Jinên HDP’î danezana hilbijartinê aşkere kirin: Jin dê ve pergala zordestiyê biguherînin

  • rojane
  • 13:47 22 Gulan 2018
  • |
img
ENQERE - Meclîsa Jinan a HDP'ê, deklerasyona danezana hilbijartina parlamenteriyê ya jinan aşkere kirin. Beriya deklerasyonê aşkere bikin Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, diyar kir ku ew hişmendiya mêrê serdest dişkînin û pêş ve diçin û wiha got: "Em pêl bi pêş bi porên xwe, eqal, çarik, laçik, heftreng, kras û fîstanên xwe tên. Em de bi têkoşîna xwe dawî li pergala zordestiyê bînin." 
 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), deklerasyona danezana jinan a hilbijartina parlamenteriyê bi civînekê aşkere kir. Civîna danasînê û deklerasyonê li Salona Konferansê ya Odeya Endezyarên Înşaetê ya Enqerê pêk hat. Pankartên “Tu dikarî”, “Jin diguherin” û “Em li virin em dikarin” hatin vekirin. Li ser dikê hemû jinên girtî yek bi yek navê wan hat gotin. Dema navê namzetên jin ên girtî hat xwendin yên li salonê bi yek dengî gotin “Li vir in." Civînê bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna aştî, azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane û jinên ji aliyê mêr ve hatine qetilkirin, dest pê kir. Piştre sînevîzyon hat pêşandan. 
 
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan axaftina vekirinê kir û wiha got: “Em benda li ser vîn, nasname, beden, ked û hemû nirxên xwe her roj hîs dikin. Em her roj li dijî vê bendê têdikoşin. Ji roja AKP hatiye ser kar heta niha em di bin OHAL'ê de dijîn. Bi polîtîkayên xwe li ser jinan kuştin, xizanî û tundiyê ferz dikin. Em dibêjin dikarin biguherînin û hêza jinan a guhertinê heye. Em dibêjin dê bi tekoşîna jinê bê guhertin. Jin dê faşîzmê bi pêşxistina demokrasiyê têk bibe." Buldan di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku jin dê li dijî hemû zext û tundiyên li dijî nirxên jin û civakê têbikoşin û dê bi ser bikevin. Buldan, da zanîn ku jin dê pêşengiya guhertinê bikin û tu carî serî netewîne û got: "Jin dê di azadiyê de israr bikin. Jin li dijî pergala faşizmê di têkoşînê de bi biryar in." 
 
HDP PARTIYA JINÊ YE DÊ BI JINÊ BÊ GUHERTIN
 
Berdevka Meclîsa Jinê û parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dilan Dirayet Taşdemîr jî danezana jinan xwend û diyar kir ku HDP Partiya jinê ye û dê bi jinê biguhere. 
 
DANEZANA DÊ BI JINÊ BÊ GUHERTIN 
 
Dîlan Taşdemîr, danezana jinan a hilbijartinê parve kir û diyar kir ku HDP partiya jinê ye û dê bi jine biguhere. Taşdemîr danezana jinan a bi ser navê “Dê bi jinê biguhere" xwend û wiha got: “Êdî em dizanin roj bi jinê dest pê dike. Dê bi cinên bi wêrekî piştevaniyê dikin dê bê guhertin. 
Em dê li her qadê vîna xwe nîşan bidin piştevaniya xwe xurt bikin. Em dê ji bo jiyanê bêtir bi wêrekî û piştevanriyê tev bigerin. Me heta niha li ber xwe da, me parve kir û fêr bûn. Me tu carî dest ji xeyalên xwe yên welatê azad, wekhev, demokratîk û pirrengî berneda û em dê bernedin. 
Em jin bêtir ji hev bawer dikin û em dê bêtir bibin yek. Em di ferka hêza xwe ya kolektif de ne. Em bi hêvî û vînek mezin li dijî pergala ‘Yek Zilam" û "Her zilamî" derdikevin. Em li dijî feraseta mêrê serdest ya AKP’ê têdikoşin. Em ji bo weletîbûna wekhev û azad têdikoşin. Em welatê ku hemû reng, bawerî, nijad û kokên cuda bi hevre dijîn armanc dikin. Lê li dijî vê yekê yek zilam, yek al, yek çand, yek nijad û yek neteweyê ferz dikin. Şer ferz dikin. Li Pirsûs, Enqere, Dîlok, Stenbo û gelek bajarên Kurdistanê bombe barandin û bi sedan mirov qetil kirin. Li Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Geverê şer îlan kirin û komkujî pêk anîn. Dayika Taybet qetil kirin. Bedena wê li kolanê hiştin. Ev hemû hovîtiya serdema AKP'ê nîşan dide."  
 
