WAN – Nûçegihanên DÎHA’yê ya bi KHK’ê hat girtin Îdrîs Sayilgan û Abdullah Kaya sibê dê derkevin pêşberî dadger.
Danişîna doza nûçegihanên Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ya bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hat girtin Îdrîs Sayilgan û Abdullah Kaya dê sibê bê dîtin. 3’yemîn danişîna Sayilgan dê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mûşê û 4’emîn danişîna Abdullah Kaya jî dê li 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Agiriyê bê dîtin. Sayilgan û Kaya bi hinceta nûçe çêkirine û dîmen kişandine girtî tên darizandin.