EDENE - Xebatkarê kovara Ozgur Toplum Fahrettîn Kiliç, di danişîna 2’yemîn de nehat berdan.
2’yemîn danişîna xebatkarê Ozgur Toplum ê li Edeneyê di 28’ê Adara 2017’an de hat binçavkirin û girtin li Dadgeha Cezayê Giran a 13’emîn a Edeneyê hat dîtin. Kiliç bi îdîaya “Endamê rêxistinê” tê darizandin. Kiliç û parêzerê wî beşdarî danişînê bûn. Piştî danasîna nasnameyê danişînê dest pê kir û Kiliç bi navbenykariya wergervan parastina bi Kurdî kir. Kiliç sûcên derbarê xwe de red kirin û wiha got: “Bi armanca debarê kovarê difiroşim û dixwazim bêm berdan.”
Şandeya dadgehê biryara berdewama girtina Kiliç da û doz taloqî 18’ê Îlona 2018’an kir.