STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi boneya bi miwekîlên xwe re hevdîtin bikin cara 757’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Faîk Ozgur Erol, Îbrahîm Bîlmez û Muharrem Şahîn, bi boneya bi miwekîlên xwe re hevdîtin bikin cara 757’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an û vir ve 756 caran serlêdana parêzeran bi hincetên “Muxalefeta hewayê”, “Keştî xerabe ye”, “Keştî di tamîrê de ye” û “Rewşa Awarte” hat redkirin.