Ji ber krîza aborî gel nikare dan û standina cejnê bike

AMED - Welatiyên amedî dan zanîn ku ji ber kirîza aborî nikarin ji bo cejnê tiştekî bikirin, ji sûkê destvala vedigerin malê. Dikandaran jî anîn ziman ku gel nikare wekî berê dan û standinê bike û gotin ku ew ji ber vê rewşê bêzar in.  
 
Krîza aborî ya li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê her ku diçe girantir dibe. Ji ber kirîza aborî welatî hatinê asta ku êdî nikarin debara xwe bikin. Bi hatina Cejna Qurbanê re welatiyên ku diçin sûkê pêdiviyên cejne dabin bikin, ji ber bihabûnê destvala vedigerin malê. Her wiha bazirgan jî ji ber vê rewşe bêzar bûnê. Desthilata AKP-MHP'ê divê polîtikayên çareseriya krîza aborî pêş bixe lê belê berovajî vê yekê bi polîtikayên şer û tecrîdê krîza girantir dike. Tirkiye ji ber polîtikayên tecrîd û şer ji her alî ve ketiyê nav xitimandinekê û li her qadê jiyanê krîzek mezin heye û xwe dide nîşandan. Em bi welatî û dikandarên Amedê re yên li ser Cadeya Sakaryayê ya li navçeya Rezanê re li ser dan û standina cejnê axivîn. 
 
Welatiya bi navê Songul Say tekildarî krîza aborî û bihabûnê wiha axivî: “Jiyan pir dijwar e. Em di kirê de dimînin, kirê jî pir biha bûne. Jiyan ji bo yên weke me rewşa wan a aborî ne baş, pir zahmet e. Ji berê jî krîzeke aborî hebû lê di van salên dawî de behtir kûrtir bûye. Li gor sala par her tişt 2 qat, 3 qat zêde bûye. Edî em nikarinê pêdiviyên xwe dabin bikin. Me nekarî ji bo cejne ji xwe re tiştekî bistînin. Em incax dikarin 2 kilo şekir bikirin.”
 
‘DIVÊ DESTHILAT BIGUHERE’
 
Dikandar Kadîr Taştekîn jî diyar kir ku ji berê dan û standina gel hêj zedetir bû û da zanîn ku niha edî tu kes ji bo tiştekî bikire nayê. Taştekin bertek nîşanî qirîza aborî da û ev tişt gotin: “Nava dikana me bêrê di cejnan de tije dibû. Lê niha ji ber qirîza aborî kes nayê tiştekî nakirê. Dikan virt û vala ye. Tişte ku me ji berê difrot niha em nikarin bifroşin. Ji bo ev kirîza aborî çareser bibe divê desthilat biguherê. Heta ev desthilat nayê guherandin krîza aborî jî çareser nabe. Em wek esnaf dixwazin ku bacê kêm bikin. Heke bac kêm bibin em ê jî bihabûnê kêm bikin û gel wê karibe dan û standinê bike.”
 
‘JI BER ŞER KRÎZ MEZIN DIBE’
 
Baran Kiziltepe yê ku ji bo dan û standina cejnê hatibû sûkê jî bi lêv kir ku ji ber bihabûn û krîza aborî ew ji sûkê destvala vedigerin malê û ev tişt gotin: “Berê xweş bû, me dikarî pêdiviyên xwe dabin bikin. Lê edî kes nikare tiştekî bikire. Krîzeke mezin heye. Ji ber şer krîza aborî kûr dibe.” 
 
Welatiyê bi navê Abdullah Yildiz jî gilî û gazînên xwe yên li dijî bihabûnê anî ziman û got ku berê milet di Cejna Qurbanê de goşt dixwar lê niha nikare tiştekî bikirin.
 
‘HERTIŞT 2 QAET ZÊDE BÛYE’
 
Ji dikandarên li cadeyê Muhammed Atman destnîşan kir ku tiştê wan di destê wan de dimînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber ku her tim zem tê bihabûn jî zede dibe, dema bihabûn zêde dibe gel jî nikarê dan û standinê bike. Heke gel nikaribe dan û standinê bike, em jî nikarin debara xwe bikin. Heke bac kêm bibin û her roj zem neyên kirin, gel jî wê bikaribe dan û standinê bike em jî wê bikaribin debara xwe bikin. Bihayê her tiştî li gor sala par 2 qat zêde bûne.”
 
‘EM NIKARIN PÊDIVIYÊN XWE BIKIRIN' 
 
Welatiya bi navê Ayten Akkuş jî anî ziman ku ji ber bihabûnê ew nekariye ji sûkê tiştekî bikirê û wiha got: “Em bi darê zorê debara xwe dikin. Her tişt pir biha bûye. Tenê me karî zaroka xwe re tîşortekî bikirin. Li malê tenê hevjînê min dixebitê. Wê besî çi bike? Her tişt pir biha bûye. Berê me dikaribû debara xwe bikin lê niha em nikarin pêdiviyên xwe yên jiyanî, rojane jî dabîn bikin.”
 
