Ji TMMOB’ê berteka qeyûm: Li dijî vîna gel darbeya îdarî ye

  • rojane
  • 15:36 6 Hezîran 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - TMMOB a tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê li gelek bajaran şermezar kir, wiha got: “Ji holê rakirina vîna gel darbeyeke îdarî ye.”
 
Bertekên li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê û 19 sal û 6 meh cezayê hefsê yê li hevşaredar Mehmet Siddik Akiş hatiye birîn didomin. Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB) bi daxuyaniyên hevpar ên li gelek bajaran bertek nîşan da. 
 
EDENE
 
Lijneya Koordînasyona Bajêr (ÎKK) a Edeneyê ya TMMOB’ê, li ber Şaxa Odeya Endezyarên Avahiyê daxuyanî da. Rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Edeneyê û Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) tev li daxuyaniyê bûn. Sekreterê ÎKK’ê yê TMMOB’ê Kerem Şahîn xwend. 
 
Şahîn, destnîşan kir ku demokrasî careke din hatiye binpêkirin û biryara hatiye wergirtin biryareke siyasî ye. Şahîn, diyar kir ku jiholêrakirina vîna gel darbeyeke îdarî ye û wiha got: “Ev darbeya li dijî vîna gel hatiye kirin, tu sûdê nade demokrasiya Tirkiyeyê.”
 
‘DIVÊ RÊZÊ JI VÎNA GEL RE BIGIRIN’
 
Şahîn, bang li desthilatê kir ku dest ji pêkanîna qeyûman berde û rêzê ji vîna gel re bigire.
 
MÊRDÎN 
 
ÎKK ya Mêrdînê ya TMMOB’ê jî têkildarî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê li Şaxa Odeya Endezyarên Avahîsazan a Mêrdînê daxuyanî da. Daxuyaniya hevpar nûnerê Şaxa Odeya Avahîsazan a Mêrdînê Diyar Kût xwend. Kût da xuyakirin ku tunekirina baweriya gelên herêmê ya li demokrasiyê, li dijî feraseta aştî, xwişk û biratî û welatîbûna wekhev a li Tirkiyeyê ye û got: “Em bang li desthilata siyasî dikin ku dest ji pêkanînên qeyûm berde û rêzê nîşanî vîna gel bide.”
 
AMED 
 
ÎKK a Amedê ya TMMOB’ê jî li Şaxa Odeya Endezyarên Avahiyê civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserokê Şaxa Odeya Endezyarên Ceyranê Ûfûk Bûlût di civîna ku pankarta “Asayîbûn bi qeyûm pêk nayê” hate daliqandin de metna çapemeniyê ya hevpar xwend. 
 
ÊLIH
 
ÎKK a Êlihê ya TMMOB’ê jî li ber Şaxa Odeya Avahîsan a Êlihê daxuyanî da. Nûneren Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdehiyê (Egîtîm Sen) û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û rêxistinên sivîl ên civakî beşdar bûn. Di daxuyaniya ku pankarta “Qeyûm xespa vînê ye” hate daliqandin de metna hevpar Hevseroka Şaxa Odeya Avahîsazan a Êlihê Zelal Ekîncî xwend. 
 
STENBOL 
 
Di civîna çapemeniyê ya li Şaxa Odeya Endezyarên Makîneyê ya li Beyoglûyê hate lidarxistin de pankarta “Tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê nayê qebûlkirin! Vîna gel nikare were xespkirin!” hate vekirin. 
 
Daxuyaniya hevpar ji aliyê Sekreterê ÎKK’ê yê Stenbolê yê TMMOB’ê Seyfettîn Avci ve hate xwendin. Avci bi lêv kir ku darbe li vîna gel hatiye xistin û got: “Mafê kesê nîne ku vîna demokratîk a mirovan îpotek bikin. Di vê çarçoveyê de bang li desthilata siyasî dikin ku dest ji pêkanînên qeyûman berde û rêzê ji vîna gel re bigire.”
 
 
ÎZMÎR 
 
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Hiqûqnasên ji bo Edaletê û Koma Parêzerên Hemdem jî li dijî tayînkirina qeyûm daxuyanî dan. 
 
Di daxuyaniya li ber Edliyeya Îzmîrê hate dayîn de pankarta “Qeyûm darbeya li vîna gel e. Em qebûl nakin” hate vekirin û dirûşmeya “Qeyûm darbe ye, ji qeyûm re na” hate berzkirin. Kurdiya daxuyaniyê Hevseroka Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Zîlan Gumuş, tirkiya wê jî endamê OHD’ê Selahattîn Tîmûr xwend. 
 
