Hevserokê TEV-DEM’ê Hiso: Divê gelê me di 11’ê hezîranê de biçe ser sindoqê

  • rojane
  • 10:42 4 Hezîran 2024
  • |
img
AMED - Hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso têkildarî hilbijartinên herêmî yên 11’ê hezîranê got ku ew biryara hilbijartinê li gorî qanûnên xwe girtine û wiha axivî: “Em ji vir bang li hemû gelên xwe dikin; biçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin.” 
 
Li gorî Qanûna Îdareyên Xwecihî ya Meclisa Demokratîk a Gelan di 10’ê gulana 2024’an de derxistiye, Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 7 kanton, 6 bajarên mezin, 45 bajar û 141 bajarokan pêk tê. Li gorî kanûna hilbijartinê ya Komîsertiya Hilbijartinê ya Bilind (KHB) diyar kiriye divê hilbijartinê di 11’ê  hezîranê li 192 bajar û bajarokan werin kirin. Lê belê ji ber Efrîn, Bab, Cerablus, Ezaz, Girê Spî û Serêkaniyê di bin dagirkeriyê de ne, hilbijartinê dê neyê kirin. Herwiha li bajar û bajarokên ku amadehiyên binesaziya wê nehatine temamkirin û bajarokan ku statûya xwe nû bi dest xistine jî dê hilbijartinên şaredariyê neyên kirin. 
 
DÊ HILBIJARTINA 133 ŞAREDARIYAN BÊ KIRIN
 
Komîsertiya Hilbijartinê ya Bilind 5 bajarên mezin, 37 bajar û 91 bajarokan wek deverên ku dê hilbijartin lê bên kirin diyar kir. Li borî van agahiyan dê li Kantona Cizirê ji bo 67 şaredariyan, li Kantona Dêrazorê ji bo 18 şaredariyan, li Kantona Reqayê ji bo 15 şaredariyan, li Kantona Firatê ji bo 14 şaredariyan, li Kantona Minbicê ji bo 6 şaredariyan, li Kantona Tebqayê ji bo 9 şaredariyan û li Kantona Efrîn û Şehbayê jî ji bo 5 şaredariyan dê hilbijartin bên kirin. 
 
TÊ PAYÎN KU DÊ 2,5 MILYON HILBIJÊR DENG BI KAR BÎNIN
 
Rêveberiya Xweser daxuyand ji 30 partiyên siyasî dê 5 hezar û 336 namzet dê tev li hilbijartinê bibin. Tê payî ku dê 2.5 milyon hilbijêr biçin ser sindoqan. Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ewil di sala 2015’an de hilbijartinên herêmî li dar xistibû. Di encama van hilbijartinan de meclisên şaredariyan hatin avakirin û hevserok hatin hilbijartin. Di sala 2017’an de jî bi hilbijartina komîn û meclisan, li gorî nûnertiyê hevşaredar hatin hilbijartin. 
 
Li gel rojeva hilbijartinê, êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî zêde bûn. 
 
Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso têkildarî hilbijartinên 11’ê hezîranê û gefên Tirkiyeyê yên li ser herêmê axivî. 
 
‘HILBIJARTIN LI GORÎ QANÛNAN IN’ 
 
Hiso bi bîr xist ku di nava 13 salan de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mirovên ji nasnameyên gelek cuda bi hev re dijîn û diyar kir ku li hêrêmê ji carekê zêdetir hilbijartin hatine kirin. Hiso da zanîn ku dê hilbijartina 11’ê hezîranê bê kirin, di çarçoveye peymanê civakî de were lidarxistin û wiha got: “Di vê çarçoveyê de dê 11’ê hezîranê bibe rojekî dîrokî. Li vê derê tevahiya saziyan ji bo hilbijartikekî demokratîktir were kirin dixebitin. Partiyên siyasî bi coşekî mezin mitîngên xwe li dar dixin. Gel li benda hilbijartinên ku jin pêşengtiya wê dikin e. Ev hilbijartin berdewama peymana civakî ye û peymanê temam dike. Piştî ev hilbijartin hatin kirin dê ji bo tevahiya Sûriyeyê bibe mînak. Hilbijartinên ku em pêk tînin ji bo tu dewletan gef nîn in. Em bi îradeya xwe, ji bo xizmetê bibin gel dixwazin vê hilbijartinê li dar bixin.” 
 
