ENQERE - HDP namzetên xwe didin nasandin. Stranên hilbijartinê yên di kampanyaya hilbijartinê ya HDP’ê de bên gotin, cara yekemîn hatin strîn.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) lîsteya namzetên xwe ku ji hemû cûdahiyên Tirkiyeyê pêk tê, dide nasandin. Nûnerên saziyên jinan, partiyên siyasî, rêxistinên demokratîk û hemû endamên namzet beşdarî civîna danasînê ya li Salona Civîna Odeya Endezyarên Înşaeta Enqerê bûn. Pankartên “Tu dikarî”, “Dengek ji bo Demîrtaş, dengek ji bo HDP’ê”, “Jin diguherin”, “Ciwan diguhertin” û “Em li virin em dikarin” bi salona civînê ve hatin kirin.
Peywirdarên HDP’ê lêgerîna kesên ketin salonê pêk anîn. Jinan di cihên pêş ên salonê de cih girtin û zilaman jî di sireyên paş de cih girtin. Hemû jinên namzetên parlamenteriyê bi kincên herêmî kestin salona civîne. Stranên hilbijartinê yên di kompanyaya hilbijartinê de bên gotin cara yekemîn hatin lêxistin.
Civîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.