Gumuş, bi bîr xist ku desthilata AKP’ê û MHP’ê di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de di serî de xespkirina vîna gelê kurd gele nelirêtî kirin û bi lêv kir ku tevî hemû bêhiqûqiyan gel rejîma qeyûm qebûl nkeir û vîna xwe di sindoqê de nîşan da. Gumuş, diyar kir ku rastî bi dehan dosyayên dişibin dosyaya ku bû sedemê girtina Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş hatine û got: “Bi darizandineke formalite derbarê wî de ceza hate birîn û girtin. Ev rewşa hate jiyîn darbeya siyasî ya li dijî vîna gelê Colemêrgê ye.”
 
 

Sernavên din

11/06/2024
14:09 Danişîna kameraman Akkaya hat taloqkirin
14:08 Ji bo polîsên ku lêgerîna tazî ferzkiribûn daxwaza cezakirinê
14:06 Ji bo mitînga Colemêrgê bang hate kirin
13:11 Zarokê di atolyeya tekstîlê de dihat xebitandin jiyana xwe ji dest da
12:55 Bahçelî dîsa gelê kurd hedef girt
12:46 Bertek nîşanî serokê ku got ‘Em hewl didin şerh deynin ser kurdî’ dan
12:45 Hatîmogûllari ji Erdogan re got: Ma gel tenê dema te hildibijêre dibe gel?
12:28 Di doza Metîn Lokûmcû de daxwaza beraeta polîsan hate kirin
12:27 Ji siyasetmedarên binçavkirî pirsa ‘Kurdistan ku dere’ hate kirin
12:09 Di 10 salan de 695 zarok di cînayetên kar de mirin e
12:00 Doza rojnamevan Gok: Şahidekî ‘nepen’ ê nû li dosyayê hate zêdekirin
11:47 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re dîsa serlêdan kirin
11:11 ‘Meşa Demokrasiyê’ li Geverê ye: Dê îradeya gel bi ser bikeve
10:34 Ketina 2 gundên Geverê hate qedexekirin
10:28 Meşvanên demokrasiyê: Heta ku qeyûm biçe em ê têbikoşin
10:25 Qedexeya derketina derveyî welat a Alagaş nehat rakirin
10:14 Li du bajaran êrişî jinan hate kirin
10:13 Di cînayeta Elçî de roja biryarê sibê ye: Hêj guman hene û delîl nehatine komkirin
09:55 Tanrikûlû: Heke îktidar bi xwe bawer e bila sindoqan deyne
09:49 Li dijî xespkirina îradeyê dê di 13’ê hezîranê de li Colemêrgê bin
09:30 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:29 Ji sala 2021'ê ve tu kes di wextê xwe de ji Girtîgeha Sîncanê nehatiye berdan
09:27 Hefteyeke di nobetê de ne: Qeyûm talan û xespkirine
09:09 Siyasetmedar Lezgîn Botan: Tecrîd dibe sedema krîzên piralî
09:07 Li Stenbolê nobeda li dijî tayinkirina qeyûm: Mecbûr in vîna me esas bigirin
09:04 Feminîst li dijî qeyûm in: Em ê dev ji gotina ‘na’ bernedin
09:01 Du birayên girtî bi salane li ber xwe didin û nexweş in
09:00 ROJEVA 11'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:10 Bi sûrên Stenbolê ve pankarta 'bicehime qeyûm' hat daliqandin
10/06/2024
23:59 Li Stenbolê Nobeta Edaletê: Divê têkoşîna rêya sêyem bê xurtkirin
23:09 Çalakî di roja 7'an de ne: Dest ji tayinkirina qeyûman berdin
22:27 Roja ewil a 'Meşa Demokrasiyê' bi dawî bû
20:37 Berdevkê CHP'ê: Qeyûm, qanûna darbeyê ye
19:27 DEM Partiyê li ser meseleya tayinkirina qeyûman serdana 3 partiyan kir
17:40 Colemêrgiyan vexwendin mîtîngê
16:55 Li pêşiya girtîgehan bang kirin: Divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin were kirin
16:44 Şofêrê ji Silopiya li Zaxoyê hat kuştin
16:09 Cûdî û Gabar dîsa hatin qedexekirin
15:45 Hevserok Erol îfade da: Wek qanûnî wêneya Erdogan ne ferz e
15:35 Li Cadeya Îstîklalê protestokirina qeyûm
14:52 Li dijî qanûna ‘kuştinê’ derketin: Bela xwe ji heywanan vekin
14:35 Doza tecawizê ya cemaetê taloqî 16’ê tîrmehê hate kirin
14:12 Giliyê Yenî Şafakê a Şaredariya Bajarê Mezin hedef girtibû hate kirin
14:08 Ji Şemzînanê ‘Meşa Demokrasiyê’ ya li dijî qeyûm dest pê kir
