Ji Şivan Perwer banga piştevaniya ji bo Dayikên Şemiyê

  • rojane
  • 11:35 7 Hezîran 2024
  • |
AMED - Hunermendê kurd Şivan Perwer piştevaniya xwe ya ji bo Dayikên Şemiyê-Malbatên Windayan anî ziman û got: “Dayikên me diêşin, em xwedî li wan derkevin. Bijî xizmet û têkoşîna dayikan. Hûnê bi ser bikevin.” 
 
Malbatên Windayan (Dayikên Şemiyê) û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê her hefte roja şemiyê li aqûbeta windayên xwe dipirsin û daxwaz dikin ku faîl, kujer û berpirsiyar bên darizandin û girtin. 
 
Dayikên Şemiyê û ÎHD’a Amedê ku her hefte li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû ya Amedê li hev dicivin û çalakiya xwe li dar dixin, wê sibê çalakiya hefteya 800’î li dar bixin. Dê carek din li aqûbeta windayan bipirsin û daxwaza edaletê bikin. 
 
Hunermendê kurd Şivan Perwer ji bo windayan û dayik û malbatên wan bang kir. Bang ango peyama bi vîdeo ya Perwer li ser hesabên medya dîjîtal a ÎHD’a Amedê hat belavkirin. Perwer di peyama xwe de banga xwedî derketina têkoşîna Dayikên Şemiyê dike û balê dikişîne ser nenasîna mafên kurdan. 
 
'ZEXTEK GIRAN LI SER DAYIK, WELAT Û GELÊ ME HEYE'
 
Şivan Perwer diyar kir ku başî, çêyî, rindî û jiyanek azad mafê her kesî ye û got: “Belê mixabin li welatê me ev tune ye. Ji hêla dagerkeran ve welatê me par û parçe kirine û li ser gelê me û welatê me zehmetî û zextek giran heye. Hûn dibînin; dayik dayik serî her tiştî ye. Dayik avakarê mirov e, zehmetkêş e, hezkarê jiyanê ye. Dilovan e, dilxweş e, dilvîn e dayik. Dayikan ji bîr nekin. Serê her tiştî dayik in. Navê xwe kirine Dayikên Şemiyê. Ya hevjînê wan, ya kur ya keç, ya xûç ya bira, ya dost ya heval ya jî gel-kesên wan hatine windakirin. Yanî ji bo mafî, ji bo çêyî û rindî çend gotin kiribin, hatine zindankirin, îşkencekirin û windakirin.”  
 
‘DAYIK DIBÊJIN WE ÇIKIR BI MIROVÊN ME?’
 
Perwer bal kişand ser têkoşîna Dayikên Şemiyê-Malbatên Windayan û wiha pêde çû: “Dayik li pey wan ketine, dibêjin; we wan kuşt, we wan îşkence kir, we gelek xerabî bi wan kir. Lê belê dibêjin; ka em dizanibin bi ku ve çûn, çawa bû, we çikir? Dewletek wisa xedar û nijadperest e, mafên mirovan nanase. Gava dewletek nijdarpest be, maf nenas e. Yanî heqê her mirovî, her civatê heye bi berhemên xwe yê dîrokî, ziman, çand, al û olê bijî. Bi rengê xwe bijî. Hemû qanûn û biryarên dinyayê viya dide û dibêje, mafên her kesî heye. Lê belê mixabin viya li Tirkiyeyê tune ye. Ji ber wê yekê dayikên me-Dayikên Şemiyê bi salane derdikevin ber daîreyan, ber zindanan, li kolanan bang dikin; we çikir bi mirovên me, bo çi em nizanin we kuşt, we avêt ku derê? We li ku veşart? Însanetî li Tirkiyeyê tune ye.”  
 
‘DAYIK DIÊŞIN, XWEDÎ LI WAN DERKEVIN’
 
Perwer bal kişand ser mafê bingehîn yê netewekî û wiha got: “Tu miletekî ji mafê wî, ji berhemên wî miletî, ji dîroka wî biqetînî, zilm ji wê mezintir tune ye. Ji bo vê jî tu însanan bikujî û serwindayî bikî, zilmek mezintir ji wê tune. Ez bang dikim gelê kurd jî, tirk jî, ereb jî, fars jî ji kerema xwe mafê mirovatiyê nas bike. Roj heye tirk jî, ereb jî bindest bibin. Çima? Bindestî xerab e. Li miletê kurd çi kirin hûn dibînin? Eva ne misilmantî ye, ne xiristayanî ye, ne yahûdîtî ye, ne ezdatî ye, ne zerdûştî ye, ne jî konfîçîyû û bûdîstî ye. Ne bi xwedayî û bêxwedanî ye. Yanî viya ne însanî ye. Însanên ku hatin ser rûyê dinê, mafê wan ku bi reng û bi hemû berhemên xwe civatî bijîn. Mafê me kurdan jî heye. Ji kerema xwe miletê me yê kurd; li dayikên me xwedî derkevin. Dayikên me bi salane li ber daîreyan li ber heps û zindanan qîreqîra wan e, giriyê wan e, carekê li hêsirê çavê wan binêrin. Dayik diêşin, dayik avakarê me ne. Heyrana çavê we bim, dayikên me ji bîr nekin.”  
 