EM DÊ TIRKIYEYA AZAD Û DEMOKRATÎK AVA BIKIN
 
Dîlan Taşdemîr, da zanîn ku li şûna pergala zordest û otorîter dê pergala azad û demokratîk ku vîna gelan esas digirin ava bikin. Dê pergala Serokomariyê ku vîna gelan esas digire ava bikin. Dê pergala ku hemû rengan diparêzin u Tirkiye/Cîhana azad û demokratîk ava bikin.
 
‘EM PÊŞEROJA XWE RADESTÎ ÎKTÎDARA QESRÊ NAKIN'
 
Taşdemîr, xalên danezanê parve kir û wiha got: 
 
EM DÊ WEZARETA JINÊ AVA BIKIN
 
* Ji bo em nirxên xwe biparêzin em dê têkoşîna xwe mezin bikin. Em destûr nadin tu mêr û îktîdar li ser beden, ked, nasname û nirxên me serdestî û zordestiyê bikin. Em dê bi hevre hêz û rêxistinbûna xwe xurt bikin û mezin bikin. 
Em dê wezareta jinê ava bikin. Em dê bi xwe der barê tarza jiyana û pêşeroja xwe de biryarê bidin. Em dê mafê bawerî, nasname û rengên cuda biparêzin. 
Em dê 8'ê Adarê bikin Roja Fermî ya Destûrê. Jin dê ji xizmeta wekhev û bê pere ya tenduristiyê sûdê bigirin. Jin dê li siyasetê xwedî derkevin û bêtir di siyasetê de cih bigirin. Em de her dem li kolanan li ber xwe bidin. Di OHAL'ê de jî kolanan terk nekin. 
 
EM DÊ WEKHEVIYA ZAYENDIYÊ AVA BIKIN
 
Em dê di civakê de wekheviya jin û mêr ava bikin. Em dê zayendiya wekhev û azad ava bikin. Jin dê di her qadê de xwedî azadiya maf bin. 
Em dê peymana CEDAW  û Stenbolê çalak bikin. Hemû zagon dê li gorî wekheviya zayendî bên amadekirin. Di qada perwerde û tenduristiyê de dê cudahî bê rakirin. Jin dê di qada vînê de wekheviyê esas bigirin. 
 
PERGALA KU XWE JI TUNDIYÊ LI DIJÎ JINÊ XWEDÎ DIKE DÊ BI JINÊ BÊ GUHERTIN
 
Jin dê li dijî tundiya jinan û cînayeta jinan tekoşînê xurt bikin û bibin yek. Li dijî hemû cureyên tundiya li ser vîn û bedena jinê dê têbikoşin. Em dê têkoşina hevpar a jinan xurt bikin. Em dê zagonên cudakariyê dixin nava zayendê biguherînin. Hemû karmend û personelên cemaweriyê li dijî tundiya li ser jinê dê bên perwerdekirin. Mexdûrên tundiyê dê ji xizmeta tenduristiyê sûdê bigirin. Li bajarên 50 hezar dê stargeh û saziyên jinan bên avakirin. Hemû lêçûnên Stargehan dê ji aliyê Wezaretan Jinê ve pê temînkirin. Mê mafê paratina rewa ya li dijî tundiya mêr bibe mafekî zagonî. Hemû dadger û dozger dê mecbûrî di perwerdehiya wekheviya zayendî re derbas bibin. Zagonên darizandinê yên li ser tundiyê dê ji nûve bên sazkirin. Li dijî zewaca zû dê perwerde bê dayîn. 
 