‘HEBÛNA XWE BI XWÎNÊ DIDOMÎNE’
 
Hiso da zanîn ku Tirkiye bi hinceta hilbijartinê li dijî gelan êrişên xwe zêde kirin û anî ziman ku li tu derekî cîhanê êrişên bi vî rengî nîn in û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tirkiye li hemberî hevrabûna gelan e. Ma tu zirara vê derê ji Tirkiyeyê re heye? Hilbijartinê li tevahiya cîhanê pêk tên, li Tirkiyeyê jî pêk tên. Mafê tu kesî nîn e ku bi vî awayî mudaxileyê derveyî sînorên xwe bike. Li vê derê gelek gel û nasname ji sala 2014’an ve li dijî terorîzmê têdikoşin û bi hev re dijîn. Me heya îro gefê li tu sazî û dewletan nexwariye. Ma em çima ji Tirkiyeyê re talûkeyekî bihewînin. Tirkiye ji çi ditirse? Bila ji raya giştî re eşkere bikin. Şerê ku Tirkiye dixwaze li herêmê bide destpêkirin, ji bo tevahiya herêmê taluke ye. Dixwaze krîza xwe ya siyasî, aborî û encamên hilbijartinê li vê derê bi şer veşêre. Ji ber desthilatekî hebûna xwe bi xwînê didomîne heye.” 
 
‘FIKRA ABDULLAH OCALAN TÊ HEDEFGIRTIN’
 
Hiso diyar kir ku divê Tirkiye hem ji bo çareseriya pirsgirêkên navxweyî hem jî ji bo çareseriya pirsgirêkên li herêmê tên jiyîn divê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re biaxive û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke çareseriya pirsgirêkan were xwestin divê bi ser pirsgirêkan nîqaş werin kirin. Tirkiye dixwaze bi komkujiyan hilbijartinan betal bike lê belê dê ev hilbijartin neyên batalkirin. Ji ber ev yek bi qanûnên Tirkiyeyê re nehate kirin. Êrişên Tirkiyeyê îro dest pê nekirin, ev demekî dirêj e didomin. Berî niha jî hilbijartin hebûn û ev êriş pêk dihatin. Tirkiye li vê derê pêşengtî û azadiya jinê, fikr û ramanên birêz Ocalan hedef digire.” 
 
‘DIBE KU DAIŞ ÊRIŞ BIKE’ 
 
Hiso anî ziman ku êrişên Tirkiyeyê yên li dijî herêmê pêk tên tê wateya piştgiriya DAIŞ’ê û wiha pê de çû: “Li cihên ku dagirkerî lê hatiye kirin li dijî hilbijartinan protestoyan didin kirin. Li wan deran çete jî hene. Dibe ku DAIŞ ji van êrişên hêz bigire û êrişan li dar bixe. Rejîma Sûriyeyê hilbijartinên li vê derê li hemberî xwe wekî gefekî nabîne lê belê hikûmeta Enqerê ya faşîst îtîrazî vê yekê dike. Ji ber dewleta Tirkiyeyê naxwaze kurd azad bibe. Em jî li benda biryara wan nebin û dê bi hemû gelên xwe re cejna demokrasiyê pîroz bikin.” Hiso destnîşan kir ku gelek mirovên ji herêma Sûriyeyê hatine anîn ziman ku ew ji bo pêşeroja Sûriyeyê dê hilbijartina tê kirin wek mînak bigirin dest, got ku li dewletên ereban jî têkildarî hilbijartinan nîqaş tên domandin û ev tişt gotin: “Taybetî jî li Lubnan, Misir, Iraq û Urdunê hilbijartin tê nîqaşkirin. DYA jî van hilbijartinan dişopîne û daxuyaniyan didin. Herkes dikare hilbijartinan şîrove bike. Ji ber herêmek dixwaze îradeya xwe diyar bike. Lê belê gef xwarin û sorkirin şaş e. Hinek dewlet di nîqaşên dike de dibêjin ku ‘dereng jî maye’. Dema ku Tirkiye vana dibîne ditengije. Naxwaze îradeya gel a vê derê derkeve holê.” 
 
‘HIBIJARTIN NAYÊN BETALKIRIN’
 
Hiso di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku tevî gef û êrişan, ew ê hilbijartinan betal nekin, vê yekê qet nafirikirin û wiha derbirî: “Êriş jî bên kirin dê pêşî li biryara gelan negirin. Çend roj berî niha jî êriş çêbû. Lê belê xebatên partiyên siyasî berdewam dikin û li dijî vê yekê çalakiyên protestoyê yên mezin jî hatin lidarxistin. Di dema rejîma Baasê de rejîm nûnerên xwe dişandin. Xizmeta gel nedihat kirin. Wê demê tevî ku şer nebû jî pişta xwe dabûn gel. Lê belê mirov niha dê bi ruhekî azad biçin ser sindoqan. Dê di hilbijartinan de her kes îradeya xwe ya azad dane li holê. Helber gelê li vê derê kêfxweş e. Dê her çar aliyê Kurdistanê di vê rojê de bibe yek û em ê dengê hev û dû bibîhîsin. Em ji vê derê bang li hemû gelê xwe dikin; bila biçin ser sindoqan û dengê xwe bikar bînin.”  
 
