Encumenên şaredariyê: Em qeyûm red dikin, em ê di xizmeta gelê xwe de bin

  • rojane
  • 12:09 7 Hezîran 2024
  • |
COLEMÊRG -  Encumenên Şaredariya Colemêrgê yên DEM Partiyê qeyûmê hatiye tayînkirin red kirin û bi yek dengî Hevşaredar Viyan Tekçe wek serokwekîla şaredariyê bijartin. 
 
Li ser fermana Wezareta Karên Navxweyî di 3’yê Hezîranê de qeyûm tayînî Şaredariya Colemêrgê ya DEM Partiyê hat kirin. Hevşaredar Mehmet Siddik Akiş ji wezîfeyê hat dûrxistin û ji doza 10 sal in berdewam dike 19 sal û 6 meh ceza lê hat birîn û ew şandin girtîgehê. Dorpêça polîsan li ser şaredariyê didome. Encumenên Şaredariya Colemêrgê yên DEM Partiyê jî li avahiya DEM Partiyê ya Colemêrgê li hev civiyan. Encumenên ku rêveberiya qeyûm red kirin, daxuyaniyek weşandin û serokwekîltiya şaredariyê bijartin. 
 
Encumenan bi yek dengî Hevşaredar Viya Tekçe wek serokwekîla şaredariyê bijart. 
 
Cîgirê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê Vezîr Coşkûn Parlak ê ji Rêxistinkirinê Berpirsiyar e, daxuyanî xwend û diyar kir ku gelê Colemêrgê li dijî her cure hîle û zordestiyê bi awayek eşkere helwesta xwe nîşan daye û xelkê bajêr her dem xwedî li îradeya xwe derketiye. 
 
‘BIRYAR BI SEDEMÊN SIYASÎ HAT GIRTIN’ 
 
Parlak bi berfirehî li ser tayînkirina qeyûm sekinî û got: “Biryara tayînkirina qeyûm û girtina hevşaredarê me pirr bi awayek eşkere bi sedemên siyasî hatiye kirin. Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan dibêje, ‘ne qanûn, hiqûqê tişta pêwîst kir’. Lê em jî dibêjin hiqûq li Colemêrgê ne di dewrê de ye. Rêya hiqûqê bi Colemêrgê nakeve. Hiqûq ji bo kurdan nayê sepandin.” 
 
‘ENCUMEN, QEYÛM NAXWAZIN’ 
 
Parlak destnîşan kir ku encumenên şaredariya wan ku bi îradeya gel hatine bijartin qeyûm qebûl nakin û got: “Em tenê cihekî û biryarekê esas digirin, ew jî gelê me ye. Berpirsiyariya me ye ku em li wekaleta gelê xwe xwedî derkevin. Em bi berpirsiyarî û hişmendî îro bi encumenên xwe re civiyan û ji bo em îradeya gelê Colemêrgê biparêzin, hin biryar girtin. Li gorî pîvanên hiqûqê divê ku encumenên me serokwekîlek bijarta. Ji ber vê yekê piştî hevşaredarê me Mehmet Siddik Akiş ji wezîfeyê hat dûrxistin û girtin, me wek encumenên şaredariyê di encama dengdanê de hevşaredara me Viyan Tekçe wek serokwekîla şaredariyê bijart.” 
 
Parlak anî ziman ku ew ê li ber xwe bidin û xwedî li îradeya gel derkevin û ew ê her daîm xwedî li îradeya xwe derkevin heta ku têkoşîna wan digihîje serkeftinê. 
 
‘EM Ê DI XIZMETA GELÊ XWE DE BIN’ 
 
Viyan Tekçe a wek serokwekîl hatiye bijartin jî axivî û destnîşan kir kuew ê heta 5 salan li cem gelê xwe bin û ji bo gelê xwe xizmetê bikin. Tekçe destnîşan kir ku qoltixê şaredariyê ku hatiye destesrkirin li wan ne helale û ew ê tu demê dest ji têkoşîn û keda xwe gelê xwe bernedin û her tim bi gelê xwe re di nava berxwedanê de bin. 
 
