AMED / ENQERE - Rêxistinên mafên mirovan, bal kişandin ser biryara Komkujiya Roboskê ya DMME û gotin: “Bi vê biryarê polîtîkayên necezakirinê yên li Tirkiyeyê qebûl kirin. Em bang li DMME dikin ku dest ji vê biryara xwe berdin.”
Baroya Amedê, Înîsiyatîfa Maf, Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Navenda Mafê Mirovan a Mûlkiyê, derbarê biryara redkirina serlêdana Komkujiya Roboskê ya 34 kesan tê de jiyana xwe ji dest dan a DMME de, daxuyanî dan. Daxuyanî li Avahiy a Alîkariya Edlî ya Baroya amedê hat dayîn. Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen, Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytun, Nûnerê TÎHV a Amedê Bariş Yavun û gelek parêzer beşdarî daxuyaniyê bûn.
‘DMME POLÎTÎKAYÊN NE CEZAKIRINÊ QEBÛL KIR’
Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen li ser navê saziyan axivî û bertek nîşanî betalkirina serlêdana Komkojiya Roboskê ya DMME da. Ozmen, diyar kir ku wiha got: “Di demên dawî de DMME biryarên wiha dide û xwe dixwe nîqaşê. DMME bi vê yekê ser hemû qûsirên Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) digire û polîtîkayên ne cezakirinê qebûl dike. Hikûmetê li hemberî kuştina 34 kesan erkên xwe bi cih ne anîn û DMME jî, ji bo hikûmetê ronahiya kesk pêxist.”
BANG LI DMME
Ozmen, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em vê biryara DMME şermezar dikin. Em bang li DMME dikin ku li nêzîkatiyên xwe yên esasî vegere. Êdî mirov baweriya xwe bi dadgeheke Mafê Mirovan a ne cezakirinê qebû dike, nayîn in. Dadgeheke navneteweyî ya baweriya mirovan pê nayê, dê dawiya xwe jî bîne.”
ENQERE
Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Înîsiyatîfa Maf ên Enqerê jî li navenda giştî ya ÎHD'ê civîna çapemeniyê pêk anî. Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan daxuyanî da û wiha axivî: "Em ê vê biryara DMME li hemû derê teşhîr bikin û di qada navneteweyî de hewldanên xwe yên ji bo Roboskê berdewam bikin."
'HÛN NIRAN WISAN BI SER ROBOSKÊ BIGIRIN'
Endamê Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê Metîn Bakkalci jî, axivî û wiha gto: "34 welatiyên Roboskê li ser axa welatê xwe hatin qetilkirinn. Li holê rastiyek heye. Ev biryara DMME nikara ser rastiyê bigire. Kenê xwe li aqlê mirovan dikin. Mafê mirovan êdî li Tirkiye û cîhanê ber bi rizandinê ve diçe. Dê rastû teqez derbikevin holê. Hûnê tu darî nekarin wisan bi ser Roboskê û rastiyan bigirin."