MÛŞ - 3’yemîn danişîna nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) ku bi KHK’ê hat girtin Îdrîs Sayilgan hat dîtin û dîsan nehat berdan. Sayilgan, ji ber arizeya di SEGBÎS’ê de beşdarî danişînê nekirin.
3’yemîn danişîna nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) ku bi KHK’ê hat girtin Îdrîs Sayilgan li Dadgeha Cezayê Giran a 2’yemîn a Mûşê hat dîtin. Serokê Komeleya Xebatên Hiqûqî û Medyayê (MLSA) Bariş Altintaş, Parêzer Veysel Ok, ji Punto24 ê Ozgur Ozçen û parêzerê Sayilgan Bariş Oflas beşdarî danişînê bûn. Ji ber arizeya di SEGBÎS’ê de Sayilgan beşdarî danişînê nebû.
'DIBE KU NÛÇEYÊN ÎDRÎS WE ACIZ BIKE, LÊ HÛN NIKARIN WÎ BIGIRIN'
Parêzer Veysel Ok parastin kir û wiha got: “Tirkiriye madeyên parastina rojnameger û rojnameyên DMME berî çend salan îmze kiribûn. Dibe ku nûçeyên Îdrîs we aciz bikin, lê hûn nikarin wî bigirin. Hûn tenê dikarin nûçeyên wî bixwînin. Rojnamegerek ji ber nûçeyên çêkirin girtin, dij hiqûqê ye û binpêkirina mafe. Îdrîs di çarçoveya azadiya raman û îfadeyê de nûçe çêkirine.”
‘JI BER KU SAYILGAN NÛÇE NIVÎSANDIN, TÊ DARIZANDIN'
Piştre parêzerê Sayilgan Bariş Oflas jî, parastin kir û wiha bilêv kir: “Ji bo mûwekîlê min beşdarî danişînê bibe û parastina xwe bike tê astengkirin. Bi SEGBÎS’ê jî nekariye beşdarî danişîna xwe bibe. Mafê parastinê yê mûwekîlê min îhlal dikin. 20 mehin mûwekîlê min girtiye û rojekê bi tenê jî ne anîn dadgehê. Di vê dosyayê de delîlên derbarê pir kesan de hatin guhertin, lê ji bo mûwekîlê min delîlek tenê jî di dosyayê de cih nagirin. Ji ber ku Sayilgan nûçe nivîsandin, tê darizandin. Ez dixwazim mûwekîlê min bê berdan.”
Şandeya dadgehê, dûre biyar da ku girtina Sayilgan berdewam bike û danişîn taloqî 5’ê Cotmeha 2018’an kir. Şandeya dadgehê di heman demê de, Medenî Işik ê di heman dosyayê de hat darizandin berda.