BUTÇEYA OHAL Û ŞER DÊ BI JINÊ BÊ GUHERTIN
 
Hemû wezaret di diyarkirina polîtîkayên xwe de dê wekheviya zayendiyê esas bigirin û dê polîtîkayên wekheviyê pêş bixin. Wezareta Jinê dê Wekheviya Zayendiya Civakî û Plana Çalakiya Neteweyi amade bike û têxe meriyetê. Dê butçeya navendî, butçeya perwerdehiyê, tenduristî, civakî, ewlehî, ragihandin û aborî û hemû qaden dinde dê wekheviya zayendiyê li ber çavan bêgirtin û li gori zayenda civakî bê amadekirin. 
 
EM DÊ MAFÊ PERWERDEHIYÊ BIPARÊZIN
 
Em dê mafê jinê yê pêşeroja bi ewle, karê bi ewle biparezin û têxin bin parastina zagonan. Em dê dawî li karê li gorî zayendî bînin. Jinên karê malan dikin dê wekî karê esasî ya zagona 4857'an bê qebûlkirin. Em dê malên nexweş, kal û pîran ava bikin. Mafê kedê û kar ê wekhev dê bê parastin. Ji bo jinên karkerên demsalî û zeviyan dê tedbîr bên girtin û mafê wan ê azadiya rêxistinbûnê bê parastin. Hemû KHK yên serdema OHAL'ê dê bên betalkirin. 
 
EM DÊ BI PIŞTEVANIYA JINÊ DAWÎ LI XIZANIYÊ BÎNIN
 
Em dê polîtîkayên ku jinê dike kes û vîna wê esas digire ya azadiylê pêş bixin. Dê di qemû qadên cewariyê de ev wekhevî esas bê girtin. Di qada perwerdehî, îstîhdam û hemû qadên jiyanê de dê wekhevî esas bên girtin. 
 
BERNAMEYA MAFÊN CIVAKÎ DÊ ESAS BÊ GIRTIN
 
Mafê jinê yê wekheviya civakî, zayendî, dê bê parastin. Mafê welatîbûna wekhev dê bê parastin. Pirsgirêk dê li herêmî bên çareserkirin û dê li hemû şaredariyan yekîneyên jinan bên avakirin. Dê bernameyên piştgiriya civakî bên pêşxistin. 
 
MAFÊ WEKHEV Û BÊCUDAHÎ YÊ TENDURISTIYÊ
 
* Di qada tenduristiyê de ji bo jinan xizmeta wekhev, bê cudahî, bê perwerde û bi zimanê zikmakî dê bê dayîn. Astengiyên li pêş ducaniyê û kurtajê dê bê rakirin û ev maf dê bê parastin. Kar dê li gorî tenduristiya jinê bê diyarkirin. Dê li her taşê navenden xizmeta tenduristiya jin û zarokan dê bê avakirin. 
 
LI DIJÎ FIROTINA XANIYAN MAFÊ WARGEH Û MALAN
 
Ji bo her kesî dê mafê stargeh, wargeh û malan bê parastin. Mafê jiyana welatiya wekhev dê bê aratin. Jiyana bajaran dê  bê erzankirin. Mafê tenduristî,  perwerdehî, av, ceyran, dibistan, pirtûkxane û hemû xizmetên civakî û wersîcî bên parastin û pêşxistin. Lê li hemû taxan krêj, cilşoxane, metbexên hevpar bên avakirin.  Dê li hemû taxan krêj bên avakirin û her kes dê karibin sûdê jêbigirin. 
 
PERWERDEHIYA WEKHEV A JINAN AZAD DIKE PEKAN E
 
Dersa wekheviya zayendiya civakî dê di hemû qadên perwerdeiye de bibe mufredata hevpar û mecbûri. Di hemû dersan de dê perwerdehî li dijî yekperestî, mêr, navendi û serdestiyê bê amadekirin. Mafê astengdaran ê perwerdehiyê dê bê parastin. 
 
