AMED – Polîsan mudaxeleyî vekirina buroya Rezana Amedê kir. Polîsan dest danî ser defa daholvan û ciwanekî bi erdê re kaşkirin û binçav kirin.
HDP’ê li ser kolana Hatboyû ya navçeya Rezana Amedê bi beşdariya Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan buroya hilbijartinê vekir. Polîsan merasîma vekirina buroyê dorpêç kir û mudaxeleyî merasîmê kir. Polîsan ewil slogana “Bijî Serok Apo” asteng kir û pişt re govend gerandina li ber buroyê.
CIWANEK BI ERDÊ RE KAŞKIRIN
Ciwanek bi navê Mehmet ê ku têkildarî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berz dikir polîsan ew binçav kir. Polîsan 500 mîtro ciwan bi erdê re kaşkirin û birin Şaxa TEM’ê ya Miduriyeta Polîsan. Xizmên ciwan bertek nîşandan.
POLÎSAN JI CIWAN RE GOT: EZ Ê SERÊ TE BIPELÇIQÎNIM
Ciwanek din ku bertek nîşanî polîsan da rastî gefa polîsan hat. Polîsan li vî ciwanî wiha gef xwar: “Tu alê vedikîû gel proveke dikî. Ez ê serê bi pelçiqînim.”
POLÎSAN GOPALÊ DAHOLVAN DESTESER KIR
Polîsan li ber buroyê mudaxeleya xwe dewam kir. Vê carê jî polîsan daholvn û zirnevan asteng kir û xwest wan binçav bike. Wekîl û rêveberên HDP’ê bertek nîşanî polîsan da û ew berdan. Lê polîsan dest danî ser gopalê daholvan. Her wiha polîsan du kesên navê wan nehat hînbûn jî binçav kir.