AMED - Danişîna doza leşkerên bi maşîna zirxî pîra 85 salî Pakize Hazar eciqand û kuşt hat dîtin. Leşkerê şahid ê di danişînê de hat guhdarkirin got "Min hîn nekir."
2'yemîn danişîna doza pîra 85 salî Pakîze Hazar a li Lîcê timên taybet bi maşîna zirxî ya kîrpî ew eciqandin û kuştin, li Dadgeha Cezayê Asliye hat dîtin.
Li navçeya Licêya Amedê, di 14'ê Hezîrana 2017'an de li Kolana Mumîn Aga ya ji trafîkê re girtibû, dema Pakîze Hazar a 85 salî ji bo meaşê xwe yê extiyariyê bistîne diçû postexaneyê, wesayîta zirxî ya leşkeran ew eciqandibû û kuştibû. Ji ber vê der barê ajokarê wesayîta zirxî Çawîşê Pispor S.K. de bi tawanbariya "mirineke qisûrdar" doz hatibû vekirin û ji 2 salan heta 6 salan ceza jê tê xwestin. Di danişînê de bersûcê ajokar ê serbest tê darizandin S.K. tev li danişînê nebû. Kurê Hazar Veysi Hazar û parêzerê wan amade bû. Piştî belgeyên dosyayê hatin xwendin parêzerê mexdûr Serdal Yel daxuyaniyên berê dubare kir û xwest şahid bên guhdarkirin. Birayê Hazar ê maşîna zirxî ew eciqand û kuşt Hasret Yaşarer hat salonê û îfade da. Yaşarer ji ber bi tirkî nizanibû bi riya turcûman îfade da. Yaşarer, anî ziman ku dema bûyer pêk hat ew li PTT'ê û û dema ji PTT'ê derket bûyer pêk hatibû û wiha got: "Xwişka min Pakize Hazar, ji ber maşîna zirxî lê qelibî li erdê dirêj bûbû. Lê ez nizanim çawa qeza pêk hatiye. Dema bûyer pêk dihat hemû rêyên diçûn PTT'ê girtî bûn.
MÎN HÎS NEKIR
Şahidê bûyerê esker Îsa Gurcan jî îfade da û diyar kir ku dema bûyer pêk hat ew di beşa qabûn a maşînê de bû û wiha got: "Ji ber bejna wê kin bû min ew nedît. Dema maşîna zirxî li Hazar qeliband min tiştek hîz nekir û ez ne leqiyam. Ji ber maşîne li dijî teqînê xurt de dengê ji derve zêde nayê hundir. Ji ber vê yeke min deng nebihîst." Gurcan, parast ku dema ajokar S.K. li laşînê sûyar bû li çep û rastê maşînê nerî û siyar bû.
Dadger jî piştî li şahidan guhdar kir, daxwaza parêzer a Veysi Hazar a tev li danişînê bibe qebûl kir.
Heyeta dadgehê bi sedema Dadgeha Asliye Ceza ya Pasûrê bersîva nivîsa wan bide doz taloqî 6'ê Hezîranê kir.