Rêxistinên civaka sivîl tayînkirina qeyûm şermezar kirin: Ji xeletiya xwe vegerin

  • rojane
  • 12:36 4 Hezîran 2024
  • |
img
AMED - Rêxistinên civaka sivîl bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê dan û xwestin ku îktîdar ji xeletiya xwe vegere û rêzê ji bo îradeya gel bigire. 
 
Bertekên li dijî tayînkirina qeyûm a li şûna Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş berdewam in. Gelek derdorên cuda bertek nîşanî tayînkirina qeyûm didin û ji îktîdarê dixwazin ji xeletiya xwe vegere. 
 
DFG: QEYÛM GEFEKE LI DIJÎ DEMOKRASIYÊ YE
 
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) têkildarî tayînkirina qeyûm daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku îktîdara AKP’ê bi sepanên xwe yên dijdemokratîk re her roj bêhtir civakê dorpêç dike. DFG’ê bi domdarî wiha got: “Di hilbijartinên 31’ê Adarê de gelên Tirkiyeyê ji bo demokratîkbûnê gavekî girîng avêt û qada bandorê ya îktîdara siyasî teng kir. Vê îktîdara ku îradeya gel nas nake, ji ewil xwest qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bike. Lê belê li hemberî îradeya gel paşvegav avêt. Îcar niha jî qeyûm li Şaredariya Colemêrgê tayîn kir. Zîhniyeta qeyûm, li dijî îradeya gel êrişeke û li pêşiya xwedîfadekirinê astengî ye.” 
 
Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Tayînkirina qeyûm, darbeyeke li dijî demokrasiyê ye. Her wiha êrişeke li dijî çapemenî û azadiya xweîfadekirinê ye. Demokrasî û azadiya çapemenî-xweîfadekirinê girêdayî hev in. Hêj ji roja ewil ve kesên ji bo bertekên xwe nîşan bidin daketin kolanan bûn hedefa polîsan û polîsan êrişî rojnamegerên nûçe dişopandin hedef girtin. Mimkin nîne ku em vê rewşê qebûl bikin. Mîna têkoşîna me ya ji bo azadiya çapemenî û xweîfadekirinê, em ê ji bo demokratîkkirina Tirkiyeyê jî têbikoşin.” 
 
'DEV JI SEPANA TAYÎNKIRINA QEYÛMAN BERDIN’ 
 
Serokê Federasyona Pêkhateyên Bêasteng Abdulmecît Yilmaz jî têkildarî tayînkirina qeyûm daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em her serê sibehê bi derhiqûqtiyeke nû re rû bi rû dimînin. Biryara têkildarî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê derhiqûqtî ye û divê tavilê ji vê biryara xwe vegerin. Pir eşkere ye ku bêrêziya li dijî vîna gel, sûdê nade tu kesî. Gelê Colemêrgê biryara xwe daye û îradeya wan rewa ye. Tekane wateya Hevaşaredar Mehmet Siddik Akiş heye ku ew jî bêrêziya li hemberî vîna gel e. Bi vê yekê re careke din nîşan dan ku asayîbûn tenê xapandineke û kurd ne di nav de ne. Qet nebe ji bo gel derewan nekin. Divê Hevşaredarê Colemêrgê tavilê were berdan û vegera ser peywira xwe. Em dixwazin dev ji vê sepana qeyûman bê berdan.” 
 
BINPÊKIRINA VÎNA GELÊ COLEMÊRGÊ BINPÊKIRINA VÎNA GELÊ KURD E
 
Saziyên Ziman û Wêjeya Kurdî bi daxuyaniya bi serenavê “Binpêkirina vîna gelê Colemêrgê, binpêkirina vîna gelê kurd e” tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê şermezar kirin. 
 
