Ji bo cîhanek bê sînor û bê çîn HDP

  • rojane
  • 09:17 23 Gulan 2018
  • |
img

ÎZMÎR - Namzetê parlamenteriyê yê HDP’ê yê Îzmirê Yalçin Yanik, ji bo hilbijartina 24'ê Hezîranê li Îzmirê hat nîşandan; koşgarê pêlavan e û sulaleya wan ji Efrîqayê hatine Anadolê. Yanik ê bi heqê herî kêm dixebite, diyar kir ku ew ji bo cîhanek bê sînor û bê çîn bû namzetê HDP'ê û dê mafê kedê biparêze. 

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo hilbijartina 24'ê Hezîranê ya paralmenterî û Serokomariyê di 21'ê Gulanê de namzetên xwe diyar kir û di 22'ê Gulanê de li Enqereyê dan naskirin. Yek ji namzetên ku hat diyarkirin karkerê cermê pêlavan (Sîvan-koşkar) Yalçin Yanik e. Yalçin Yanik li Herêma 1'em a Îzmirê di rêza 3’emîn de namzet hat nîşandan. Yanik, wekî “Afro-Turk" tê nasîn û ji Efrîna hatine Anatoliyê. Sulaleya Yanik di sedsala 15'emîn de ji Efrîqayê hatine Anatoliyê. 
 
Malbata Yanik ku wekî kole ji Efrîqa anîn Anatoliyê heta sedsala 19'emîn li vir bi cih bûn. Piştî bazirganiya koleleyan hat qedexekirin gelek ji wan ji vir şandin Ewropayê. Hinek malbat jî li vir bi cih bûn. Malbatên ku wê demê li herêma Îzmir, Manisa û Aydinê bi cih bûn niha li vir jiyana xwe berdewam dikin û wekî karker dixebitin. Nêzî 10 hezar welatiyên Afro-Turk ku li Îzmirê bi cih bûne piranî karê çermê solan (sîvan-koşkar) dikin. Ji ber rengê xwe wekî ên din tên dîtin. Welatiyên ku sulaleya wan ji Efrîqa hatine û di saziyên dewletê de kar dikin pir kêm in. Yek ji namzetên HDP'ê nûnerê çîna Efro Tirk ên karkerên çermê pêlavan Yalçın Yanik e. 
 
Yanik, hem xwedî nasnameya penaberiyê ye, hem xwedî nasnameya çîna karkeran e û hem jî ji ber rengê xwe wekî ê din tê dîtin û tên wêdekirin. Yanik ji serdema damezirandina Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) heta niha di nava xebatên HDK'ê de cih digire û têkoşîna mafê kedê dide. Yanik, pişti 2017'an karkerên sîvan dest bi çalakiyan kir pêşengî ji çalakiyan re kir. Li gel komek hevalên xwe bi armanca mafê karkerên Sîvan (Karkerên çerpê solan-kocgar) biparêze Komeleya Karkerên Pêlav û Qurdereyan ava kir. Yanik, armanc dike ku hem mafê civaka Afro-Turk hem jî mafê kedkarên li Tirkiye dijîn biparêze. 
 
Yanik, hem bi nasnameya xwe ya kedê û hem jî bi têkoşina xwe ya ji bo mafê mirovan tê nasîn. Di sala 2011'an de pişti şerê li Sûriye dest pê kir û bi milyonan penaberên Sûriye hatin Tirkiye, hembêza xwe li welatiyên Sûriye vekir û dan xebitandin. Ji ber vê yekê Yanik ji bo penaberên Sûriyeyî wekî “Melekê xêrê" tê nasîn. Ji bo gelek penaberan cih û war dît û derfetên kar dan wan. Yanik û komek hevalên xwe ji bo penaberan mutbexa seyar ava kir. Dîsa ji bo mafê mirovan û penaberan gelek xebatên din kir. Dîsa hin kes wekî “Mandelayê Îzmirê" pênase dikin. Wekî Melekê reş ê penaberan" bi nav dikin. 
 
JI BO CÎHANEK BÊ SÎNOR 
 
Yanik, der barê sedema HDP hilbijart ji Ajansa me Mezopotamya (MA) re axivî. Yanik anî ziman ku bav û kalên wî wekî kole hatine ser vê axê naxwaze êdî mirov wekî kole bijîn û li dijî koletiyê têdikoşe. Yanik, diyar kir ku ji bo cîhanek bê sînor, bê çîn û bê kole HDP tercîh kiriye. 
 