 

Sernavên din

11/06/2024
14:09 Danişîna kameraman Akkaya hat taloqkirin
14:08 Ji bo polîsên ku lêgerîna tazî ferzkiribûn daxwaza cezakirinê
14:06 Ji bo mitînga Colemêrgê bang hate kirin
13:11 Zarokê di atolyeya tekstîlê de dihat xebitandin jiyana xwe ji dest da
12:55 Bahçelî dîsa gelê kurd hedef girt
12:46 Bertek nîşanî serokê ku got ‘Em hewl didin şerh deynin ser kurdî’ dan
12:45 Hatîmogûllari ji Erdogan re got: Ma gel tenê dema te hildibijêre dibe gel?
12:28 Di doza Metîn Lokûmcû de daxwaza beraeta polîsan hate kirin
12:27 Ji siyasetmedarên binçavkirî pirsa ‘Kurdistan ku dere’ hate kirin
12:09 Di 10 salan de 695 zarok di cînayetên kar de mirin e
12:00 Doza rojnamevan Gok: Şahidekî ‘nepen’ ê nû li dosyayê hate zêdekirin
11:47 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re dîsa serlêdan kirin
11:11 ‘Meşa Demokrasiyê’ li Geverê ye: Dê îradeya gel bi ser bikeve
10:34 Ketina 2 gundên Geverê hate qedexekirin
10:28 Meşvanên demokrasiyê: Heta ku qeyûm biçe em ê têbikoşin
10:25 Qedexeya derketina derveyî welat a Alagaş nehat rakirin
10:14 Li du bajaran êrişî jinan hate kirin
10:13 Di cînayeta Elçî de roja biryarê sibê ye: Hêj guman hene û delîl nehatine komkirin
09:55 Tanrikûlû: Heke îktidar bi xwe bawer e bila sindoqan deyne
09:49 Li dijî xespkirina îradeyê dê di 13’ê hezîranê de li Colemêrgê bin
09:30 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:29 Ji sala 2021'ê ve tu kes di wextê xwe de ji Girtîgeha Sîncanê nehatiye berdan
09:27 Hefteyeke di nobetê de ne: Qeyûm talan û xespkirine
09:09 Siyasetmedar Lezgîn Botan: Tecrîd dibe sedema krîzên piralî
09:07 Li Stenbolê nobeda li dijî tayinkirina qeyûm: Mecbûr in vîna me esas bigirin
09:04 Feminîst li dijî qeyûm in: Em ê dev ji gotina ‘na’ bernedin
09:01 Du birayên girtî bi salane li ber xwe didin û nexweş in
09:00 ROJEVA 11'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:10 Bi sûrên Stenbolê ve pankarta 'bicehime qeyûm' hat daliqandin
10/06/2024
23:59 Li Stenbolê Nobeta Edaletê: Divê têkoşîna rêya sêyem bê xurtkirin
23:09 Çalakî di roja 7'an de ne: Dest ji tayinkirina qeyûman berdin
22:27 Roja ewil a 'Meşa Demokrasiyê' bi dawî bû
20:37 Berdevkê CHP'ê: Qeyûm, qanûna darbeyê ye
19:27 DEM Partiyê li ser meseleya tayinkirina qeyûman serdana 3 partiyan kir
17:40 Colemêrgiyan vexwendin mîtîngê
16:55 Li pêşiya girtîgehan bang kirin: Divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin were kirin
16:44 Şofêrê ji Silopiya li Zaxoyê hat kuştin
16:09 Cûdî û Gabar dîsa hatin qedexekirin
15:45 Hevserok Erol îfade da: Wek qanûnî wêneya Erdogan ne ferz e
15:35 Li Cadeya Îstîklalê protestokirina qeyûm
14:52 Li dijî qanûna ‘kuştinê’ derketin: Bela xwe ji heywanan vekin
14:35 Doza tecawizê ya cemaetê taloqî 16’ê tîrmehê hate kirin
14:12 Giliyê Yenî Şafakê a Şaredariya Bajarê Mezin hedef girtibû hate kirin
14:08 Ji Şemzînanê ‘Meşa Demokrasiyê’ ya li dijî qeyûm dest pê kir
13:39 Koçyîgît: Heta ku biryara qeyûm tê betalkirin dê têkoşîna me bidome
12:34 Di hilbijartina PE’yê de partiyên rastgir-nijadperest bi ser ketin
12:30 Berteka bihayê dexl û dan: Cotkar nikarin çandiniyê bikin
12:29 Li Wanê lehî rabû gelek ajal mirin
11:32 Namzetên serokkomariya Îranê diyar bûn
