RIHA - AKP, heta niha li Rihayê bi piranî Halil Ozcan, Mehmet Kasım Gulpinar, Mehmet Ali Cevheri û İbrahim Halil Yildiz dike namzet. Derket holê ku ev kes ne nivîskî û ne jî bi devkî tu pêşnûmepirs û pêşniyara qanûnan, pêşnûmayên lêkolînî nekirine. Ev kes bi dengên eşîretên xwe diçin Meclîsê.
AKP, hema bêje di her serdemê de li Rihayê Halil Ozcan, Mehmet Kasım Gulpinar, Mehmet Ali Cevheri û İbrahim Halil Yildiz dike namzet. Lê belê derket holê ku ev kes ne nivîskî û ne jî bi devkî tu pêşnûmepirs û pêşniyara qanûnan, pêşnûmayên lêkolînî nekirine. Ev kes bi dengên eşîretên xwe diçin Meclîsê.
HALİL ÖZCAN
Halîl Ozcan, li navçeya Heranê ku bi nasnameya xwe ya ereb derdikeve pêş, ferdê eşîreta Ubedayê ye. AKP ji bo ji sedî 30'yê dengên ereban bigire, di serdema 26'an a parlementeriyê Ozcan kir namzet û niha jî di serdema 27'an de dîsa wekî namzet di rêza 3'yan de nîşan da. Her wiha xizmê wî Ahmet Akay jî di rêza 8'an de wekî namzet hat nîşandan. Ozcan di 2015'an de çû Meclîsê û endamê Komîsyona Karên Derve û Koma Yekîtiya Tirk a Parlementoyê ya Teşkîlata Îslamî ye. Lê belê derket holê ku di qeydên Meclîsê de heta niha tu xebateke Ozcan tune ye.
MEHMET KASIM GULPINAR
Mehmet Kasim Gulpinar jî di serdema 24, 25 û 26'an a parlementeriyê de wekî parlementerê Rihayê çû Meclîsê. Gulpinar di serdema 27'an de jî di rêza duyemîn de hat nîşandan. Gulpinar li herêma Qerejdaxê ya Sêwregê wekî şêxên gelek gundan tê naskirin. Di serdemên ku Gulpinar bûye parlementer de, di meclîsê de ji bilî dest rakirinê hema bêje tu tiştek nekiriye. Gulpinar di desteya giştî de 4 caran wekî xîtab axiviye, carekê sond xwariye û û 5 caran jî di Komîsyona Karên Derve û Koma Yekîtiya Tirk a Parlementoyê ya Teşkîlata Îslamî ku endamê wê ye axiviye. Ji bilî van tiştan tu pêşnûmayên ku Gulpinar dabin tune ye.
MEHMET ALİ CEVHERİ
Mehmet Alî Cevherî jî, ji ferdên eşîreta Şeyhaniyan e. Ev aşîret li herêma Rihayê eşîreteke qelebalix e û îktîdar vê eşîretê wekî depoya dengan bi kar tîne. Cevherî jî wekî parlementerên din di Meclîsê de pasîf e. Endamê Komîsyona Plan û Budçeyê ye, lê belê heta niha tu pêşnûma berpêş nekirine. Tenê ji bo guherandina qanûna bingehîn 2 caran pêşniyarî kirine û ji bo madalyay îstikalalê ya Rihayê 2 caran îmze avêtiye bin pêşniyara qanûnê. Cevherî heta niha li desteya giştî 4 caran wekî xîtab axiviye, carekê sond xwariye.
ÎBRAHÎM HALÎL YILDIZ
Îbrahîm Halîl Yildiz jî li Pirsûsê ji malbata Şêx Îsa ye ku pirsûsî vê malbatê wekî "selefxur" tawanbar dikin. Di serdema 26'an a parlementeriyê êrîşî parlementerên HDP'ê kiribû. AKP'ê Yildiz di serdema 27'an de jî di rêza 6'an de nîşan da. Yildiz endamê Komîsyona Qanûna Bingehîn e û di qeydên Meclîsê de pratîkeke wî naxuyê. Heta niha ji bo guherandina qanûna bingehîn 2 caran tev li pêşniyara qanûnê bûye û ji bo madalyaya îstiklalê ya Rihayê û 2 caran jî ji bo guherandina qanûnê îmze avêtiye. Yildiz di desteya giştî de 8 caran xîtab kiriye, carekê sond xwariye û di komîsyonê de jî carekê axiviye.