Ji Amedê berteka qeyûm: Em ê dakevin kuçeyan û xwedî li mafê xwe derkevin

  • rojane
  • 09:25 5 Hezîran 2024
  • |
img
AMED - Amediyên ku bertek nîşanî tayinkirina qeyûma li Şaredariya Colemêrgê dan, diyar kirin ku wê polîtîkaya qeyûm bi ser nekeve û gotin: "Divê em dakevin kuçeyan û dengê xwe bidin bihîstin û em ya ku mafê me ye bistînin." 
 
Piştî Hevşaredarê Colemêrgê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Mehmet Siddik Akiş li Wanê hat binçavkirin, cara sêyemîn qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin.
 
Piştî ku Walî Alî Çelîk ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve wekî qeyûm li Şaredariya Colemêrgê hat tayînkirin bertek didomin. Amediyan bertek nîşanî desteserkirina vînê dan û gotin ku desthilat bi polîtîkaya xwe ya qeyûmtiyê nikare bi ser bikeve û ew ê li ber xwe bidin.
 
‘EM Ê LI BER XWE BIDIN'
 
Sadiye Tûrgût anî ziman ku ew ê li ber xwe bidin û şaredariyê paşde bigirin û wiha got: “Qeyûmtî neheqî ye. Nikarin dengê kesî bigirin, radibin bi qeyûman dest datînin ser vîna me. Em qeyûman qebûl nakin." 
 
Salîme Karaca diyar kir ku qeyûm "zilm" e û wiha got: "Çend caran qeyûm tayîn kirin, ma bi ser ketin?" Karaca anî ziman ku heta encamekê bi dest bixin wê li ber xwe bidin û got: "Berxwedan jiyan e." 
 
‘WÊ BI SER NEKEVIN'
 
Farûk Haydar diyar kir ku li Colemêrgê li dijî vîna gel êriş pêk hatiye û bi bîr xist ku polîtîkaya qeyûm du caran hat ceribandin, lê têk çû. Haydar anî ziman ku gelê kurd her tim vîna xwe parastiye û wiha got: “Ev pêkanîn dê ji bo gelên li Tirkiyeyê dijîn tiştek bi xwe re neyne, berovajî wê bibe sedema windakirinê. Baweriya gel a bi demokrasî, hiqûq û hilbijartinê tê tunekirin. Divê di çarçoveya qanûnê de bê protestokirin. Piştî şaredariyan dest guhert, hat dîtin ku ji bo valakirina şaredariyan xebatî ne."
 
‘EM LI WANÊ BI SER KETIN DIVÊ HEMAN TIŞT LI COLEMÊRGÊ JÎ ÇÊBIBE'
 
Hasan Elazat ku ji Mereşê ye û li derveyî welat dijî jî bertek nîşanî polîtîkaya qeyûmê da. Elazat wiha got: “Cara sêyemîn qeyûm hat tayînkirin. Divê gel bertekên xwe yên demokratîk nîşan bidin. Divê em li dijî vê yekê rabin, em li Wanê bi vî awayî bi ser ketin, divê heman tişt li Colemêrgê jî çêbibe." 
 
Nîzamettîn Katircî anî ziman ku qeyûm heqaret û zilm e li gelê kurd û wiha got: “Ev qas partî hene, çima her tim qeyûman tayinî ser kurdan sûcdar dikin? Ji bo çi vê zilmê li me dikin?" Katircî da zanîn ku divê gel li hemberî vê zilmê bêdeng nemîne û mafê xwe biparêze û got: "Divê em dakevin qadan û dengê xwe bidin bihîstin, tişta ku mafê me ye bi dest bixin."
 
Medenî Tatlî jî destnîşan kir ku divê ew li dijî polîtîkaya qeyûmtiyê li ber xwe bidin. Tatlî berxwedana Wanê bi bîr xist û got ku divê li Colemêrgê jî têkoşîn bê dayîn.
 
Mehmet Çetîn diyar kir ku zilm û zordariya li ser gelê kurd 100 sal in didome û got: “Ji bo berxwedanê çi ji destê me bê em ê bikin. Divê gelê kurd li dijî vê neheqiyê mafên xwe yên demokratîk bi kar bîne. Qeyûm wê bi ser nekevin. Wan mînaka vê ya herî baş nîşan da."
 