Saziyan di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku ev êriş ji pêvajoya heyî û serkeftinên gelê kurd ên li parçeyên din ên Kurdistanê dûr û qut nîn e, pê ve girêdayî ye û wiha gotin: “Lê belê, em di wê bîr û baweriyê de ne ku vîn û hêza gelê kurd û hemû hêzên demokratîk ji tifaqa faşîst a ku îradeya gelan tune dihesibîne mezintir e. Her kes dizane ku gelê kurd li dijî zilm û zordariyê tu carê gavek be jî bi paş ve neavêtiye û di rewşên herî dijwar de jî xwedî li îradeya xwe derketiye.”
 
‘DIVÊ DEMILDEST ÎRADEYA GELÊ KURD ESAS BÊ GIRTIN’ 
 
Saziyan di berdewama daxuyaniyên xwe de wiha got: “Em wek saziyên ziman û wêjeya kurdî careke din tînin ziman ku em vê neheqî, talan û zordariyê bi tu awayî qebûl nakin û dibêjin ku divê demildest îradeya gelê kurd esas bê girtin. Her wisa, em banga xwe li civaka kurd, raya giştî û gelên Tirkiyeyê dikin ku bi rengekî demokratîk li hemberî vê talan û zordestiyê rabin; heke na, ev yek dê pêşiya gelek neheqiyên din veke. 
 
‘GELÊ KURD VAN NEHEQIYAN QEBÛL NEKE’ 
 
Em wek saziyên ziman û wêjeya kurdî, bo gelê Colemêrgê piştgirî û hevgirtina xwe careke din derdibirin û diyar dikin ku ev neheqî û zordarî li tevahiya gelê kurd hatiye kirin û berdewamiya polîtîkayên qirkirin, tunehesibandin û talanê ye ku heta roja îro li ser ziman û çanda kurdan û li ser hebûna gelê kurd hatine meşandin. Herî dawîn, gaziya me li desthilatê û berpirsyarên van biryaran e ku derhal dest ji êrişên li ser îradeya gelê kurd berdin û rêzê li vîna gelê kurd bigirin. Her wiha divê bê zanîn ku gelê kurd û civaka demokratîk dê van neheqiyan bi tu awayî qebûl neke û serê xwe li ber wan netewîne.”
 
Saziyên ziman û wêjeyê yên kurdî ku metna çapemeniyê de îmzeya wan hene wiha ne: Enstîtuya Kurdî ya Amedê - Amed, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê - Stenbol, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avestayê - Îzmîr, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Botanê - Sêrt, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Feradê - Semsûr, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Arî - Êlih, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê - Amed, Komeleya Navenda Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê ya Arsîsayê - Wan, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Birca Belek - Cizîr, Komeleya Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê ya Ankayê - Enqere, Komeleya Weşangerên Kurd-Amed, Kovara Destarê - Amed, Komeleya Lêkolînên Çand, Dîrok û Wêjeya Devkî - Dêrika Çiyayê Mazî 
 
 