MA/ Delal Akyuz
 

Sernavên din

08/06/2024
12:02 Çalakiya malbatên windakiriyan di hefteya 800’emîn de ye: Em hestiyên xwe dixwazin
11:06 Li Erxaniyê 5 kes hatin binçavkirin
10:36 Tevî biryara betalkirinê ya Dadgaha Bilind xebatên kanegeriyê didomin
10:31 Li Licikê cenazeyê karkerê dawî jî hate dîtin
10:27 Ji Stenbolê berteka li dijî qeyûm: Em qebûl nakin
10:08 Girtiya nexweşa penceşêrê nayê dermankirin
09:33 Berdana Atsiz ê 30 sal in girtiye cara duyemîn hat taloqkirin
09:30 Çalakiya girtiyan a boykotkirinê didome
09:09 Wezaretê HPG’iyê birîndar wek kuştî ragihand
09:03 Li 14 girtiyên ku Komkujiya 19'ê Kanûnê protesto kirin cezayê dîsîplînê hat birîn
09:02 Parezerê OHD'yî Bayram: Jehrkuja tecrîda girankirî têkoşîna hevpar e
09:00 Parêzer Qurbanî: Îranê mafê parastinê yê Ozdemîr esas negirt
09:00 ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
07/06/2024
21:22 Nobeda li dijî desteserkirina vînê didome
19:35 Doza Dayikên Şemiyê hat taloqkirin
19:27 Ji malbata Gezîcî 2 kes hatin berdan
16:45 Xizmên Windayan dê sibê cara 800’emîn bên ba hev
16:36 Protestoyên li dijî xespkirina îradeyê di roja 5’an de domiyan
16:34 Leşkerên ku diçûn Colemêrgê qeza kirin: 4 leşker birîndar bûn
16:24 Bozan: Heta ku tecrîd rabe dê têkoşîn bidome
16:00 Li dijî qeyûm hevdîtina bi gel re û serdana dikandaran
15:47 ÎHD’ê banga ‘betalkirina biryara tayînkirina qeyûm’ li îktîdarê kir
15:46 Navê Hafiz Akdemîr jinûve dan parkê
15:45 Dema CHP û MHP dadixînin pirsgirêk nîne, dema DEM Partî dadixîne lêpirsîn tê destpêkirin
15:29 Di behrê de cenazeyê jinekê hate dîtin
14:38 Operasyona leşkerî ya li Liceyê didome
14:00 Fadil Şenyaşar dîsa nehat berdan
13:54 MKG’ê rapora meha gulanê eşkere kir: 24 rojnameger hatin darizandin
13:38 Hafiz Akdemîr dê li kolana lê hate qetilkirin bê bibîranîn
12:52 61 kesan bang li CPT’yê kirin: Şandeyekê bişîne Îmraliyê
12:31 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:14 Doza êrişa li dijî DEM Partiyê: Bersûcê got ‘serxweş bûm’ hat tehliyekirin
12:09 Encumenên şaredariyê: Em qeyûm red dikin, em ê di xizmeta gelê xwe de bin
11:35 Ji Şivan Perwer banga piştevaniya ji bo Dayikên Şemiyê
11:28 Navê rêveberê rêxistina sûc Çatli li qadekê hate kirin
11:00 Bakirhan: Divê çi kurdên xwedî rûmet ji pêşiya avahiya AKP’ê re jî derbas nebin
10:47 Dadgehan îdianameya hevserokên HDP’ê qebûl nekirin
10:45 JINNEWS: Di gulanê de 34 jin hatin qetilkirin
10:44 Ahmet Kaya: Hiqûqa mêtingeriyê tê ferzkirin
09:54 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
09:53 Parlamentera CHP’î: Divê em li dijî feraseta qeyûma têbikoşin
09:17 Li Êlihê bi şev qeyûm hate protestokirin
09:12 IHR: Biryara darvekirina Ozdemîr bi zexta civakî dikare bê sekinandin
09:09 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:06 Partiyên siyasî bertek nîşanî qeyûm dan: Pirsgirêk a her kesî ye, dema têkoşîna hevpar e
09:03 ‘Em ji bo Amedeke paqij tev li kampanyayê bibin’
09:02 Sêrtiyan bertek nîşanî tayinkirina qeyûm dan: Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin
09:01 Nameyên wan neşandin Îmraliyê: Hincet 'dilsoziya ji bo Abdullah Ocalan'