13:39 Koçyîgît: Heta ku biryara qeyûm tê betalkirin dê têkoşîna me bidome
12:34 Di hilbijartina PE’yê de partiyên rastgir-nijadperest bi ser ketin
12:30 Berteka bihayê dexl û dan: Cotkar nikarin çandiniyê bikin
12:29 Li Wanê lehî rabû gelek ajal mirin
11:32 Namzetên serokkomariya Îranê diyar bûn
11:02 Rêjeya bêkariyê derket ji sedî 27,2’yê
10:35 TBB’ê ji 175 wesayîtan 138 jê ji bo şaredariyên AKP’î tehsîs kiriye
10:07 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo rewşa Îmraliyê serlêdana ‘Çalakiya lezgîn’ li NY'ê kir
09:30 Li Rezanê ji bo jinan qursên pîşeyî yên taybet tên dayîn
09:14 Çalakiya 'azadiyê' ya girtiyan berdewam dike
09:01 Meleyên li Amedê: Tayînkirina qeyûmê ser îradeya gel ne caîz e
09:01 Li dora şaredariyên xwe nobedê digirin: Em bên kuştin jî îradeya xwe radestî wan nakin
09:00 Ocalan jê pirsîn û bi hinceta 'li gorî qeydên ewlehiyê tevnegeriyaye' tehliyeya wê taloq kirin
09:00 ROJEVA 10’Ê HEZÎRANA 2024’AN
08:20 Xwebûn bi manşeta ‘Li dijî înkar û qeyûman BERXWEDAN’ derket
09/06/2024
23:45 Ciwanan ji bo şaredariya xwe çalakî li dar xistin
21:24 Nobedariya li dijî qeyûm di roja 6'emîn de berdewam dike
19:30 Gelê Amedê li dijî qeyûm meşiya: Em ê rê nedin qeyûmê Erdogan û Bahçelî
19:19 ‘Meşa Colemêrgê’ sibê ji Şemzînanê dest pê dike
19:00 Li Stenbolê tayînkirina qeyûm hat protestokirin: Bijî berxwedana gelê kurd
17:17 Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn di roja 2’yan de didome
16:52 Yeni Şafakê piştî pere ji ser wê qut bûn DBB ‘terorist’ îlan kir
16:41 ‘Bila kes zorê li sebra kurdan neke'
15:57 Bayindir: Kurd heta ku mafê xwe bi dest nexin gavan paşve navêjin
14:21 '13'ê hezîranê li Colemêrgê roja mezinkirina têkoşînê ye'
14:19 Birûskê li keriyê pez xist: 140 mih mirin
13:24 Li Şirnexê cînayeta kar
12:13 Prof. Norman Peach: Tirkiye hiqûqê binpê dike
11:35 Dadgehê boykot dikin û dernakevin hevdîtina malbatan
11:23 Rojnameger Buldan: Tirkiye serkeftina ku dixwaze bi dest rnaxe
11:06 DEM Partî dê di 13'ê hezîranê de li Colemêrgê mîtîngê li dar bixe
09:55 Girtiyê di rojiya mirinê de ye daket 40 kiloyan
09:36 Hejmara 67'emîn a Kovara Jin derçû
09:15 Ji Dayikên Aştiyê peyam: Êdî kurdên berxwedêr hene
09:08 'Ji bo ku êzidî venegerin Şengalê îmzeyan kom dikin'
09:04 Sê car in înfaza girtiyê nexweş Kolanç tê şewitandin
09:02 Hinceta biryara beraetê: Beyanên kesên menfeeta wî tê de hebe esas nayê girtin
09:00 ROJEVA 9’Ê HEZÎRANA 2024’AN
08/06/2024
22:13 Li Amedê wê li dijî qeyûm meş bê lidarxistin
19:14 Stenbolê ji bo Colemêrgê dest bi nobedê kir
18:48 Malbatên kesên hatin qetilkirin li Amedê hatin cem hev
18:45 Hafiz Akdemir hat bibîranîn
17:01 Li daristana Çiyayê Bagokê şewat derket
16:46 Muezîne ku anonsa ‘Deriyên xwe ji DEDAŞ’ê re venekin’ kir hate binçavkirin
16:26 Ji bo girtiyên nexweş Kûday û Îvrendî çalakî
16:01 Piştgiriya jinên femînîst a li dijî qeyûm: Bêyî piştgiriyê yek ji me azad nabe
15:50 Li Rihayê jinek hate qetilkirin
15:36 Ji bo Aksoy û Cîngoz daxwaza edaletê hate kirin
15:35 ÎHD’ê li avahiyê xwe ve pankarta ‘Ji qeyûman re na’ daliqand
15:18 Erol: Îmrali di qada navnetewî de cihê yekem e ku statuya wê ne diyar e
15:07 Şaredariya Rezanê hevdîtinên jinan da destpêkirin
14:41 Ji hunermendan berteka qeyûm: Bêdeng nemînin
14:31 Li dijî binçavkirinên li Amedê bertek hate nîşandan
14:23 43 sal berê darve kirin û cenazeyê wî winda kirin
13:45 Rojnameger Ayik: Girtîgeh neynika dewletê ne
12:34 DEM Partî ji bo çalakiya protestoya qeyûm a li Şîşhaneyê bang kir