AMED – Li kolana herî qelebalix a Sûrê ku Qada Sîtê ye, avahiya Yakut Plazayê ya qaçax li ser hat avakirin.
Li navçeya Sûrê ya Amedê ku Qada Sîtê ye, li ser Yakut Plazayê ku 200 metre dûrî Midûriyeta Desteya Herêmê ya Parastina Heyînên Çandê ya Amedê ye, avahiyeke qaçax hat çêkirin. Her wiha li kêleka qatê qaçax, di hêla kuçeyê re jî dikan hat çêkirin.
KUÇEYÊ VEGUHERANDIN DIKANÊ
Hatibû îdiakirin ku berê jî li ser Yakut Plazayê bê destûr maleke wekî vîlayê û hawizek hatibû çêkirin. Niha jî ser kuçeyê hat girtin û ji jorê ve du bîna gihandin hev û kuçeya li jêrê jî veguherandin dikanê.
Odeya Mîmaran a Amedê, diyar kir ku tişta hatiye kirin li dijî Qanûna Îmarê ye.
BERSIV NEDAN ODEYA MÎMARAN
Li Sûra ku Qada Sîtê ye, çi proje û înşeat bên çêkirin divê pêşî Midûriyeta Desteya Herêmê ya Parastina Heyînên Çandê ya Amedê destûrê bide.
Lê belê înşeata navborî li Kolana Gaziyê ye ku kolana herî qelebalix a Sûrê ye û 200 metre dûrî Midûriyeta Desteya Herêmê ya Parastina Heyînên Çandê ya Amedê ye.
Odeya Mîmaran a Amedê, diyar kir ku wan ji bo vê yekê nivîsek ji Midûriyeta Desteya Herêmê ya Parastina Heyînên Çandê ya Amedê re şandiye, lê belê hîn bersiva nivîsa wan nehatiye dayîn.