BANGA PIŞTEVANIYA BO DAYIKAN
 
Perwer di dawiya peyama xwe de banga piştevaniya ji bo Dayikên Şemiyê kir û got: “Dayikên me; em li gel we ne. Hûn bi heq in. Mafên xwe ji dest bernedin. Gelê me xwedî li dayikên me derkeve. Li ser van kiryaran û bûyeran lêkolînê bikin. Li dû biçin. Dayikan bi tenê nehêlin. Bijî xizmet û têkoşîna Dayikên Şemiyê. Hûnê bi ser bikevin. Dayik mafdar in û wê her dem bi ser kevin. Silav û rêz bo we dayikên me delal.”  
 
 

Sernavên din

11/06/2024
14:09 Danişîna kameraman Akkaya hat taloqkirin
14:08 Ji bo polîsên ku lêgerîna tazî ferzkiribûn daxwaza cezakirinê
14:06 Ji bo mitînga Colemêrgê bang hate kirin
13:11 Zarokê di atolyeya tekstîlê de dihat xebitandin jiyana xwe ji dest da
12:55 Bahçelî dîsa gelê kurd hedef girt
12:46 Bertek nîşanî serokê ku got ‘Em hewl didin şerh deynin ser kurdî’ dan
12:45 Hatîmogûllari ji Erdogan re got: Ma gel tenê dema te hildibijêre dibe gel?
12:28 Di doza Metîn Lokûmcû de daxwaza beraeta polîsan hate kirin
12:27 Ji siyasetmedarên binçavkirî pirsa ‘Kurdistan ku dere’ hate kirin
12:09 Di 10 salan de 695 zarok di cînayetên kar de mirin e
12:00 Doza rojnamevan Gok: Şahidekî ‘nepen’ ê nû li dosyayê hate zêdekirin
11:47 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re dîsa serlêdan kirin
11:11 ‘Meşa Demokrasiyê’ li Geverê ye: Dê îradeya gel bi ser bikeve
10:34 Ketina 2 gundên Geverê hate qedexekirin
10:28 Meşvanên demokrasiyê: Heta ku qeyûm biçe em ê têbikoşin
10:25 Qedexeya derketina derveyî welat a Alagaş nehat rakirin
10:14 Li du bajaran êrişî jinan hate kirin
10:13 Di cînayeta Elçî de roja biryarê sibê ye: Hêj guman hene û delîl nehatine komkirin
09:55 Tanrikûlû: Heke îktidar bi xwe bawer e bila sindoqan deyne
09:49 Li dijî xespkirina îradeyê dê di 13’ê hezîranê de li Colemêrgê bin
09:30 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:29 Ji sala 2021'ê ve tu kes di wextê xwe de ji Girtîgeha Sîncanê nehatiye berdan
09:27 Hefteyeke di nobetê de ne: Qeyûm talan û xespkirine
09:09 Siyasetmedar Lezgîn Botan: Tecrîd dibe sedema krîzên piralî
09:07 Li Stenbolê nobeda li dijî tayinkirina qeyûm: Mecbûr in vîna me esas bigirin
09:04 Feminîst li dijî qeyûm in: Em ê dev ji gotina ‘na’ bernedin
09:01 Du birayên girtî bi salane li ber xwe didin û nexweş in
09:00 ROJEVA 11'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:10 Bi sûrên Stenbolê ve pankarta 'bicehime qeyûm' hat daliqandin
10/06/2024
23:59 Li Stenbolê Nobeta Edaletê: Divê têkoşîna rêya sêyem bê xurtkirin
23:09 Çalakî di roja 7'an de ne: Dest ji tayinkirina qeyûman berdin
22:27 Roja ewil a 'Meşa Demokrasiyê' bi dawî bû
20:37 Berdevkê CHP'ê: Qeyûm, qanûna darbeyê ye
19:27 DEM Partiyê li ser meseleya tayinkirina qeyûman serdana 3 partiyan kir
17:40 Colemêrgiyan vexwendin mîtîngê
16:55 Li pêşiya girtîgehan bang kirin: Divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin were kirin
16:44 Şofêrê ji Silopiya li Zaxoyê hat kuştin
16:09 Cûdî û Gabar dîsa hatin qedexekirin
15:45 Hevserok Erol îfade da: Wek qanûnî wêneya Erdogan ne ferz e
15:35 Li Cadeya Îstîklalê protestokirina qeyûm
14:52 Li dijî qanûna ‘kuştinê’ derketin: Bela xwe ji heywanan vekin
14:35 Doza tecawizê ya cemaetê taloqî 16’ê tîrmehê hate kirin
14:12 Giliyê Yenî Şafakê a Şaredariya Bajarê Mezin hedef girtibû hate kirin
14:08 Ji Şemzînanê ‘Meşa Demokrasiyê’ ya li dijî qeyûm dest pê kir
13:39 Koçyîgît: Heta ku biryara qeyûm tê betalkirin dê têkoşîna me bidome