Sernavên din

08/06/2024
12:02 Çalakiya malbatên windakiriyan di hefteya 800’emîn de ye: Em hestiyên xwe dixwazin
11:06 Li Erxaniyê 5 kes hatin binçavkirin
10:36 Tevî biryara betalkirinê ya Dadgaha Bilind xebatên kanegeriyê didomin
10:31 Li Licikê cenazeyê karkerê dawî jî hate dîtin
10:27 Ji Stenbolê berteka li dijî qeyûm: Em qebûl nakin
10:08 Girtiya nexweşa penceşêrê nayê dermankirin
09:33 Berdana Atsiz ê 30 sal in girtiye cara duyemîn hat taloqkirin
09:30 Çalakiya girtiyan a boykotkirinê didome
09:09 Wezaretê HPG’iyê birîndar wek kuştî ragihand
09:03 Li 14 girtiyên ku Komkujiya 19'ê Kanûnê protesto kirin cezayê dîsîplînê hat birîn
09:02 Parezerê OHD'yî Bayram: Jehrkuja tecrîda girankirî têkoşîna hevpar e
09:00 Parêzer Qurbanî: Îranê mafê parastinê yê Ozdemîr esas negirt
09:00 ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
07/06/2024
21:22 Nobeda li dijî desteserkirina vînê didome
19:35 Doza Dayikên Şemiyê hat taloqkirin
19:27 Ji malbata Gezîcî 2 kes hatin berdan
16:45 Xizmên Windayan dê sibê cara 800’emîn bên ba hev
16:36 Protestoyên li dijî xespkirina îradeyê di roja 5’an de domiyan
16:34 Leşkerên ku diçûn Colemêrgê qeza kirin: 4 leşker birîndar bûn
16:24 Bozan: Heta ku tecrîd rabe dê têkoşîn bidome
16:00 Li dijî qeyûm hevdîtina bi gel re û serdana dikandaran
15:47 ÎHD’ê banga ‘betalkirina biryara tayînkirina qeyûm’ li îktîdarê kir
15:46 Navê Hafiz Akdemîr jinûve dan parkê
15:45 Dema CHP û MHP dadixînin pirsgirêk nîne, dema DEM Partî dadixîne lêpirsîn tê destpêkirin
15:29 Di behrê de cenazeyê jinekê hate dîtin
14:38 Operasyona leşkerî ya li Liceyê didome
14:00 Fadil Şenyaşar dîsa nehat berdan
13:54 MKG’ê rapora meha gulanê eşkere kir: 24 rojnameger hatin darizandin
13:38 Hafiz Akdemîr dê li kolana lê hate qetilkirin bê bibîranîn
12:52 61 kesan bang li CPT’yê kirin: Şandeyekê bişîne Îmraliyê
12:31 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:14 Doza êrişa li dijî DEM Partiyê: Bersûcê got ‘serxweş bûm’ hat tehliyekirin
12:09 Encumenên şaredariyê: Em qeyûm red dikin, em ê di xizmeta gelê xwe de bin
11:35 Ji Şivan Perwer banga piştevaniya ji bo Dayikên Şemiyê
11:28 Navê rêveberê rêxistina sûc Çatli li qadekê hate kirin
11:00 Bakirhan: Divê çi kurdên xwedî rûmet ji pêşiya avahiya AKP’ê re jî derbas nebin
10:47 Dadgehan îdianameya hevserokên HDP’ê qebûl nekirin
10:45 JINNEWS: Di gulanê de 34 jin hatin qetilkirin
10:44 Ahmet Kaya: Hiqûqa mêtingeriyê tê ferzkirin
09:54 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
09:53 Parlamentera CHP’î: Divê em li dijî feraseta qeyûma têbikoşin
09:17 Li Êlihê bi şev qeyûm hate protestokirin
09:12 IHR: Biryara darvekirina Ozdemîr bi zexta civakî dikare bê sekinandin
09:09 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:06 Partiyên siyasî bertek nîşanî qeyûm dan: Pirsgirêk a her kesî ye, dema têkoşîna hevpar e
09:03 ‘Em ji bo Amedeke paqij tev li kampanyayê bibin’
09:02 Sêrtiyan bertek nîşanî tayinkirina qeyûm dan: Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin
09:01 Nameyên wan neşandin Îmraliyê: Hincet 'dilsoziya ji bo Abdullah Ocalan'