JIN ASTENGIYAN NAS NAKIN
 
Mafê jinên astengdar ê perwerdehî, tenduristî û mafê wan ê civakî dê bê parastin. Lê di gorî mafê azadiya mafan bên diyarkirin. 
De wezareta Astendaran bê avakirin. Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan dê tenê bi pirsgirêkê jinên astengdar re eleqeder bibe. 
 
JIYANA EKOLOJÎK A NAVENDA WÊ JIN DÊ BÊ AVAKIRIN
 
Li dijî jiyana pergala mêrê serdest û kapitalizmê, jiyana ekolojik, wekheviya zayendî, jiyana hevpar û demokratîk dê bê avakirin. Di rêveberiyên heremî de li dijî rêveberiya mêr û bajarên modern dê bajarê ekolojik û jiyana wekhev bên avakirin. 
 
EM DÊ KOMARA DEMOKRATÎK Û AŞTIYÊ PÊŞ BIXIN
 
Di çareseriya pirsgirêka kurd de dê dawî li tundî u şer binin. Di serdema AKP'ê de dîrok dubare bûye. Li dijî polîtikayên înkar, tundî, bişaftin û îmhayê em dê bi riya diyalogê komarademokratîk û jiyanek wekhev û aştî ava bikin. 
 
JIN DÊ PERGALA TUNDIYÊ BI DAWÎ BIKIN
 
Jin li girtîgehan rastî binpêkirina mafan tên. Rastî lêgerîna tazî û îşkenceyê tên. Hemû mafê wan ji destê wan tê girtin. Bi sedan zarok li gel dayikên xwe girtîne. Jin dê dawî li van polîtîkayên tundî, cudakarî, zayendîparêzî, kedxwarî û binpêkrina mafan bînin.b 
 
HDP PARTIYA JINÊ YE
 
Em dê zagona partiyên siyasî biguherînin. Em dê pergala hevserokatiyê esas bigirin û têxin meriyetê. Em dê pergala hevserokatiyê di hemû rêveberiyan de pêş bixin û esas bigirin. Em dê kodaya wekheviya jin û mêr ava bikin.  Kotoya ji sedî 50 ya wekheviya zayendiyê esas dê bê girtin. Em dê pergala wekheviya jin û mêr ku em ji bo wê li kolan, kaq, mal û hemû qadên jiyanê dêtikoşin û dixin meriyetê, em dê di qada Serokmariyê de jî texin meriyete. Em dê pergala Hevserokomariyê ava bikin. Em dê pergala ji sedî 10 ya ku herî zêde tesirê li ser jinê dike rakin. 
Em dê komîsyona firsenda wekheviya jin û mêr ava bikin. Di hemû qadan de butçeya wekhev dê bê avakirin. HDP ku partiya jinê ye, dê bi jinê meclîsê biguherîne û meclîsê bike meclîsa jinê. Saziyên jinan ên hatine girtin dê ji nûve bên vekirin.  Pergala rêveberiya herêmî ku hat binpêkirin dê ji nûve bê avakiri. Hêza me heye. Em dikarin bikin Dê bi jinê bê guhertin." 
 