‘OSMANIYAN EM BI KOLETÎ ANÎN VIR'
 
Yanik destnîşan kir ku di serdema dewleta Osmanî de malbatên wan wekî kole ji Efrîqa anîn Anatoliyê û li vir wekî kole dan xebitandin. Yanik, anî ziman ku di sala 1960'an de ji malbatek kole yên penaberên Efrîna li Aydinê ji dayik bûye û wiha got: “40 salin li Îzmîrê me. Ez bi keda xwe debarê dikim. Karê çermê solan (Sîvan im) dikim. Ez namzetekî ku teqawît bûme. Çîroka gelek welatiyên Efrîqa yên hatine vir nayên zanîn. Ji ber ku di destê me de belge û arşîv tune ne. Em çîroka xwe ji bavê xwe û bavê me jî ji kalikê me bihîstiye. Piştî dawî li bazirganiya koleyan anîn hinek ji wan çûn Ewropa, lê em man li vir. Gelek ji wan li herêma Çukurova dijîn. Beşek ji wan jî li Herêma Ege bi cih bûn û mezin bûn. Li herêma Îzmir, Aydin û Mugla  bêtir kesên eslê wan ji Efrîqa ne hene. Em bi eslê xwe ji Efrîqa ne."
 
40 SALIN SÎVANIYÊ DIKIN 
 
Yanik destnîşan kir ku li Îzmîrê 40 salin sîvaniyê (Karê çermê pêlavan/koçgar) dikin û wiha lê zêde kir. Mirov li Tirkiye karker be û bi keda xwe debara xwe bike di cîhanê de tişta heri zahmet e. Ji ber ku ked tê xwarin. Ked û mafê karkeran tê binpêkirin. Karker bê ewle û bê sîgorta kar dikin. Bê sendîka ne. Di şert û mercên xerab û erzan de kar dikin. Hem keda wan û hem jî mafê wan tê xwarin. Em fikra cîhanek komînst ya bê çîn û bê sînor diparêzin. 
Em naxwazin keda mirovan bê xwarin û pelçiqandin. Em ne tenê ji bo mafê xwe ji bo hemu mafê karker û kedkarên Tirkiye têdikoşin. Ji ber vê yeke bûm namzetê HDP’ê. Ez nûnertiya hemû beşa bindest û keda wan tê xwarin di xwe de hîs dikim." 
 
EM DÊ MAFÊ KEDKARAN BI DENG BÎNIN ZIMAN
 
Yanik, herî dawî bal kişand ser xebaten ku li meclîsê bike û wiha got: “Em dê pirsgirêkên hemû karker, kedkar û penaberan bi dengê hêl li meclîsê bînin ziman. Em dê bibin dengê wan. Ji bo guhertina qanûna bingehîn a 12'ê Îlonê û parastina mafê kedê emê têbikoşin. Em dê hemû kesên kedxwarî kirine teşîr bikin. Ji bo cîhanek bê çîn û bê sinor bûm namzetê HDP’ê. Em cîhanek bê sînor û bê çîn ku ked nayê xwarin dixwazin. Ev yek tê bi yekîtiya tekoşîna kesên şoreşger, sosyalîst, komünist, karker û kedkaran pêk bê. 
 
