STENBOL – Îdianameya der barê 21 xebatkarên Çapxaneya Gunê ku piştî qeyûm tayînî wê hatibû kirin hatibûn girtin hat amadekirin. Di îdianameyê de pirtûka rêzimanî “Zimanê Kurdî” ku li çapxaneyê hat çapkirin wekî “qaşo rêzimana kurdî” hat nîşandan. Tenê weşanên ku di matbaayê de hatine çapkirin wekî delîl hatine nîşandan.
Di 28’ê Adarê de Dadweriya Ceza ya Sulhê ya 7’an qeyûm tayînî Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Matbaaya Gunê kiribû. Piştî qeyûm hat tayînkirin xwediyê matbaayê Kasim Zengîn jî di nav de 23 kes hatin binçavkirin. Ji van kesan Zengîn û Midûrê Karê Nivîsê yê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Îshak Yasûl jî di nav de 21 kes hatin girtin. Serdozgeriya Komarê ya Stanbolê der barê 21 xebatkarên matbaayê de îdianame amade kir. Îdianame ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 26’an a Stenbolê ve hat qebûlkirin. Dê di rojên pêş de roja danişîna doza diyar bibe.
Di îdianameyê de 8 kes bi îdiaya “alîkariya rêxistinê” û 13 kes jî bi “endamtiya rêxistinê” û “çapkirina weşanên rêxistinê” tên tawanbarkirin.
‘QAŞO PIRTÛKA RÊZIMAN KURDÎ’
Di îdianameyê de weşanên ku ji aliyê Matbaaya Gunê ve hatine çapkirin wekî hincet hatin nîşandan. Her wiha hejmara Ozgurlukçu Demokrasiya ya ku êrîşa TSK’ê ya li ser Efrînê kiribû manşeta xwe û hejmarên wê yên piştî 20’ê Çileya 2018’an hatin derxistin wekî hincet hatin nîşandan.
Di îdianameyê de ji bo pirtûka rêzimanê “Zimanê Kurdî” ku ji aliyê matbaayê ve hatibû çapkirin “qaşo rêziman kurdî” hat gotin.
MA / Yasin Kobulan