* AKP, heta niha li Rihayê bi piranî Halil Ozcan, Mehmet Kasım Gulpinar, Mehmet Ali Cevheri û İbrahim Halil Yildiz dike namzet. Lê belê derket holê ku ev kes ne nivîskî û ne jî bi devkî tu pêşnûmepirs û pêşniyara qanûnan, pêşnûmayên lêkolînî nekirine. Ev kes bi dengên eşîretên xwe diçin Meclîsê.
* Platforma Jina ya Helkîsê, diyar kir ku ew ê li hemberî polîtîkayên cudaparêz ên li dijî jinan bitêkoşin. Platformê ji bo hilbijartinê jî got: "Kesên bi cudaxwaziya zayendî û çînî nêzî jinan nabin, em alîgirên wan in."
* Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz, diyar kir ku dê kurd êrîşa li ser Efrînê, bi helwesta referandûma li Kurdistana Federe û serobinokirina bajarên kurdan bînin ber çavê xwe û biçin ser sindoqan.
* Wezîra Polîtîkayên Malbat û Civakiyî Fatma Betul Sayan Kaya ku rêxistinên jinan bertek nîşanî wê didin dîsa ji AKP'ê bû namzet. Kaya, ji dêvla ku bi awayekî mayînde pirsgirêkên jinan çareser bike, di vê derbarê de xwe li nedîtinê datîne.
* Wekîla Seroka Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, bal kişand ser deklerasyona TJA'yê û destnîşan kir ku ew ê Meclîsa Jinan a Tirkiyeyê ku di deklerasyonê de cih digire wekî pergaleke siyasî pêş ve bixin.
* Li Dersimê jinên ciwan ên ji bo hilbijartinê dixebitin, anîn ziman ku ew ji bo pêşerojeke azad dixebitin. Her wiha jinan bang li ciwanan kir ku dengê xwe bidin HDP'ê.
* Der barê lêpirsîna mirina Emel Ayhan a 16 salî ku ji sedî 50 rapora wê ya astengdariyê hebû û di dema qedexeya derketina kolanan a Cizîrê de li jêrzemîna avahiyekê asê ma û hat kuştin de, biryara neşopandinê hat dayîn.
* Welatiyên ermenî yên li Hatayê dijîn, destnîşan kirin ku kîjan partî wan temsîl bike dê dengê xwe bidin wan.
* Namzetê parlamenteriyê yê HDP’ê yê Îzmirê Yalçin Yanik, ji bo hilbijartina 24'ê Hezîranê li Îzmirê hat nîşandan; koşgarê pêlavan e û sulaleya wan ji Efrîqayê hatine Anadolê. Yanik ê bi heqê herî kêm dixebite, diyar kir ku ew ji bo cîhanek bê sînor û bê çîn bû namzetê HDP'ê û dê mafê kedê biparêze.
* Welatiyên elewî, suryanî, ermenî, gurçî û elewî yên ji bo xebatên hilbijartina zordest a 24'ê Heziranê li dora HDP'ê bûn glok, diyar kirin ku ji bo HDP nûnertiya hemû nasname û çînan dike di bin baneyê wê de kom dibin û li dora wê dibin glok.
* Danişîna doza kuştina pîra 85 salî Pakize Hazar a polîsan bi maşîna zirxî ew li Lîcê kuşt, dê li Dadgeha Cezayê Asliye ya Lîcê bê dîtin. (10.00)
* Rêxistina HDP'ê dê bi tevlêbûna Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervin Buldan û Sezai Temelli li avahiya bajar a Amedê deklerasyona çareseriya pirsgirêka kurd bi civîna çapemeniyê aşkere bikin. (11.00)
* Danişîna doza Nûçegîhanê DÎHA ya bi KHK'ê hat girtin Îdris Sayilgan, li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mûşê, nûçegîhanê DÎHA Abdullah Kaya li Agiriyê û Nûçegîhanê dîhaberê Erdogan Alayumat dê li Mûşê bê dîtin. (09.00- 13.00)
* Baroya Amedê, Navenda TÎHV'ê û Navenda ÎHD'ê dê li Amed û Enqereyê der barê doza Roboskî de hemwext daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (11.00 – 13.30)
* Rêxistina HDP'ê ya Amedê dê bi tevlêbûna hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan li navçeya Rezan li ser kolana Hatboyu dê buroya hilbijartinê veke. (14.00)
* Rêxistina HDP'ê ya Mêrdinê dê li navçeya Nisêbînê buroya jinan a hilbijartinê veke. (14.00)
* Rêxistina HDP'ê dê li gelek bajar û navçeyan xebatên hilbijartinê bi belavok, ziyaret û vekirina buroyan berdewam bike.