AMED - DDKD’ê, piştî deklarasyona îtîfaqa partiyên Kurd hat xwend, diyar kir ku dê di hilbijartina 24’ê Hezîranê de, piştgiriyê bidin HDP’ê.
Navenda Giştî ya Komeleya Kurdên Demokratîk ên Şoreşger (DDKD), piştî deklarasyona îtîfaqên partiyên Kurd hat xwendin, daxuyaniyek nivîskî weşand û got: “Em ê piştgiriyê bidin Partiya Demokratîk a Gelan (HDP).
DDKD’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Bi biryara hilbijartina 24’ê Hezîrana 2018’an re liv û tevgera siyasî zêde bû. Bi taybetî deklarasyona îtîfaqa partiyên Kurdan û nêrînên îtîfaqê yên HDP’ê, kelecaniyek mezin di xebatan de derxist holê. Em îtîfaqa partiyên siyasî yên Kurd xebatek girîn û bi hêvî dibînin. Tevger û partiyên Kurdan berî her tiştî divê di hilbijartinan de bi hevre tevbigerin. Ev daxwaza herî girîng a gelê me ye. Ji bo hemû daxwazên me û gelê kurd pêk werin emê di 24’ê Hezîranê de dengên xwe bidin HDP’ê.”