NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (ÎSÎGM), li ser hesabê medya civakî yê twîtterê ya bi navnîşana @guvenlicalisma diyar kir ku li Bûrsa, Karabuk, Mereş û Xarpêtê 4 karker cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. Li
LI BÛRSAYÊ KARKEREK MIR
Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (ÎSÎGM), li ser hesabê medya civakî yê twîtterê ya bi navnîşana @guvenlicalisma, diyar kir ku li Bûrsayê di 7'ê Gulanê de karkerê înşaetê Alî Kayirtar bi ceyranê ve zeliqî û jiyana xwe ji dest da.
LI YENÎCE KARKEREK MIR
Meclîsa ÎSÎG'ê da zanîn ku li Yenîce ya Karabukê jî karker Zuleyha Koymatoglu li Nexweşxaneya Dewletê ya Yenice xizmetkara astengdar li Cilşoxaneyê laçika serê wê ket ber gundorê utuyê û situyê wê şikest û jiyana xwe ji dest da.
LI AFŞÎNÊ KARKEREK MIR
Meclîsê dîsa diyar kir ku li navçeya Afşînê ya Mereşê jî karkerê 31 salî Sezgîn Ozbay ê Karê Îdareya Av û Kanalizasyonê (KASKİ) dikir, ax bi ser wî de hedimî û jiyana xwe ji dest da.
KARKERÊ ELEKTRÎKÊ JIYANA XWE JI DEST DA
Li navçeya Kovanciyan a Xerpêtdê jî karkerê Kana Etî Kromê ya girêdayî Holdînga Yildirim karkerê elektrîkê Mehmet Ozgenç di cînayeta kar de jiyana xwe ji dest da.