Sernavên din

08/06/2024
12:02 Çalakiya malbatên windakiriyan di hefteya 800’emîn de ye: Em hestiyên xwe dixwazin
11:06 Li Erxaniyê 5 kes hatin binçavkirin
10:36 Tevî biryara betalkirinê ya Dadgaha Bilind xebatên kanegeriyê didomin
10:31 Li Licikê cenazeyê karkerê dawî jî hate dîtin
10:27 Ji Stenbolê berteka li dijî qeyûm: Em qebûl nakin
10:08 Girtiya nexweşa penceşêrê nayê dermankirin
09:33 Berdana Atsiz ê 30 sal in girtiye cara duyemîn hat taloqkirin
09:30 Çalakiya girtiyan a boykotkirinê didome
09:09 Wezaretê HPG’iyê birîndar wek kuştî ragihand
09:03 Li 14 girtiyên ku Komkujiya 19'ê Kanûnê protesto kirin cezayê dîsîplînê hat birîn
09:02 Parezerê OHD'yî Bayram: Jehrkuja tecrîda girankirî têkoşîna hevpar e
09:00 Parêzer Qurbanî: Îranê mafê parastinê yê Ozdemîr esas negirt
09:00 ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
07/06/2024
21:22 Nobeda li dijî desteserkirina vînê didome
19:35 Doza Dayikên Şemiyê hat taloqkirin
19:27 Ji malbata Gezîcî 2 kes hatin berdan
16:45 Xizmên Windayan dê sibê cara 800’emîn bên ba hev
16:36 Protestoyên li dijî xespkirina îradeyê di roja 5’an de domiyan
16:34 Leşkerên ku diçûn Colemêrgê qeza kirin: 4 leşker birîndar bûn
16:24 Bozan: Heta ku tecrîd rabe dê têkoşîn bidome
16:00 Li dijî qeyûm hevdîtina bi gel re û serdana dikandaran
15:47 ÎHD’ê banga ‘betalkirina biryara tayînkirina qeyûm’ li îktîdarê kir
15:46 Navê Hafiz Akdemîr jinûve dan parkê
15:45 Dema CHP û MHP dadixînin pirsgirêk nîne, dema DEM Partî dadixîne lêpirsîn tê destpêkirin
15:29 Di behrê de cenazeyê jinekê hate dîtin
14:38 Operasyona leşkerî ya li Liceyê didome
14:00 Fadil Şenyaşar dîsa nehat berdan
13:54 MKG’ê rapora meha gulanê eşkere kir: 24 rojnameger hatin darizandin
13:38 Hafiz Akdemîr dê li kolana lê hate qetilkirin bê bibîranîn
12:52 61 kesan bang li CPT’yê kirin: Şandeyekê bişîne Îmraliyê
12:31 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:14 Doza êrişa li dijî DEM Partiyê: Bersûcê got ‘serxweş bûm’ hat tehliyekirin
12:09 Encumenên şaredariyê: Em qeyûm red dikin, em ê di xizmeta gelê xwe de bin
11:35 Ji Şivan Perwer banga piştevaniya ji bo Dayikên Şemiyê
11:28 Navê rêveberê rêxistina sûc Çatli li qadekê hate kirin
11:00 Bakirhan: Divê çi kurdên xwedî rûmet ji pêşiya avahiya AKP’ê re jî derbas nebin
10:47 Dadgehan îdianameya hevserokên HDP’ê qebûl nekirin
10:45 JINNEWS: Di gulanê de 34 jin hatin qetilkirin
10:44 Ahmet Kaya: Hiqûqa mêtingeriyê tê ferzkirin
09:54 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
09:53 Parlamentera CHP’î: Divê em li dijî feraseta qeyûma têbikoşin
09:17 Li Êlihê bi şev qeyûm hate protestokirin
09:12 IHR: Biryara darvekirina Ozdemîr bi zexta civakî dikare bê sekinandin
09:09 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:06 Partiyên siyasî bertek nîşanî qeyûm dan: Pirsgirêk a her kesî ye, dema têkoşîna hevpar e
09:03 ‘Em ji bo Amedeke paqij tev li kampanyayê bibin’
09:02 Sêrtiyan bertek nîşanî tayinkirina qeyûm dan: Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin
09:01 Nameyên wan neşandin Îmraliyê: Hincet 'dilsoziya ji bo Abdullah Ocalan'
