NAVENDA NÛÇEYAN - Hiquqnas Kerem Altiparmak li ser biryara dadgeyê ya redkirina serbestberdana Demîrtaş agahî da û got: “Dadgerê ku di nava heyeta dadgehê de cih digirt îtirazê neberdana Demîrtaş kir. Ji bo ku Demîrtaş serbest bê berdan sedeman pir baş û di cih de diyarkiriye. Pêkane ku Dadgeha Giran a 20’emîn ya bilind li gor van îtirazên di cih de biryar bide û Demîrtaş serbest berde.”
Di 21'ê Gulanê de Dadgeha Girana 19’emîn a Enqerê serlêdana ji bo serbestberdana Endamê Serokomariya Tirkiyê Selahatîn Demirtaş bi dengê pir ê dadgehê biryara neberdanê da. HDP’ê ji bo biryara neberdana Demirtaş ya dadgehê ku dibe sedemê neheqî û newekheviya propagandayê û got: “Ev biryar di pêşiya pêkanîna kampanyeya propagandaya Serokomariyê de astengiyeke pir mezin derdixe holê. Em ji ber vê biryara dadgehê qebûlnakin û şermezar kir”. Li ser mijarê nirxandinek jî Hiquqnas Kerem Altıparmak kir.
Altiparman di ser hesabê xwe yê twitterê de li ser biryara dadgehê nirxandinê xwe kir û got: “Min Dadgeha Girana 19’emîn a Enqerê ku bi dengê zêde daxwaze serbestberdana Demîrtaş red kir xwend. Endamê dadgehê yê li dij biryara dadgehê derdikeve ji bo serbest bê berdan daxwazname amadekir û da dadgeha bilind. Di daxaznameyê de daneyên sedemê divê çima Demîrtaş serbest bê berdan pir baş nivisand. Dibe ku merca îtirazê Dadgeha Giran a 20’emîn ya Enqerê van sedeman bipejirîne û Demîrtaş serbest berde”.
Balkêşe ku ne tenê Parlamenterên HDP’ê û parêzvanê Demîrtaş dixwazin dadgeh Demîrtaş serbest berde. Ev daxwaz yekserê raya giştî ji bo kampanyayeke adil û wek hev pêk bê dixwazin Demîrtaş serbest bê berdan. Ji rakîbên Demîrtaş, Endamê Serokomariyê yê CHP’ê Muharem Înce, Endamê Serokomariyê Endamê Partiya ÎYÎ Meral Akşener û Endamê Partiya Saadetî Temel Karamolaoglu jî ji bo Demîrtaş serbest bên berdan bang kirin.