Sernavên din

22/05/2018
16:31 3 karker di karê înşatetê de jiyana xwe ji dest dan
15:11 Li Şemrexê du birayên hev hatin binçavkirin
15:01 Buldan: Namzetên me namzetên têkoşîn û berxwedanê ne
Temellî: Em dê karê xwe yê nîvco temam bikin
15:00 Doza rojnameger Alayumat û Akman sibê ye
14:30 Ji bo hevdîtina bi Ocalan re cara 757'emîn serlêdan hat kirin
14:30 Dadgeha bilind dibe ku Demîrtaş texliye bike
13:49 Hevserokên HDP’ê: Divê Demîrtaş demildest bê berdan
13:49 Demîrtaş: Dem dema qezenc kirinê ye
13:47 Jinên HDP’î danezana hilbijartinê aşkere kirin: Jin dê ve pergala zordestiyê biguherînin
13:14 HDP’ê bi hejmara namzetên jin, dîsa partiyên din derbas kir
13:13 Rojnameger Sayilgan û Kaya sibê derdikevin pêşberî dadger
13:12 OHP'ê rapora adar-nîsanê ya girtîgehan aşkere kir
12:53 Tosun: Ji bo ez bibim dengê malbatên Sûrê namzet im
12:33 HDP li Stenbolê bi rihê seferberiyê dixebite
12:33 Di doza Medenî Yildirim de keşîf hat xwestin
11:53 Xwestin doza Bîlgen bi dosyeya Demîrtaş re bikin yek
11:36 Careke din sotemenî zem kirin
11:19 Jinan buro vekir û ji bo Demîrtaş nepox firandin
10:57 HDP namzetên xwe didin nasandin
10:33 ‘Nisêbîniyan: Em ê wêrankirinê û kuştina mirovan ji bîr nekin
10:32 Di cînayetên kar de 4 karker mirin
10:12 Tarik Ziya Ekîncî: Tekane alternatîfa li dijî rejîmê HDP ye
09:46 Girtiyên PKK’û DAIŞ’î kirin heman qawişê
09:33 Uca: Hilweşandina avahiya şînê û hilweşandina Şengalê yek e
09:31 Jinên muzîsyen xwestin gel dakevin kolanan strana azadiyê bêjin
09:30 AKP’ê Atan a ku şaredarî veguherand şîrketa malbatê kir namzet
09:30 Projeya Geliyê Dîcleyê taloqî piştî hilbijartinê kirin
09:27 Îdianameya der barê Çapxaneya Gunê de hat amadekirin
09:26 Li Sûrê li ber Desteya Parastinê avahiyek qaçax ava kirin
09:26 Dikandarê 13 zarok îstismar kirin reviya!
09:25 Li Edeneyê armanca HDP’ê 4 parlementer in
09:23 Rêwîtiya masîpankan dest pê kir
09:23 Hunermend Çat: Sîgorteya Tirkiyeyê HDP û kurd in
09:00 ROJEVA 22'YÊ GULANA 2018'AN
21/05/2018
19:33 Dadgehê daxwaza berdana Demrtaş red kir
18:18 Bajar bi bajar namzetên HDP'ê diyar bûn
17:50 Li Şirnexê tevgera leşkerî
17:25 HDP lîsteya namzetan teslîmî YSK’ê kir
16:31 Îdîaya goristanek aîdê HPG’iyan li Colemêrgê hat dîtin
16:27 KONDA: MHP partiya mêr lê serdest e
16:03 7 sal cezayê girtîgehê dan hevşaredarê Wêranşarê
15:06 Malbatên xwendekaran: Heta midûr îstîfa bike em ê têbikoşin
14:44 Li Venezuelayê careke din Maduro bi ser ket
14:27 Bîlgen: Divê Demîrtaş bê berdan û hikûmet bêdeng nemîne
14:23 Navê hinek namzetên HDP'ê zelal bûn
13:46 ‘Têkoşîna edaletê ya ji bo Roboskê dê berdewam bike’
13:06 Bajarên Hevserokên HDP’ê lê bibin namzet diyar bûn
12:35 Demîrtaş: Hemû delîlên sedema girtina min sexte ne
12:31 HDK: Têkoşîna gelê me ye Çerkes têkoşîna me ye