09:00 ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2024'AN
06/06/2024
22:48 Li Kadikoyê desteserkirina vînê hat protestokirin
19:50 Çalakiyên nobedê didomin: Em ê rê nedin xespê
18:23 Hevserokên giştî çûn serdana malbata Akiş
18:08 Der barê Hevşaredarê Tetwanê de lêpirsîn
17:45 Şandeya KESK'ê li Colemêrgê ye: Rêzê li vîna gel bigirin
16:07 Nobeta Edaletê ya Şenyaşar di roja 124’an de ye
15:36 Ji TMMOB’ê berteka qeyûm: Li dijî vîna gel darbeya îdarî ye
15:01 Piştî 32 salan hatin berdan: Em ê rojên xweş bi hev re ava bikin
14:59 Ji bo protestokirina qeyûm bang kir
14:54 Hevserokê HDP’a Bûcayê hate berdan
14:41 Ozel û Erdogan dê di 11’ê hezîranê de hevdîtinê bikin
14:30 Hempîşeyên wî xwestin rojnamevan Karakoç were berdan
14:29 Wezaretê daxwaza lêpirsîna derheqê Baroya Amedê de red kir
14:19 33 rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî ji bo Doza Elçî daxuyanî dan
14:06 Şewata li Mêrdînê hate kontrolkirin
13:58 DEM Partiyiyan pankarta ‘Bicehnime qeyûm’ bi Pira Bogazîçiyê ve daliqandin
13:45 Li dijî qeyûm meş hat lidarxistin: Bijî berxwedana Colemêrgê
13:20 Li Wanê 9 kes hatin binçavkirin
13:19 Mexdûrên erdhejê yên li dijî qada rezerve derketin hatin derbkirin
13:08 Îdianameya têkildarî şewata Kuluba Şevê: 22 sal û 6 meh cezayê hefsê hat xwestin
13:05 Parlamenterên DEM Partiyê li pêşiya Wezareta Karên Hundir in
12:41 Di 2 rojan de 17 caran çekên qedexe hatin bikaranîn
12:08 Doza Ozgur Gundemê hate taloqkirin
11:46 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:46 ‘Ji bo polîs ji sûcê îşkenceyê bên darizandin em ê têbikoşin’
11:30 Hilbijartinên şaredariyan ên Rêveberiya Xweser hatin taloqkirin
11:22 Qeyûmê berê mexdûrên erdhejê xapand: 160 sal ceza jê re tê xwestin
11:01 Doza Sîncar hate taloqkirin
10:54 Hevserokên giştî bi rêxistinên civaka sivîl re civiyan: Banga hilbijartina pêşwext
10:32 Berdana girtiyê nexweş ê 30 sal in girtî ye cara duyemîn hate taloqkirin
10:24 Sêrtiyan li dijî qeyûman banga têkoşîna hevpar kirin
09:49 Bahçecî: Dixwazin bi şerê taybet re jinan bêvîn bihêlin
09:34 Xelkê Îzmîrê bertek nîşanî tayinkirina qeyûm dan: Nayê qebûlkirin
09:24 Îtîrazî cezayê darvekirinê yê Hatem Ozdemîr hat kirin
09:22 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:21 Dîlmek: Heta pirsgirêka kurd çareser nebe destûra bingehîn a nû nabe
09:02 Hew maye ku çanda tevnê ji navê rabe
09:01 Li 33 jinên girtî cezayê hucreyê hat birîn
09:00 ROJEVA 6’Ê HEZÎRANA 2024’AN
05/06/2024
22:21 Ji bo kesên li Qada Stasyonê hatin qetilkirin meşa bimeşale
21:17 Leyla Zana: Ji niha û şûnde nebêjin ‘kurd çi dixwazin?’
20:14 Hatîmogûllari: Hûn ê nikaribin qeyûman mayinde bikin
19:11 Çalakiya li ber şaredariyan di roja duyemîn de ye
18:58 Ozel serdana Emîne Şenyaşarê kir
18:53 Banga qebûlkirina daxwazên di greva birçîbûnê de
17:17 Li Mêrsînê 6 kes hatin girtin
17:11 Akiş û siyasetmedarên din bi dehan sal hatin cezakirin
16:36 Hevseroka HDP’a Amedê ya berê Alokmen hat tehliyekirin
16:28 TAYAD’iyên tecrîda li girtîgehan şermezar kirin hatin binçavkirin
16:13 Bakirhan û Zana gihîştin Colemêrgê
15:54 Du girtî ji Girtîgeha Sîncanê hatin berdan