MA/ Ahmet Kanbal - Ruken Demir
 

Sernavên din

25/05/2018
13:50 Şandeya DYA ji bo Minbîcê hat Tirkiyeyê
13:16 YSK'ê namzetê HDP’ê yê rêza yekem ê Şirnexê veto kir
12:25 e-rojname li ser înternetê dest bi weşanê kir
12:20 Dayîka Mîraz: Bi mîlyonan hene ku li şûna min deng bidin
12:18 3 karker di qezayên kar de mirin
12:10 'Ji bo aştî û demokrasiyê dengê me ji HDP û Demîrtaş re ne’
11:58 Leşkeran alên HDP’ê daxist
11:44 Bakkalci: Krîza mirovahiyê li cîhanê bi komkujiya Roboskî hat dîtin
11:32 Namzetên HDP'ê yên Mûşê: AKP dê bi findan li 7’ê Hezîranê bigere
11:29 Malbat ji bo biçin Îmraliyê cara 77’an serî li dozgeriyê dan
11:04 Ji jinên HDP’ê kampanyeya ‘7 hezar jin, 7 hezar sindoq’
10:33 Rojnameya Yenî Yaşam dest bi weşanê kir
10:32 Têkoşîna ji bo tenduristiya gel da, dê vê carê ji bo azadî û demokrasiyê bide
10:31 Dengê Bakurê Sûriyeyê rojnameya Ronahî dest bi weşana rojane dike
10:23 Prof. Dr. Oran: HDP'ê bi namzetên azadîparêz gavek gelek rast avêt
10:14 Girtiyê name ji Demîrtaş re şand rastî 4 meh ceza hat
09:54 Baluken bertek nîşanî erêkirina ceza da: Dê ev ceza wek deqek reş bikeve nav dîrokê
09:20 Weşanên Aryenê 3 pirtûkên nû çap kirin
09:19 Amedî: HDP rizgariya gelan e
09:18 Hewl dide bi laçika spî biçe Meclîsê
09:17 Kirbayir 23 salin li gora birayê xwe digere: Dewlet kujeran diparêze
09:16 'Ji ber îtifaqa jinan esas digire em li cem HDP’ê ne’
09:16 Karkerên bi KHK’an ji kar hatin avêtin: Em ê li ser sindoqan bersivê bidin
09:15 Alayumat: Min bêriya wênekêş û kamareya xwe kiriye
09:14 Jinek karker û cotkar: Ez ê dengê karker û jinan veguhezînim Meclîsê
09:13 Hûnermendên Edeneyê: 24’ê Hezîranê dê bibe roja azadiya hûner
09:00 ROJEVA 25'Ê GULANA 2018'AN
24/05/2018
17:21 Dozger serlêdana parêzeran cara 758’emîn red kir
16:12 Kesên wesayîta anonsa HDP’ê dîtin herikîn kolanan
16:11 Li ser peykerê jinê nivîsên zayendperest nivîsandin
15:59 Piştgiriya HDP’ê mezin dibe: Em dê bi hevre bi ser bikevin
15:47 Trîbûnala Navneteweyî, Tirkiye mehkûm kir
15:17 Îtîraza redkirina daxwaza berdana Demîrtaş jî hat redkirin
15:10 Egîtîm Sen: Endamên me bi ÎHA tên şopandin
14:59 Namzetên HDP’ê dest bi xebatên xwe kirin
14:56 Cerdevanê rastî êrîşê hat jiyana xwe ji dest da
14:21 Midûrê wargeha 12 xwendekar lê şewitîn: Min gundên mehrûm û xizan hilbijartin
13:27 Xebatkarên PTT'ê yên Îzmirê ji bo mafê xwe çalakî pêk anîn
13:13 ÎSÎGM: Di 4 salan de li Gebzeyê 94 karker di cînayetên kar de mirin
13:08 Dozger xwest doza windakirina 11 gundiyên Pasûrê betal bibe
12:17 Ji 150 hezar girtiyan kijan dê karibe dengê xwe bidin?
11:57 Alîkarê Midurê Şaxa Ewlehiyê: Ez ê nehêlim HDP tabelaya xwe daliqîne
11:49 Gelê Colemêrgê: Sindoqan hezar kîlometre dûr bixin jî emê dengê xwe bidin
11:09 Leyla Guven: Ez ê hewl bidim bibim layîqî rûmeta we
11:08 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê cara 758'an serî li dozgeriyê dan
11:04 Li Colemêrgê teqîn: 2 cerdevan mirin
11:03 Yalçindag: Baluken bi destê darazê ji siyasetê dahfdan
10:21 Polîsan li Mûşê zarokek bi giranî birîndar kir
10:18 Buldan: HDP’ê bi hemû gelan re îtîfaq pêk anî