‘HER TIŞT BIHA BÛYE’
 
Ciwanê bi navê Polat jî anî ziman ku ji ber bihabûnê ew nikariye ji xwe re cilan bikire û wiha bertek nişan da: "Ez nikarim tiştekî bikirim. Ji ber krîza aborî ciwan nikarin li pêy xeyal û daxwazên xwe biçin. Gel heta tiştekî dikire sed carî difikire. Ji vê seatê şûn ve baweriya min nîne ku kirîza aborî çareser bibe.”
 
Welatiya bi navê Hasîbe Yîgit jî rewşa xwe bi van gotinan anî ziman: "Cejn hatiyê lê em nikarin tiştekî bikirin. 2 zarokên me hene lê em nikarin ji wan re tiştekî bikirin.”
 
MA / Mahmut Altintaş 
 
 

Sernavên din

21/06/2024
14:29 Têkildarî şewatê lêpirsîn hat destpêkirin
14:23 Li Erxeniyê zeviyên çandiniyê şewitîn
13:53 Ji bo tedawiya sewalên birîndar bang li beytaran hat kirin
13:49 Li Çiyayê Mawa operasyon û şer berdewam dike
13:19 Şewat li qada 66 kîlometre belav bûye
13:18 Şahidê şewatê: Heke zû mudaxile bihata kirin wê ewqas mirov nemirina
12:29 DEM Partî: Carek din desthilatdarî û dewlet ne li cem gel bû
11:48 Baroya Amedê têkildarî şewatê gilî kir
11:29 Girtiyê ku zor lê hat kirin qenata xwe ya der barê Ocalan de eşkere bike berdana wî hat taloqkirin
10:53 Rewşa dawî: Şewat vemirî, xebatên sarkirinê didomin
10:15 Bîlançoya şewatê: 5 mirî, 10 jê giran 44 kes birîndar bûne
09:41 'Heta azadiya Ocalan em li qadan in'
09:40 Çalakiya girtiyan a 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' berdewam dike
09:03 2 welatiyên di şewatê de mirin hatin veşartin
09:02 Li Cizîrê di nava 4 mehan de 6 jin hatin qetilkirin
09:00 ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:45 Şewatê heta serê sibehê berdewam kir: Rayedar şeveqê hatin cihê bûyerê
07:58 Li Çinarê û Şemrexê herî kêm 6 kesan jiyana xwe ji dest dan
02:32 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rêveberiya krîzê ava kir
00:42 Şewata ku li Şemrexê çêbû gihaşt jîngehan: Mirî û birîndar hene
20/06/2024
22:32 Berxwedan didome: Em ê rê nedin xespê
21:22 Li Wanê çalakiya nobedê hat destpêkirin
20:59 Înîsyatîfa Malbatên Pirûsê: Em dest ji têkoşîna xwe ya ji bo edaletê bernedin
20:24 Wê ji bo Pîroglû şandeyek biçe Sirbistanê
17:22 6 roj in tu agahî ji Emînî nayê girtin
16:31 Li Peravên Kanaryayê cenazeyê 5 koçberan hat dîtin
16:21 Operasyona li Çiyayê Agiriyê didome
16:13 Bi girseyî serdana Ozhanê ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket hat kirin
15:57 Îşkence li 4 ciwanên ku xwestin derbasî Tirkiyeyê bibin hat kirin
15:53 Çiyayê Mensûrê hat bombebarankirin
15:50 Li Geverê jinek hat kuştin
14:11 Dola Qeşûrayê hat qedexekirin
13:51 'Nayê qebûlkirin ku li ser jiyana penaberan bazarî bê kirin'
13:15 Li Amedê trên li wesayîtekê qelibî: 2 kes birîndar bûn
13:10 Li Qabilcewazê mirineke biguman
13:05 Banga ji bo 'Em rê nadin qeyûm': Roj roja bilindkirina têkoşîna yekbûyî ye
12:02 Karkerê sondajê di bin axê de ma û jiyana xwe ji dest da
11:55 Bîlançoya 5 rojên betlaneya cejnê: 36 mirî, 6 hezar birîndar
11:27 'Wezîrê Dadê ji bo çareseriya pirsgirêkên li girtîgehan tu dîrok neda’
09:25 Li dijî qeyûm nobedê digirin: Em ê bêdeng nemînin
09:09 Çalakiya girtiyan a 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' berdewam dike
09:06 Xizaniya jinan a li Sûrê wekî pirtûk hat çapkirin
09:03 Girtiyê nexweş Han jiyana xwe ji dest da
09:00 Rojnameger Zagros:PDK'ê ji Şemzînanê heta Avaşînê leşkerên tirk bicihkirine
09:00 ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2024'AN
