STENBOL - Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz, diyar kir ku dê kurd êrîşa li ser Efrînê, bi helwesta referandûma li Kurdistana Federe û serobinokirina bajarên kurdan bînin ber çavê xwe û biçin ser sindoqan.
Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz, hilbijartina zordest ku dê di 24'ê Hezîranê de çêbibe nirxand.
Tahmaz, destnîşan kir ku di dîroka siyasî ya Tirkiyeyê de, nemaze jî di 20-25 salên dawî de, aktorên siyasî xwestek û têkoşîna ji bo aştiyê ji xwe re kirine navgîn û kesên bûne îktîdar nêzîkatiya wan a ji bo aştiyê bi qasî hesab û planên wan bûne. Tahmaz, bi lêv kir ku di dema hilbijartinan de aştî tim tê bilêvkirin û got: "Di serdemên aştiyê de herkes bi kurdan re dibe bira û dibe ehlê aştiyê." Tahmaz, diyar kir ku fikra wan ew e ku divê herkes dengê xwe bide partî û namzetên ku bi awayekî samîmî nêzî pirsgirêka kurd dibe û ji bo aştiyeke samîmî xwedî nêzîkatiyekê ye. Tahmaz destnîşan kir ku ew ê dengê xwe bidin namzet û partiyên ku ji bo serdema Rewşa Awarte li Tirkiyeyê bi dawî bibe hewl didin û herkesî dihebînin. Tahmaz got: "Yanî divê herkes dengê xwe bide namzet û partiyên ku pêşeroja Tirkiyeyê li ser nirxên demokrasiyê ava dikin. Divê em ne ji bo ku em ê roja xwe ya îro çawa xelas bikin, divê em bifikirin em ê çawa pêşeroja xwe ava bikin biçin ser sindoqan."
'HILBIJARÊN KURD PÊKANÎNÊN ÎKTÎDARÊ DANEQURTÎNE'
Tahmaz, anî ziman ku hilbijêrên kurd berî ku dengên xwe bi kar bînin dê 3 xalên sereke bînin ber çavên xwe û got: "Ya yekemîn; piştî bidawîbûna pêvajoya çareseriyê rûxandina bajaran, windakirina gelek mirovan û bûyerên ji ber vê didomin. Ya duyemîn; polîtîkaya Efrînê ye, pêkanînên li Efrînê û tewrê li hemberî referandûma li Kurdistana Başûr. Çimkî Tirkiye ji her welatî bêtir bertek nîşanî vê referandûmê da." Tahmaz diyar kir ku xala sêyemîn jî îtifaqa AKP-MHP'ê ye ku bi vê yekê netewperestiya tirk û tirkîtî ji nû ve tê vejandin. Tahmaz, diyar kir ku dê AKP ji ber van hersê hincet wekî berê dengan nestîne û got: "Dê kurd van rewşan danequrtînin. Çimkî ev pirsgirêk, pirsgirêkên ku ravekirin û telafiya wan tune ne."
DU XEBATÊN GIRÎNG
Herî dawî Tahmaz diyar kir ku Weqfa Aştiyê ji bo hilbijartina 24'ê Hezîranê dê du xebatên girîng bike û dê di rojên pêş de van xebatên xwe bi raya giştî re parve bike. Tahmaz, bi lêv kir ku ew ê tevî hin akademîsyenan danezaneke ku navê 'Danezana Aştiyê' lê kirine bi raya giştî re parve bikin. Tahmaz, destnîşan kir ku ew ê bi vê danezanê bang li hemû kesên aştîxwaz bikin ku dengê xwe bi kar bînin û ew ê di xebata xwe ya duyem de jî, manîfesto û danezanên hilbijartinên nazmetên serokomariyê û partiyan lêkolîn bikin û der barê wan de raporekê amade bikin.
MA / Bilal Seçkin