’yê bi girseyî daxuyanî bê dayîn
13:05 Duyemîn Doza Kobanê sibe dest pê dike
12:27 Bîlançoya tundiya zilam a 3 rojan: 9 jin hatin qetilkirin
11:21 Li Bedlîs û Sêrtê operasyon: Daristan tên bombebarankirin
11:20 Li Elkê pêvçûnên dijwar diqewimin
11:18 Di êrîşa li Dagistanê de 4 sivîl û 15 polîs mirin
11:07 Tîryakî: Wezaretê ji bo gelek hevşaredaran biryara qedexeya derketina derve da
11:05 Dema du bira û pismamê wan xwest şewatê vemirînin jiyana xwe ji dest dan
10:41 Ji Weşanên Aryen û Sînê 4 pirtûkên nû derçûn
10:37 Kêliya êrişê vegot: Xwestin midûrê kargehê lînç bikin
10:09 Banga beşdariya mitînga li dijî qeyûm: Em peyamek xurt bidin zîhniyeta mêtinger
09:58 Cenazeyê jina winda di Çemê Zapê de hate dîtin
09:57 HUDA PAR’î êriş dikin, polîs temaşe dikin!
09:56 Dîmenên şewata ji ber têlên ceyranê derketî derketin holê
09:24 Bîlançoya şewatê: 924 heywan mirin e, qada ji 14 hezar 900 dekar pêk tê şewitî ye
09:04 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kete roja 211’an
09:03 Doç. Dr. Yilmaz: Heke em welatekî azad bixwazin divê em pirsgirêka kurd çareser bikin
09:00 ROJEVA 24'Ê HEZÎRANA 2024'AN
07:48 Xwebûn bi manşeta ‘Rêgeha me azadî ye’ derket
23/06/2024
23:59 Şandeya CHP’ê dê li herêma şewat lê derketî lêkolînan bike
23:59 Şandeya ku ketina wan a Mawayê hate astengkirin banga hestiyariyê kir
22:59 Li Dêrikê şewata li baxçe derket belavî zeviya genim bû
22:52 Aydenîz ji walî û AKP’iyan re got: Em li vir in bila ew bi koma parazvanên xwe re bigerin
20:45 Meteorolojiyê ji bo 6 bajaran hişyariya ‘şewatê’ kir
20:37 Li Qerejdaxê şewat derket
20:32 ÎKK ya TMMOB’ê: Hewldanên DEDAŞ’ê yên tamîrkirinê ji holêrakirina delîlan e
20:03 Li Rihayê barîna barana zêde
19:51 Li Colemêrgê jî şewat derket
19:31 Pêşrapora dozgeriyê: Şewata Amed û Mêrdînê ji ber ceyranê derketiye