10:04 Namzetê Rihayê yê AKP'ê Fakibaba piştî bû wekîl rûyê xwe reş kir
09:20 Şirnexiyên koçber bûn: Em ê tiştên anîn serê me ji bîr nekin û wisa biçin ser sindoqan
09:19 Çawîş û polîsên ku hatin tayînkirin dê du caran deng bi kar bînin!
09:18 Galerîvan: Gel ditirse, gelo dê ev der jî bibe wekî Sûriyeyê
09:17 HDP: Ji bo ewlehiya hilbijartinê xwe qeyd bikin
09:16 Li ser ‘Efrîn’ stranek çêkir
09:15 ‘Jin ji îktîdara AKP’ê re dibêjin êdî bes e’
09:13 Dewletê bedelê wesayitekê ji yê 9 mirovan bi qîmettir dît
09:12 'Em dengê xwe nadin partî û îtîfaqên kuştinên zarokan pîroz dibînin’
09:12 Li Wanê hedefa HDP’ê 8 wekîl e
09:00 ROJEVA 24'Ê GULANA 2018'AN
23/05/2018
19:28 Rojmameger Alayumat ji girtîgehê derket
17:48 Di Gulanê de Birûskê 9 ruh stendin
17:01 Jinan li Nisêbînê bi coş buroya hilbijartinê vekir
17:00 Leşkerên şahid: Dema maşîne li Hazarê qeliband min hîs nekir
16:50 Polîsan ciwanek binçav kir û gopalê daholvan desteser kir
16:42 Xebatkarê kovara Ozgur Toplum Kiliç nehat berdin
16:28 Buldan: Em ê li Amedê 12 wekîlan derxin
16:15 Dadgeha Herêma Dîlokê 16 sal û 8 meh cezayê Baluken erê kir
15:34 200 karkerên mûçeyên wan nehatin dayîn dest ji kar berdan
15:00 Rojnameger Erdogan Alayumat hat berdan
14:46 Amedî amadekariya pêşwazîkirina namzetên HDP'ê dike
14:35 Aborînas: Zengila topavêtinê lê dide
14:16 Danişîna rojnameger Kaya hat dîtin
13:59 DDKD: Em ê di 24’ê Hezîranê de dengên xwe bidin HDP’ê
13:58 Rêxistinên mafên mirovan banga Roboskê li DMME kirin
13:51 HDP dadikeve qadê: Dê biçin çar aliyê Tirkiyeyê
13:25 Namzetên HDP’ê: Ji bo yekîtiya gelan û dengê kolanan HDP
12:33 Namzetên jin ên HDP'ê yên rengîn
12:28 Cenazeyê zarokekê li Cizîrê hat dîtin
12:15 Li Şirnexê, endamê meclîsa şaredariya DBP’ê hat binçavkirin
12:14 Rojnameger Îdrîs Sayilgan dîsan nehat berdan
11:49 HDP'ê ‘Deklarasyona çareseriya pirsgirêka kurd’ eşkere kir: Ocalan û 24’ê Hezîranê ji bo aştiyê hêvî ne
10:40 Di 24’ê Hezîranê de dê beşdarî ezmûnan bûbûya, lê niha hewl dide biçe Meclîsê
10:19 6.Mihrîcana Belgefîlman a FîlmAmed dest pê dike
10:09 Li Rojhilatê Sûriyeyê QSD dawî li DAIŞ’ê tîne
09:19 Gelên elewî, suryanî, ermenî û gurcî li dora HDP'ê dibin glok
09:17 Ji bo cîhanek bê sînor û bê çîn HDP
09:17 Welatiyên ermenî: Kî me temsîl bike em ê dengê xwe bidin wan
09:16 Jinên ciwan: Ji bo pêşerojeke azad em ê dengê xwe bidin HDP'ê
09:15 Beştaş: Em ê Meclîsa Jinan weke pergalek siyasî bi pêş bixin
09:14 Dozger der barê mirina Ayhana 16 salî de biryara neşopandinê da
09:14 Kaya ya ku li hemberî pirsgirêkên jinan ker û gor bû, dîsa bû namzet!
09:02 Tahmaz: Pêkanînên AKP'ê bînin bîra xwe û biçin ser sindoqan
09:01 ‘Em ê li dijî kesên cudaxwaziya zayendî diparêzin têbikoşin'
09:00 Namzetên AKP'ê yên berê wekilên Rihayê bûn tenê qoltixên meclîsê dagir kirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ GULANA 2018'AN
08:43 Dolar dîsa bi rekorê dest bi rojê kir
22/05/2018
18:14 HDP'ê redkirina berdana Demirtaş îtîraz kir
16:44 HDP sibê li Amedê ‘Deklarasyona çareseriya pirsgirêka kurd’ eşkere dike
16:43 TL li hemberî dolar û euro qîmetê winda dike