19/06/2024
23:05 Çalakiyên nobedê di roja 16'an de ne
22:55 Li Mawayê şer: 2 kesan jiyana xwe ji dest da
22:50 Binarê Qendîl dîsa hat bombekirin
22:28 Li 3 bajarên Swîsreyê bi sedan name ji CPT'yê re hatin şandin
16:49 Welatî û siyasetmedaran li Şaredariya Wanê cejna hev piroz kirin
16:33 Li Stenbolê mitînga li dijî qeyûm dê bê lidarxistin
15:42 Li Çiyayê Araratê operasyona leşkerî hat destpêkirin
15:30 Rûsyayê û Koreya Bakur 'peymana parastinê' îmze kirin
15:18 Dadgerê ku krîza mazbataya Wanê derxist hat terfîkirin
15:00 Li Çiyayê Mawa piştî operasyona leşkerî şer qewimî
14:46 Koçyîgît: Çi dibe bila bibe teqez em ê bi ser bikevin
14:21 Şewata li Çiyayê Metîna berdewam dike
12:37 Prof. Lemkow: Divê Ocalan azad bibe
12:31 Tedawiya Noam Chomsky dê li malê bê domandin
10:50 Li Mekkeyê herî kêm 577 hecî mirin
10:32 Li Stenbolê pankarta ‘bicehime qeyûm’ bi keştiyê ve daliqandin
10:27 Konseya Ewropayê: Bila Demîrtaş û Kavala bên berdan
10:27 Ji jinan kampanya ‘Derzîkirina HPV’ê ya belaş’
09:25 Çalakiya girtiyan a 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' berdewam dike
09:14 Binpêkirinên mafan ji zarokan re mirin û travmayê tîne
09:08 ‘Kanê ew cejnên berê’
09:02 'Divê em ji bo girtiyan ji xewa giran şiyar bin'
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2024'AN
18/06/2024
23:58 ‘Noam Chomsky jiyana xwe ji dest neda'
22:59 Berxwedana li dijî qeyûm didome
21:45 Li Binarê Qendîlê piştî bombebaranê şewat derket
21:30 Jinên Femînîst texrîbatên qeyûman vegotin
19:53 Hûnermend Erîncîn: Qeyûm darbeya li dijî mafê bijartin û hilbijirînê ye
19:13 Aksakal bi ser gora xwe hate bîranîn
19:01 Bakirhan: Mûş dê xizmeta heq dike bibîne
18:42 Hatîmogûllari: Derewa AKP’ê ya ‘asayîbûnê’ li Colemêrgê eşkere bû
17:30 Di 6 mehan de herî kêm 833 êriş hatin lidarxistin
16:53 Cezayê hefsê li Nêrgis Mûhammedî birîn
16:42 Li mezraya Tunagragê ya Pîranê kamera bi kaniyê ve kirin
16:22 Li Erdexanê barîna gijlokê bandoreke neyînî li trafîkê kir
16:11 Ciwanê ku kete Çemê Êlihê jiyana xwe ji dest da
14:50 Gamze Akar a winda hate dîtin
14:46 Li Tûzlayê agir bi fabrîqeyê ket
14:31 Yekemîn şaredara jin a Bazîdê Kûbîlay hate berdan
13:57 Ji bo turbînên RES’ê dê 36 hezar dar bên birîn
13:43 Girtiyê jê re gotin ‘tiştekî te nîne’ û şandin qawişê jiyana xwe ji dest da
13:42 Ji 115 kesan berteka hevpar: Mafê bijartin û hilbijartinê parastî ye
12:44 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter dest pê kirin
11:21 Li peravên Îtalyayê du keştiyan qeza kir: 11 kes mirin, zêdetirî 60 kesan winda ne
11:05 Li Îranê agir bi nexweşxaneyekê ket: 9 kes mirin
11:04 Altinors ê dîl girtî: Komara Demokratîk fikra hevpar a kurdan û çîna karkeran e
10:22 Li Berlînê xwepêşandana 'Rojên Diyaloga bi Ocalan re'
10:21 Komên paramîlîter li Efrînê welatiyekî din revandin
09:42 Dayik û zarokê wê yê di şewatê de asê man jiyana xwe ji dest dan
09:37 Di 24 saetan de 824 qeza çêbûn: 6 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:06 Hevserokê OHD’a Wanê: Tu bingeheke hiqûqî ya tecrîdê nîne
09:04 Berteka polîtîkayên dubendî yên desthilatê: Hûn nikarin cihêkariyê bikin
09:02 Çalakiya girtiyan a 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' didome
09:01 Serokê Odeya Zîraetê yê Bajarê Nû Îskenderoglû: Divê TMO bihayên zad nû bike
09:00 ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2024'AN