EDENE – 3’yemîn danişîna nûçegihanê dîhaberê Erdogan Alayumat dê sibê bê dîtin. 3’yemîn danişîna doza nûçegihanên Dîhaberê ya bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hat girtin Erdogan Alayumat ê girtî û Nurî Akman ê berdayî tê darizandin dê sibê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Hatayê bê dîtin.
‘RAGIRTINA ALAYUMAT NAYÊ QEBÛLKIRIN’
Parêzerê rojnamegeran Tugay Bek diyar kir ku Erdogan Alayumat 10 meh in girtî ne û got: “Berdewama girtina Erdogan Alayumat nayê qebûlkirin.” Bek anî ziman ku bi boneya Alayumat rojnamegeriya muxalîf dike û wêneyê kişandiye tê darizandin û wiha dewam kir: “Dirêjkirina dewama girtina wî binpêkirina hiqûqê ye. Çi dibe bila bibe divê ku Alayumat bê berdan.”