09:00 ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2024'AN
06/06/2024
22:48 Li Kadikoyê desteserkirina vînê hat protestokirin
19:50 Çalakiyên nobedê didomin: Em ê rê nedin xespê
18:23 Hevserokên giştî çûn serdana malbata Akiş
18:08 Der barê Hevşaredarê Tetwanê de lêpirsîn
17:45 Şandeya KESK'ê li Colemêrgê ye: Rêzê li vîna gel bigirin
16:07 Nobeta Edaletê ya Şenyaşar di roja 124’an de ye
15:36 Ji TMMOB’ê berteka qeyûm: Li dijî vîna gel darbeya îdarî ye
15:01 Piştî 32 salan hatin berdan: Em ê rojên xweş bi hev re ava bikin
14:59 Ji bo protestokirina qeyûm bang kir
14:54 Hevserokê HDP’a Bûcayê hate berdan
14:41 Ozel û Erdogan dê di 11’ê hezîranê de hevdîtinê bikin
14:30 Hempîşeyên wî xwestin rojnamevan Karakoç were berdan
14:29 Wezaretê daxwaza lêpirsîna derheqê Baroya Amedê de red kir
14:19 33 rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî ji bo Doza Elçî daxuyanî dan
14:06 Şewata li Mêrdînê hate kontrolkirin
13:58 DEM Partiyiyan pankarta ‘Bicehnime qeyûm’ bi Pira Bogazîçiyê ve daliqandin
13:45 Li dijî qeyûm meş hat lidarxistin: Bijî berxwedana Colemêrgê
13:20 Li Wanê 9 kes hatin binçavkirin
13:19 Mexdûrên erdhejê yên li dijî qada rezerve derketin hatin derbkirin
13:08 Îdianameya têkildarî şewata Kuluba Şevê: 22 sal û 6 meh cezayê hefsê hat xwestin
13:05 Parlamenterên DEM Partiyê li pêşiya Wezareta Karên Hundir in
12:41 Di 2 rojan de 17 caran çekên qedexe hatin bikaranîn
12:08 Doza Ozgur Gundemê hate taloqkirin
11:46 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:46 ‘Ji bo polîs ji sûcê îşkenceyê bên darizandin em ê têbikoşin’
11:30 Hilbijartinên şaredariyan ên Rêveberiya Xweser hatin taloqkirin
11:22 Qeyûmê berê mexdûrên erdhejê xapand: 160 sal ceza jê re tê xwestin
11:01 Doza Sîncar hate taloqkirin
10:54 Hevserokên giştî bi rêxistinên civaka sivîl re civiyan: Banga hilbijartina pêşwext
10:32 Berdana girtiyê nexweş ê 30 sal in girtî ye cara duyemîn hate taloqkirin
10:24 Sêrtiyan li dijî qeyûman banga têkoşîna hevpar kirin
09:49 Bahçecî: Dixwazin bi şerê taybet re jinan bêvîn bihêlin
09:34 Xelkê Îzmîrê bertek nîşanî tayinkirina qeyûm dan: Nayê qebûlkirin
09:24 Îtîrazî cezayê darvekirinê yê Hatem Ozdemîr hat kirin
09:22 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:21 Dîlmek: Heta pirsgirêka kurd çareser nebe destûra bingehîn a nû nabe
09:02 Hew maye ku çanda tevnê ji navê rabe
09:01 Li 33 jinên girtî cezayê hucreyê hat birîn
09:00 ROJEVA 6’Ê HEZÎRANA 2024’AN
05/06/2024
22:21 Ji bo kesên li Qada Stasyonê hatin qetilkirin meşa bimeşale
21:17 Leyla Zana: Ji niha û şûnde nebêjin ‘kurd çi dixwazin?’
20:14 Hatîmogûllari: Hûn ê nikaribin qeyûman mayinde bikin
19:11 Çalakiya li ber şaredariyan di roja duyemîn de ye
18:58 Ozel serdana Emîne Şenyaşarê kir
18:53 Banga qebûlkirina daxwazên di greva birçîbûnê de
17:17 Li Mêrsînê 6 kes hatin girtin
17:11 Akiş û siyasetmedarên din bi dehan sal hatin cezakirin
16:36 Hevseroka HDP’a Amedê ya berê Alokmen hat tehliyekirin
16:28 TAYAD’iyên tecrîda li girtîgehan şermezar kirin hatin binçavkirin
16:13 Bakirhan û Zana gihîştin Colemêrgê
15:54 Du girtî ji Girtîgeha Sîncanê hatin berdan