11:02 Rêjeya bêkariyê derket ji sedî 27,2’yê
10:35 TBB’ê ji 175 wesayîtan 138 jê ji bo şaredariyên AKP’î tehsîs kiriye
10:07 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo rewşa Îmraliyê serlêdana ‘Çalakiya lezgîn’ li NY'ê kir
09:30 Li Rezanê ji bo jinan qursên pîşeyî yên taybet tên dayîn
09:14 Çalakiya 'azadiyê' ya girtiyan berdewam dike
09:01 Meleyên li Amedê: Tayînkirina qeyûmê ser îradeya gel ne caîz e
09:01 Li dora şaredariyên xwe nobedê digirin: Em bên kuştin jî îradeya xwe radestî wan nakin
09:00 Ocalan jê pirsîn û bi hinceta 'li gorî qeydên ewlehiyê tevnegeriyaye' tehliyeya wê taloq kirin
09:00 ROJEVA 10’Ê HEZÎRANA 2024’AN
08:20 Xwebûn bi manşeta ‘Li dijî înkar û qeyûman BERXWEDAN’ derket
09/06/2024
23:45 Ciwanan ji bo şaredariya xwe çalakî li dar xistin
21:24 Nobedariya li dijî qeyûm di roja 6'emîn de berdewam dike
19:30 Gelê Amedê li dijî qeyûm meşiya: Em ê rê nedin qeyûmê Erdogan û Bahçelî
19:19 ‘Meşa Colemêrgê’ sibê ji Şemzînanê dest pê dike
19:00 Li Stenbolê tayînkirina qeyûm hat protestokirin: Bijî berxwedana gelê kurd
17:17 Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn di roja 2’yan de didome
16:52 Yeni Şafakê piştî pere ji ser wê qut bûn DBB ‘terorist’ îlan kir
16:41 ‘Bila kes zorê li sebra kurdan neke'
15:57 Bayindir: Kurd heta ku mafê xwe bi dest nexin gavan paşve navêjin
14:21 '13'ê hezîranê li Colemêrgê roja mezinkirina têkoşînê ye'
14:19 Birûskê li keriyê pez xist: 140 mih mirin
13:24 Li Şirnexê cînayeta kar
12:13 Prof. Norman Peach: Tirkiye hiqûqê binpê dike
11:35 Dadgehê boykot dikin û dernakevin hevdîtina malbatan
11:23 Rojnameger Buldan: Tirkiye serkeftina ku dixwaze bi dest rnaxe
11:06 DEM Partî dê di 13'ê hezîranê de li Colemêrgê mîtîngê li dar bixe
09:55 Girtiyê di rojiya mirinê de ye daket 40 kiloyan
09:36 Hejmara 67'emîn a Kovara Jin derçû
09:15 Ji Dayikên Aştiyê peyam: Êdî kurdên berxwedêr hene
09:08 'Ji bo ku êzidî venegerin Şengalê îmzeyan kom dikin'
09:04 Sê car in înfaza girtiyê nexweş Kolanç tê şewitandin
09:02 Hinceta biryara beraetê: Beyanên kesên menfeeta wî tê de hebe esas nayê girtin
09:00 ROJEVA 9’Ê HEZÎRANA 2024’AN
08/06/2024
22:13 Li Amedê wê li dijî qeyûm meş bê lidarxistin
19:14 Stenbolê ji bo Colemêrgê dest bi nobedê kir
18:48 Malbatên kesên hatin qetilkirin li Amedê hatin cem hev
18:45 Hafiz Akdemir hat bibîranîn
17:01 Li daristana Çiyayê Bagokê şewat derket
16:46 Muezîne ku anonsa ‘Deriyên xwe ji DEDAŞ’ê re venekin’ kir hate binçavkirin
16:26 Ji bo girtiyên nexweş Kûday û Îvrendî çalakî
16:01 Piştgiriya jinên femînîst a li dijî qeyûm: Bêyî piştgiriyê yek ji me azad nabe
15:50 Li Rihayê jinek hate qetilkirin
15:36 Ji bo Aksoy û Cîngoz daxwaza edaletê hate kirin
15:35 ÎHD’ê li avahiyê xwe ve pankarta ‘Ji qeyûman re na’ daliqand
15:18 Erol: Îmrali di qada navnetewî de cihê yekem e ku statuya wê ne diyar e
15:07 Şaredariya Rezanê hevdîtinên jinan da destpêkirin
14:41 Ji hunermendan berteka qeyûm: Bêdeng nemînin
14:31 Li dijî binçavkirinên li Amedê bertek hate nîşandan
14:23 43 sal berê darve kirin û cenazeyê wî winda kirin
13:45 Rojnameger Ayik: Girtîgeh neynika dewletê ne
12:34 DEM Partî ji bo çalakiya protestoya qeyûm a li Şîşhaneyê bang kir