12:34 Di hilbijartina PE’yê de partiyên rastgir-nijadperest bi ser ketin
12:30 Berteka bihayê dexl û dan: Cotkar nikarin çandiniyê bikin
12:29 Li Wanê lehî rabû gelek ajal mirin
11:32 Namzetên serokkomariya Îranê diyar bûn
11:02 Rêjeya bêkariyê derket ji sedî 27,2’yê
10:35 TBB’ê ji 175 wesayîtan 138 jê ji bo şaredariyên AKP’î tehsîs kiriye
10:07 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo rewşa Îmraliyê serlêdana ‘Çalakiya lezgîn’ li NY'ê kir
09:30 Li Rezanê ji bo jinan qursên pîşeyî yên taybet tên dayîn
09:14 Çalakiya 'azadiyê' ya girtiyan berdewam dike
09:01 Meleyên li Amedê: Tayînkirina qeyûmê ser îradeya gel ne caîz e
09:01 Li dora şaredariyên xwe nobedê digirin: Em bên kuştin jî îradeya xwe radestî wan nakin
09:00 Ocalan jê pirsîn û bi hinceta 'li gorî qeydên ewlehiyê tevnegeriyaye' tehliyeya wê taloq kirin
09:00 ROJEVA 10’Ê HEZÎRANA 2024’AN
08:20 Xwebûn bi manşeta ‘Li dijî înkar û qeyûman BERXWEDAN’ derket
09/06/2024
23:45 Ciwanan ji bo şaredariya xwe çalakî li dar xistin
21:24 Nobedariya li dijî qeyûm di roja 6'emîn de berdewam dike
19:30 Gelê Amedê li dijî qeyûm meşiya: Em ê rê nedin qeyûmê Erdogan û Bahçelî
19:19 ‘Meşa Colemêrgê’ sibê ji Şemzînanê dest pê dike
19:00 Li Stenbolê tayînkirina qeyûm hat protestokirin: Bijî berxwedana gelê kurd
17:17 Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn di roja 2’yan de didome
16:52 Yeni Şafakê piştî pere ji ser wê qut bûn DBB ‘terorist’ îlan kir
16:41 ‘Bila kes zorê li sebra kurdan neke'
15:57 Bayindir: Kurd heta ku mafê xwe bi dest nexin gavan paşve navêjin
14:21 '13'ê hezîranê li Colemêrgê roja mezinkirina têkoşînê ye'
14:19 Birûskê li keriyê pez xist: 140 mih mirin
13:24 Li Şirnexê cînayeta kar
12:13 Prof. Norman Peach: Tirkiye hiqûqê binpê dike
11:35 Dadgehê boykot dikin û dernakevin hevdîtina malbatan
11:23 Rojnameger Buldan: Tirkiye serkeftina ku dixwaze bi dest rnaxe
11:06 DEM Partî dê di 13'ê hezîranê de li Colemêrgê mîtîngê li dar bixe
09:55 Girtiyê di rojiya mirinê de ye daket 40 kiloyan
09:36 Hejmara 67'emîn a Kovara Jin derçû
09:15 Ji Dayikên Aştiyê peyam: Êdî kurdên berxwedêr hene
09:08 'Ji bo ku êzidî venegerin Şengalê îmzeyan kom dikin'
09:04 Sê car in înfaza girtiyê nexweş Kolanç tê şewitandin
09:02 Hinceta biryara beraetê: Beyanên kesên menfeeta wî tê de hebe esas nayê girtin
09:00 ROJEVA 9’Ê HEZÎRANA 2024’AN
08/06/2024
22:13 Li Amedê wê li dijî qeyûm meş bê lidarxistin
19:14 Stenbolê ji bo Colemêrgê dest bi nobedê kir
18:48 Malbatên kesên hatin qetilkirin li Amedê hatin cem hev
18:45 Hafiz Akdemir hat bibîranîn
17:01 Li daristana Çiyayê Bagokê şewat derket
16:46 Muezîne ku anonsa ‘Deriyên xwe ji DEDAŞ’ê re venekin’ kir hate binçavkirin
16:26 Ji bo girtiyên nexweş Kûday û Îvrendî çalakî
16:01 Piştgiriya jinên femînîst a li dijî qeyûm: Bêyî piştgiriyê yek ji me azad nabe
15:50 Li Rihayê jinek hate qetilkirin
15:36 Ji bo Aksoy û Cîngoz daxwaza edaletê hate kirin
15:35 ÎHD’ê li avahiyê xwe ve pankarta ‘Ji qeyûman re na’ daliqand
15:18 Erol: Îmrali di qada navnetewî de cihê yekem e ku statuya wê ne diyar e
15:07 Şaredariya Rezanê hevdîtinên jinan da destpêkirin
14:41 Ji hunermendan berteka qeyûm: Bêdeng nemînin
14:31 Li dijî binçavkirinên li Amedê bertek hate nîşandan
14:23 43 sal berê darve kirin û cenazeyê wî winda kirin
13:45 Rojnameger Ayik: Girtîgeh neynika dewletê ne
12:34 DEM Partî ji bo çalakiya protestoya qeyûm a li Şîşhaneyê bang kir