11:53 Mîtînga Yildirim a Amedê neket ‘hewza medyayê’!
11:11 Avakirina hikûmeta Iraqê dê dirêj bajo
10:17 Li Efrînê îbadetxaneyên elewiyan kirin navendên leşkerî
09:59 Rûxandina mala taziyê ya Êzidiyan, dewama hişmendiya li Şengalê ye
09:37 Piştî fitarê kom bi kom diçin buroyên HDP’ê
09:23 Dolar bi 4.52 TL, Euro bi 5.31 TL hat hûrkirin
09:22 Li Mêrdin û hemû navçeyên wê komîsyonên jinan ava kirin e
09:22 Li gel ji sedî 92 astengdar e dîsa neyê berdan
09:21 Wêneyên bi wekilên HDP'ê re kiqandin kirin delîla sûc
09:21 Lêçûna Banka Ziraatê çû ku?
09:20 Welatiyên krîza aborî li wan xist: Em bi heban dikirin û difroşin
09:19 Berdevkê Alinteri: Îktîdar li şûna hêviyê tirsê belav dike
09:18 Warê Şeyh Bedreddin Ortaklar: Em dê ji bo serkeftina HDP’ê têbikoşin
09:18 Tevî pitika xwe ya 9 mehî xebata HDP'ê dike
09:17 Bîrlîk: Em xebatên hilbijartinê bi gel re dimeşînin
09:16 Derman nadin girtiyê nexweş ê ji sedî 80 astengdar
09:00 ROJEVA 21'Ê GULANA 2018'AN
08:56 Li Rihayê erd hejiya
20/05/2018
18:56 Traktor heye lê mazot tune ye
18:15 Êlihî: Em ê mohra xwe li HDP’ê bidin
17:49 Serokê MED DER'ê: Ziman stûna civakê ye
17:33 Parlamenterên HDP’ê Gundê Eşfê ziyaret kirin: Em dê mala şînê dîsa ava bikin
16:29 Rejîma Îranê kolberek din kuşt
16:28 Li Agiriyê teqîn: Leşkerekî jiyana xwe ji dest da
16:26 HDP’ê li Mereşê buroya hilbijartinê vekir
15:58 Turkdogan: Hûn çima li dijî tecrîda li ser Ocalan bêdeng in?
15:58 'Pêdivî bi berxwedanek hevpar heye'
15:21 Serokê DAD: Feraseta 'Rêya Heq' di HDP’ê de heye
14:40 Cihê pisûleyên dengan ên partiyan diyar bûn
14:27 Şanoger Bariş Atay namzetê HDP’ê ye
14:17 Temellî: Divê namzetên din ji bo berdana Demîrtaş israr bikin
14:03 Ebadî û Sedr li Bexdayê li hev civiyan
13:48 Ji bo karsaz Kavala bê berdan bang kirin
13:21 ÎSÎG'ê li Enqere Meclîs ava kir
13:02 Erdogan çû Bosna Hersekê
12:37 5 xwendekar li Enqerê hatin binçavkirin
12:31 Xebatên lîsteya namzetên parlamenteriyê ber bi dawî ve diçin
12:04 Hevpeyvîna Demîrtaş bi taloke dîtin û ne danê
10:46 'Darbeya Siyasî', piştî 2 salan pûç bû
10:07 Malbatên Pirsûsê: Em ê xwedî li HDP’a zarokên me jê hez dikirin, derkevin
09:58 AKP 16 salin hêj li Stenbolê îxanetê dikin
09:22 Karkerê Însaetê li Samsûnê di cînayeta kar de mir
09:20 Jinên NÇM'yî gotin 'Werin' 24'ê Hezîranê
09:19 Amedî: Kes ji me deng nade Erdogan
09:15 Gundê ku meheke ava wî tune ye bertek nîşanî qeyûm da
09:12 Suryanî, êzidî û misilmanên Mêrdînê: Em ji tekparêziyê re bêjin bes e
09:10 Ji ber ku dîmenên helîkopterê parve kirin 6 sal û 8 meh ceza lê hat birîn
09:08 ‘Bila kes ne li bendê be, dê jin dengê xwe nedin AKP'ê'
09:07 Dayika Şemiyê Zubeyde Tepe: Eger Ferhat sax bûna dê niha porê wî spî bûna
09:05 'Êdî gundê me bi îşkencekirinê tê bibîranîn'
09:03 Şêniyên Kadîfekale: Her tişt bi dengekî û HDP'ê diguhere