NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran li ser hesabê medya civakî diyar kir ku di kar de 3 karkerên înşaetê jiyana xwe ji dest dan.
Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎGM), li ser hesabê medya civakî yê twitterê diyar kir ku li înşaeta Fabrîqeya Cîmento ya Soma karker Hasan Kara jiyana xwe ji dest daye. Meclîsê diyar kir ku li înşaeta 3'emîn Balafirgehê ya Stenbolê jî karkerê taşeron ê nave wî nehat zanîn jiyana xwe ji dest daye.
NÛ NAV AŞKERE KIRIN
Meclîsê der barê qezaya kar a ku di 14'ê Gulanê de li Manisayê pêk hatibû jî agahî da û da zanîn ku li navçeya Alaşehîr a Manîsayê 14'ê Gulanê de karkerê taşeron ê elektirîkê Mehmet Alî Halaçoglu ê 30 salî jiyana xwe ji dest daye.