09:00 ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2024'AN
06/06/2024
22:48 Li Kadikoyê desteserkirina vînê hat protestokirin
19:50 Çalakiyên nobedê didomin: Em ê rê nedin xespê
18:23 Hevserokên giştî çûn serdana malbata Akiş
18:08 Der barê Hevşaredarê Tetwanê de lêpirsîn
17:45 Şandeya KESK'ê li Colemêrgê ye: Rêzê li vîna gel bigirin
16:07 Nobeta Edaletê ya Şenyaşar di roja 124’an de ye
15:36 Ji TMMOB’ê berteka qeyûm: Li dijî vîna gel darbeya îdarî ye
15:01 Piştî 32 salan hatin berdan: Em ê rojên xweş bi hev re ava bikin
14:59 Ji bo protestokirina qeyûm bang kir
14:54 Hevserokê HDP’a Bûcayê hate berdan
14:41 Ozel û Erdogan dê di 11’ê hezîranê de hevdîtinê bikin
14:30 Hempîşeyên wî xwestin rojnamevan Karakoç were berdan
14:29 Wezaretê daxwaza lêpirsîna derheqê Baroya Amedê de red kir
14:19 33 rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî ji bo Doza Elçî daxuyanî dan
14:06 Şewata li Mêrdînê hate kontrolkirin
13:58 DEM Partiyiyan pankarta ‘Bicehnime qeyûm’ bi Pira Bogazîçiyê ve daliqandin
13:45 Li dijî qeyûm meş hat lidarxistin: Bijî berxwedana Colemêrgê
13:20 Li Wanê 9 kes hatin binçavkirin
13:19 Mexdûrên erdhejê yên li dijî qada rezerve derketin hatin derbkirin
13:08 Îdianameya têkildarî şewata Kuluba Şevê: 22 sal û 6 meh cezayê hefsê hat xwestin
13:05 Parlamenterên DEM Partiyê li pêşiya Wezareta Karên Hundir in
12:41 Di 2 rojan de 17 caran çekên qedexe hatin bikaranîn
12:08 Doza Ozgur Gundemê hate taloqkirin
11:46 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:46 ‘Ji bo polîs ji sûcê îşkenceyê bên darizandin em ê têbikoşin’
11:30 Hilbijartinên şaredariyan ên Rêveberiya Xweser hatin taloqkirin
11:22 Qeyûmê berê mexdûrên erdhejê xapand: 160 sal ceza jê re tê xwestin
11:01 Doza Sîncar hate taloqkirin
10:54 Hevserokên giştî bi rêxistinên civaka sivîl re civiyan: Banga hilbijartina pêşwext
10:32 Berdana girtiyê nexweş ê 30 sal in girtî ye cara duyemîn hate taloqkirin
10:24 Sêrtiyan li dijî qeyûman banga têkoşîna hevpar kirin
09:49 Bahçecî: Dixwazin bi şerê taybet re jinan bêvîn bihêlin
09:34 Xelkê Îzmîrê bertek nîşanî tayinkirina qeyûm dan: Nayê qebûlkirin
09:24 Îtîrazî cezayê darvekirinê yê Hatem Ozdemîr hat kirin
09:22 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:21 Dîlmek: Heta pirsgirêka kurd çareser nebe destûra bingehîn a nû nabe
09:02 Hew maye ku çanda tevnê ji navê rabe
09:01 Li 33 jinên girtî cezayê hucreyê hat birîn
09:00 ROJEVA 6’Ê HEZÎRANA 2024’AN
05/06/2024
22:21 Ji bo kesên li Qada Stasyonê hatin qetilkirin meşa bimeşale
21:17 Leyla Zana: Ji niha û şûnde nebêjin ‘kurd çi dixwazin?’
20:14 Hatîmogûllari: Hûn ê nikaribin qeyûman mayinde bikin
19:11 Çalakiya li ber şaredariyan di roja duyemîn de ye
18:58 Ozel serdana Emîne Şenyaşarê kir
18:53 Banga qebûlkirina daxwazên di greva birçîbûnê de
17:17 Li Mêrsînê 6 kes hatin girtin
17:11 Akiş û siyasetmedarên din bi dehan sal hatin cezakirin
16:36 Hevseroka HDP’a Amedê ya berê Alokmen hat tehliyekirin
16:28 TAYAD’iyên tecrîda li girtîgehan şermezar kirin hatin binçavkirin
16:13 Bakirhan û Zana gihîştin Colemêrgê
15:54 Du girtî ji Girtîgeha Sîncanê hatin berdan