ÎZMÎR - Mervan Sîncar a 23 salî ya yek ji namzetên ciwan ên HDP’ê ye, di 24’ê Hezîranê de dê beşdarî ezmûnên YKS’ê bibûya. Lê piştî dîroka hilbijartinê hat ragihandin, bû namzetê parlamenteriyê. Sîncar, diyar kir ku ji bo di Meclîsê de bibe dengê ciwanan û dawî li mexdûriyeta pergala ezmûnan bîne, bû namzet.
Mervan Sîncar a 23 salî yek ji namzetên herî ciwan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê, dinava namzetên parlamenterên Herêma Yekemîn a Îzmîrê de cih digire. Sîndar ê mezûnê Lîsê, xwe amade dikir ku di 24’ê Hezîranê de beşdarî ezmûnên Saziyên Hindekarên Bilind (YKS) bibe, lê piştî dîroka hilbijartinê hat eşkerekirin, biryar da ku bibe namzetê parlamenteriya HDP’ê. Sîndar diyar kir ku ji bo li Meclîsê bibe dengê ciwanan bû namzet û wiha axivî: “Bila ciwan dengên dihindurê xwe, ne fetisînin. Her ku bêdeng dibin, tên çewisandin. Divê di Meclîsê de mafê gotina ciwanan hebe. Ezê bibim dengê ciwanan. Tişta ji destê min were ezê bikim. Azadiya ciwanan ji destên wan kirin. Lê ciwan dê bi HDP’ê azadiya xwe bi dest bixin.”
‘JI BO CIWANAN EZMÛN ASTENGIN’
Sîncar, anî ziman ku ji ber ew jî mîna ciwanekê xwe ji bo ezmûnan amade dike, pirsgirêkên ciwana baş dizane û wiha got: “Ji bo ciwanan ezmûn astengiyek mezine. Bi vê pergala perwerdê re mirov nikare bixwîne. Dewletê bi guhertinên kirin re, mirovan sewqî ne xwendinê dike. Mafê perwerdê yê zimanê zikmakî nayê naskirin. Ciwan bi zimanê zikmakî nikarin biaxivin. Dewletê qadên jiyana ciwanan teng kirin. Gel ciwan necarin ku beşên naxwazin bixwînin. Ciwanan bi puanan tengav dikin. Gel ciwan piştî zanîngehê diqedînin jî, di karên mûceya wê kêm de dixebitin. Nikarin bibin xwedî kar. Em dixwazin dawî liv an hemûyan bînin.”
‘BILA PÊŞIYA CIWANAN VEKIN’
Sîncar, bal kişand ser danezana hilbijartinê ya HDP’ê û wiha bilêv kir: “Danezan bi hevî û baweriyên mezin tijeye. Ji bo pêşiya jin, ciwan û zarokan vekirin gelek soz hatin dayîn. Dê bi HDP’ê jiyana perwerdê ya ciwanan bi guhertin. Hikûmeta heyî bi xweza û hevsengiya ciwana pir lîst. Ciwan çawan ku ramanên xwe dibêjin, wan dikin girtîgehan. Heya roja îro bi sedan ciwan girtin û dibin çavan de gef li wan xwarin û çavtirsandî kirin. Hikûmet ji ciwanan ditirse. Ji ber vê ciwanan bêdeng dike. Fikarên ciwanan ên pêşerojê hene. Li cihê ku fikar lê hebin, azadî pêş nakeve. Ciwan bi siyasetê re eleqedar nebin. Ez dixwazim van hemû zext û têgînan ji holê rabikim.”
‘EZ HDP’Ê JI CIWANAN RE VEBÊJIM’
Sîncar di dawiya axaftina xwe de, wiha got: “Ligel hemû êrîşan ezê têkoşîna xwe berdewam bikim. Ezê HDP’ê ji hemû ciwanan re vebêjim. Li dijî hemû bêmafiyan ez û ciwan em ê bêdeng nemînin. Ji ber vê ezê herim Meclîsê û hesabê hemû ciwanan bipirsim. Destûr nadin HDP projeyên xwe yên ciwanan pêk bîne. Ger destûr bê dayîn, dê HDP li hemû qadan pêşiya ciwanan veke. Bi HDP’ê re dê gelek tişt biguherin. Baweriya min bi HDP’ê tê. Ezê li kolanan êrîş û zextên li ser ciwanan, tunediya li dijî jinan û îstîsmarên zarokan vebêjim. Partiya herî zêde piştgiriyê dide jinan HDP ye. Niveka civakê ji jinan pêk tê. HDP herî zêde cih dide nûnertiya jinên ciwan. Ez bi ser ketin û nêzî qezenc kirinê ne. Bila hemû hevalên me bên di HDP’ê cih bigirin. Ger di 24’ê Hezîranê de em qezenc bikin, dê li Tirkiyeyê gelek tişt biguherin.”